Îro 7emîn salvegera referandûma serxwebûna Kurdistanê ye, ev kesên ku li referandûmê xwedî derketibûn li dijî qetlîam û tune hesibandina kurdan helwesta xwe nîşan dan. Xwedî derketina li referandûmê hûrmet û xwedî derketina li qehremanên pêşeng wek Nûrî Dêrsimê, Şêx Seîd, Qazî Mihemed, Leyla Qasim û Zerîfe Koçgirî ye. Di 25 Îlona sala 2017an de kurdan nerazîbûna xwe ya li himber rêkeftina Lozanê diyar kiribûn. Em dikarin bibêjin ku roja referandûmê, roja şanazî û serbilindiya gelê Kurdistanê bû, em wan kesên ku biryara referandûmê girtibûn û dostên kurdan yên piştgirî dan vê biryarê, bi germî silav dikin û di heman demê de dagirkeriya herêmê û eniya dije kurd û çeteyên îxanetê ku li dijî referandûmê sekinîn lenet û rûreş dikin. Eniya antî Kurdistan ku hebûna xwe li ser tunebûna kurdan çêkiriye, nakokîyên xwe li kêlekekî hiştin û li dijî kurdan destên hev girtin û xwestin kurdan bifetisînin. Lê belê yê herî zêde di wê demê de dijatiya kurdan kirin, xayînên kurdan bûn.
Di sala 2010an de dema pêvajoya Bihara Erebî dest pê kirî, kesên ku nedixwestin kurd wê demê destkeftiyên xwe mezin bikin destek ji kurdên xayîn wergirt, dagirkeriya herêmî ji kurdên xayîn ku wek penceşêrê ketibûn canê kurdan xurttir kirin û anîn cem hevdu û ji boy ku bikaribin laşê kurdan nexweş bixin pirojeyekî berfireh çêkirin, baskekî YNK’e û PKK’e wek xwebexş di nava vê pirojeyê de cî girtin, ev pêvajoya êrîşa Daîşê û anîna hêzên PKK’ê bi destê Îranê bo qada Mexmûr, Şingal û Germiyanê ji boy rê girtina li kurdan bû, wan nexwestin kurd bibin dewletek an avahiyeke konfederal, loma piştgîrî dan van her du çeteyên îxanetê.
Ev her du hêzên çeteyên îxanetê rûyê xwe di referandûma serxwebûna Kurdistanê de eşkere kirin, YNK’ê karakterê xwe yê îxanetê ku ji Îbrahîm Ehmed ve destpêkirî bi navê Îraqçîtiyê dimeşîne eşkere kir, YNK’ê di dema referandûmê de ji ber ku bi nerazîbûna gel re rû bi rû ma, nekarî bi eşkere dijatiya referandûma Kurdistanê bike. Lê belê piştî referandûmê xencerek li pişta gelê Kurdistanê da, ev baskê YNK’ê ku ji aliyê Îranê ve hatibû birêvebirin ku îro Bafil Talebanî serkêşiya wan dike bi hevdîtinên veşartî Kerkûk bi Heşdî Şebî û Îraqê firot, ev belgeyê ku Bafil Talebanî piştî dagirkirina Kerkûkê derketî ser şaşeyên televîzyona û digot me lihevhatin îmze kiriye belgeya fermî û îmze kirî ya îxaneta YNK’ê bû.
PKK’ê bi şekil xwe xistibû qoncikekê, lê belê di rastiyê de di navenda îxanetê de cî digirt, PKK’ê pêş referandûmê xwest îxaneta xwe bi hinek peyvên ekolojîk û politîk veşêre, rabû rêxistinên xwe yên jinan û ciwanan derxistin kolanan û gotin em li dijî hemû cûreyên dewletê ne, lê belê di bin dewleta Îraq û Îranê de îxaneta xwe birêve dibir, PKK’ê ev hêzên xwe yên li Kerkûkê ku her tim pesna wan dida û digot ji boy parastina gelê Kerkûkê ew li wir in, berî êrîşên Heşdî Şebî bi wesayîtên Heşdî Şebî derxistin û birin Silêmaniyê, piştî referandûmê dema Heşdî Şebî û leşkerê Îraqê êrîşî pêşmerge dikirin, PKK’ê li ser banê xaniyên Mexmûr destê xwe li hev dixişandin û li benda serkeftina Heşda Şebî bû.
Ev her du çeteyên îxanetê ji wê demê heya niha ev 7 sale îxaneta xwe ya ceberût bi navê yekîtî û biratiyê kirine yek, û ev îtîfaqa îxanetê li hember îradeya gelê kurd ku bi 92.73% xwe eşkere kiribû, êrîşî vê îradeyê dikin, bi tesadûfekî piştî 7emîn salvegera referandûmê kurd ber bi hilbijartinê ve diçin û ev çeteyên îxanetê dîsa bi îtîfaqekî bi hev re tev digerin, armanca wan dîsa heman tişte, dixwazin li krîza Rojhilata Navîn de kurd şanaziya xwe birêve birinê bi dest nexin, di 7emîn salvegera referandûmê de dema kurd ber bi sindoqên dengdanê ve diçin, divê kurd wan çeteyên îxanetê ku di dema referandûmê de xencer li kurdan xistî ji bîr nekin, divê ev her du girêyên xebîs yên şêrpenceyê di nava laşê kurdan de werin jêkirin û avêtin, ji ber ku ev eniya antî Kurdistan divê were têkbirin.