PKK’e bi dijatîkirina PDK’ê têr nabe, dijatiya olên asîmanî jî dike

PKK’e bi dijatîkirina PDK’ê têr nabe, dijatiya olên asîmanî jî dike

Rêxistina PKK’ê ne bi tenê dijatiya partiyên welatparêz yên mîna PDK’ê dike belku dijatiya her tiştê dike ku civaka kurd pê bawer be û dixwaze van baweran di berjewendiya xwe de biguherîne, di nûtirîn karê xwe yê dûr ji exlaq de ev rêxistin rabûye bi bangeşekirina ji boy vê pirtûkekê û weke pirtûkeke pîroz ku dikare ciyê Quranê bigre, berçav dike.

Çapemeniya PKK’ê dema zêdetir ji 3 mehane bernameyeke berfireh daniye ji boy nasandina pirtûkeke bi navê “Namûs” ku ji 882 rûpela pêk tê.

Pirtûk ji nivêsîna “Hîwa Meryem”e, ku bi navê “Hîwa Fryadars” tê naskirin, çendîn dane ji vê pirtûkê hatine çapkirin û di pirtûkxaneyên bajarê Silêmaniyê de bi buhayê 15 hezar dînarê Îraqî tê firotin.

Pirtûk bi awayekî giştgîr hatiye nivîsandin, nivêserê pirtûkê li ser gişt warên jiyanê weke “Dîrok, felsefe, perwerde, hişmendî û ramanê” nivîsandiye, û bi awayekî eşkere vê pirtûkê weke pirtûkeke asîmanî bi nav dike û tev pirtûkên asîmanî yên weke “Quran, Tewrat û Încîl”ê bi pirtûkên helweşandî binav dike.

Lêbelê, ji şêwazê nivîsandina pirtûkê xuya dibe ku ev nivîsandin ne karî yek kes bi tenê ye, belku çendîn kes beşdar bûne di nivêsandina vê pirtûkê de, û bi awayekî giştî bîr û bawerên PKK’ê di vê pirtûkê de hatine cî kirin, loma niha ji aliyê PKK’ê ve hewl tê dayîn weke pirtûkeke asîmanî bi gel bide naskirin, PKK’e bi awayekî berdewam bangeseyê ji boy vê pirtûkê dike û li ser pirtûka “Namûs” dewreyên perwerdeyê ji kadroyên xwe re vedike.

Di pirtûkê de bangeşeya vê yekê tê kirin ku wê ev pirtûk bibe sedema hilweşandina tev axaftinên olên pêş niha heyî û kesên ku bawerî bi vê pirtûkê neyî bi mirovên hov û nezan dide naskirin, her wiha axaftinên di vê pirtûkê de weke axaftinên xudayê mezin didin naskirin.

Li gor agahiyên Darka Mazî, bo dema 8 salan çarenivîsa Hîwa Fryadras nediyar bûye û endamên malbata wî jî haydarî çarenivîsa wî nebûn, lê belê piştre li Ewropayê xuya dibe.

PKK’ê ti nirxekî exlaqî di civaka kurdî de nehişt ku dest neavêjê û neşirîn neke, ola îslamê ku piraniya civaka kurd pê bawere mabû ku êrîş neke ser, ev jî kir, PKK’ê xwe ji rêxistineke siyasî veguheriye terîqeteke olî û dixwaze vê yekê bi her kesî bide qebûlkirin.

Pustên heman beş