Ka “Xak firoş” kî ye? Werin em hevdu nas bikin

Serkirdeyê YNK ê yê nakok Bafil Talebanî, di mitînga hilbijartinên YNK ê de wek lûmpenek TikToker çep û rast xwe tilavêt û gotarek pêşkêş kir. Di naveroka axaftina Bafil de projeyên YNK ê yên avedanî, civakî û aborî û hwd tunebû. Yekane hêza ku Bafil Talebanî ji xwe re kiribû armanc PDK bû û tekane soza ku dida “rûxandina PDK ê” bû.

Patenta projeya “hilweşandina PDK ê” ne ya Bafil Talebanî ye. Di vê pirojeya pir kevn de bapîrê wî Îbrahîm Ehmed heman soz dabû hikûmeta Iraqê, hikûmeta Îranê û heta dabû Brîtanyayê jî, lê helbet bi ser neket. Ev pêvajoya dîrokî pir dirêj e, ne hewce ye ku zêdetir were dirêjkirin. Bafil Talebanî mîna sûtal ên tîk-Tok ê û golikê şêt pêhîn tavêtin û gotinên xwe avêtin ber lingên PKK ê.

Çapemeniya PKK ê qet dereng nehişt û rojnameya “Yenî Yaşam” ku li Tirkiyeyê derdikeve û tenê wezîfeya wê propagandaya li dijî PDK ê ye, gotinên Bafil Talebanî yên li ser PDK ê yên “Em ê xak firoşan bişînin” di manşeta xwe de weşand. Û bi kêfeke mezin gotinên Bafil dubare kirin. Belê, tiştekî bi navê bêedebî heye û di siyasetê de jî heye. Gotina Fransî ya “Heke hûn ji diz re nebêjin diz, ew ê were û dersên exlaqî bide we” di şexsê PKK û YNK ê de jî ev tê kirin. Eniya PKK-YNK ê ku herdu jî “xak firoş – xalk firoş – xwe firoş” in, roj bi roj bêşerm û bêheya dibe û dibêje ” çawa be jî kes tif li rûyê me nake û nabêje hûn xayin in. xak û xelk û xwe firoş in”.

Herdu hêz xak firoş in, xelk firoş in û xwe jî difiroş in. Em vê yekê ji ber zîtkên Bafil ên weke goilkê garanê davêje nabêjin, em vê yekê bi delîlên dîrokî dibêjin. Yek bihost axa ku PDK ê firotiye dijmin nîne. Li Başûrê Kurdistanê her bihostekî axa ku tê firotin an bi destê YNK an jî yê PKK ê hatîye firotin. Li firotina Kerkûkê de YNK û PKK hebûn. Yê ku Kerkûk firot Bafil Talebanî bixwe bû. Dema Kerkûk hat firotin derket televîzyonê û bêşerm got, “Ne tenê min, tevahiya rêveberiya YNK ê belgeya firotina Kerkûkê îmze kir.” Bafil Germîyan û Xaneqîn bi awayekî veşartî radestî Îran û Heşda Şeibî kiriye.

Ger em bixwazin li ser Xak Firoşîya PKK ê binivîsin, lîsteya navên çiya û newalên ku wê firotiye, ji komputera ku ez vê nivîsê li ser dinivîsim, dê heya girava Îmraliyê dirêj bibe. Li hemû herêmên Başûrê Kurdistanê yên ji aliyê Tirkiyeyê ve hatine dagirkirin PKK hebû. Li ti devera ku Tirkiyê girtiba PDK tune bû. PDK ê xwest bi xwîn û cane xwe lûtkeya Metîna nekeve destê Tirkan lê PKK ê 5 Pêşmerge şehîd kirin. Niha ji xweynî lûtkeyên Pêşmerge bi xwîna xwe girtî ti cih destê Kurdan da nine. PKK ê Başûrê Kurdistanê firot Tirkiyê. PKK Rêkan û Nêrwe firot Tirkiyê, Berwarî jorî firot, Metîna firot. PKK ê Heftanîn, Xantur, Zap, Zagros, Avaşîn, Xakûrk firot Tirkîyê.

PKK Rojava firot. Bi talîmata Îmraliyê Efrîn firot,  Serê Kaniyê, Girê Sipî jî ji aliyê PKK ê ve hatiye firotin. di sala 1992 de rehmetî Wakil Mustafayev “Komara Kurdistana Sor” îlankir, lê Ocalan ew jî firot Ermena. Rehmetî Mustafayev bi hêsirê çava çîrok firotina Kurdistan sor ji aliyê Ocalan ve bo çapemenî yê eşkere kir.

Binêrin, ger hûn qala Xak Firoşîyê bikin, hûn ê wek me yek bi yek bi belgeyan ve bibêjin. Wekî din, divê xebatkarên medyaya PKK ê yên ku li Ewropayê ne û nikarin rojekê jî li Kurdistanê bijîn, xebatkarên çapemeniya hevpar ên PKK-MÎT ê yên wekî edîtorê Yenî Yaşam bizanibin, gotinên Bafil ên berhewa nabe tespîta xak firoşîyê. Xak firoşî çî ye, çi nîne me li jorî bi belge destnîşan kir.

Bi taybetî jî wan PKK’yiyan… Di bêşermiyê de rekor şikandin e. Heger piçek şerma wan hebûya, dema li xayîn û xayinekî digeriyan dive li wêneyê Ocalan binihêrin. Ji ber ku di sed salên dawî yên dîroka kurdan de tu serokekî din tune ku ji kolonyalîstan re gotibe, “ez bi can û dil xizmetkarê we me, Dayika min jî tirk e”. Wexta ku hate girtin, her tiştê ku hebû; welat, partî, gerîla, şehîd, welatparêz – bi yekcarî firot û bû netewperwerê Tirk.  Ocalan xayineke ku ji salên 1970 yî ve ji aliyê kolonyalîst ve hatiye xuliqandin û mezinkirin.

YNK û PKK du rêxistinên ku xîyaneta xwe ya sedsala 20an derbasî sedsala 21 ka jî kirin e. xîyanet bûye qerektera van her du partîyan. Di dîroka xwe de ev her du partî yek lehze bê palpiştîya dagirkaran nemane. Ev ne tenê xak firoş û xelk firoş in û Kurd -kuj in. YNK ê di dîroka xwe de bi qasî Kurd kuştî çarêka wê dijmin nekuştî ye. li partiyên Komela Rencderan heya partîyên Rojhilat û Başûr her tim şerê navxweyî kirî ye. Li çiyayên Qendîlê endamên Komela Rencderan bi şalok û dasa parçe parçe kirin. PKK ê di dîroka xwe de kadroyek bîrûkratekî dewleta Tirk ne kuştî ye, lê bi hezaran endamên rêxistinên Kurdistanî û serokên weke Ferît Uzun kuştin. Di nava rêxistinê de bi hezaran serkirde û şervan kuştin weke, Semîr, Nasir, Mehmet Şener, Gulan, faîq, û bi hezaran kurûkeçên kurdan yên bêguneh kuştin.

Şaşiya PDK ê ev e: “Bila mezinatî her tim li gel min bimîne, bila Kurd ji hev belav nebin, zêde parçe nebin” bi vî rengî bersiva van her du tevgerên xayîn nayê dayî û sicila wan ya gemar eşkere nabe. Ji ber vê yekê niha ev her du çeteyên bêşerm bûne yek û ji PDK ê re dibêjin xak firoş. Lê diviyabû me li ser wêneyên van kes û partîyan binivîsa “Wanted” û bi dîwaran ve bi daliqanda. Li ser wêneyên wan binivîsa “xwe firoş-xelk firoş û xwe firoş”, Li ser wêneyê Ocalan ku got “Ez dixwazim xizmeta dewleta xwe bikim”, “xwe û welatê xwe û partîya xwe firot” li ser wêneyê Besê Hozat ku gotibû Şengal axa Iraqê ye binivîsa xak firoş, li ser wêneyê Cemîl Bayik ê ku gotibû “Me nehişt ku Îran hilweşe” binivîsa xak firoj, li ser wêneyê Qarasû ku goti bû “Kuştina Pêşmerge ne birakujî ye” binivîsa xak firoş û kurd-kuj. Em dikarin peyva Xak Firoş li ser wêneyê mamosteyên Bafil Talebanî Şanaz Îbrahîm Ehmed û yên wekî wê jî binivîsin.

Ev tifaqa xak firoş-xelk firoş-xwe firoş bi qedera çar parçeyên Kurdistanê dilîze. Di xwazin Hewlêr- Duhok- û bajarên din jî weke Kerkûkê bifiroşin Ereba. Heger xelkê Başûr van bazirganên xak û şerefê di sindoqûn dengdanê de bifetisîne ev yek wê ne tenê bibe sedema rizgariya Başûr dê bibe sedema rizgariya tevahiya Kurdistanê.

Pustên heman beş