Memet Mêrdînî
Artêşa Îsraîlê di 27ê Îlonê de kuştina sekreterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nasrallah li Beyrûtê eşkere kir. Weke dihat pêşbînîkirin kuştina Nasrallah bandoreke girîng li ser Rojhilata Navîn û hetta li ser asta cîhanê jî kir, her dewlet û hêzekî li gorî berjewendiyên xwe di vê derbarê de daxuyanî dan, daxuyaniya herî balkêş ya rêberê komara îslamî ya Îranê Elî Xameneyî bû, Xameneyî di beşeke daxuyaniya xwe de ragihand, “Mafê gelê Filistînêye ku li dijî dijmin serî hilde. Hiqûqa navneteweyî îro piştgiriyê dide wê serhildanê.”
Belê, dijmin û dagirkerên Kurdistanê bi mafê her kes û neteweyekî li ser vê erdê dizanin ku li dijî dijmin serî hildin û xwe û axa xwe biparêzin, lê bi ti awa vî mafî bi gelê kurd nadin, ne bi tenê vî mafî bi kurda nadin, belku bi hin axaftinên xweş hinek aliyên kurdî jî ji xwe re kirine dardest û bi rêya wan heya ku dikarin rêgiriyê li serxwebûna kurdan dikin. A herî pêşeng di vê rêyê de jî bêy guman Îran bi xwe ye.
Rejîma Îranê jî weke dagirkerên din yên Kurdistanê hertim dixwaze xwe wisa nîşan bide ku bi gelên bin dest re ye, dixwaze wisa bide nîşandan ku ew rejîmeke heqxwaz, azadîxwaz û parêzera mafên mirov e, bi taybetî di derbarê pirsgirêka Filistînê de, lê belê dema basî kurdan û azadiya Kurdistanê tê kirin êdî her tişt deşîfre dibe û rûyê rastê wan eşkere dibe, dema kes yan aliyekî kurd qala azadî û serxwebûna Kurdistanê dike, êdî dewletên kolonyalîst her tiştî ji bîr dikin, weke gayên har êrîşî her tiştî dikin û dixwazin her tiştî ji nav bibin, peyva azadî dema ji devê kurdekî welatparêz derdikeve mîna wê desmala sor dimîne dema kesek li himber Gayekî digire, çawa Ga êrîşî wê desmalê dike, dagirkerên Kurdistanê jî wisa êrîşî wî kesî dikin.
Ev yek me di sala 2017an de dît, dema li Başûrê Kurdistanê pêngavên Referandûma Serxwebûna Kurdistanê hatin avêtin, dewletên kolonyalîst ên Kurdistanê rast û çep li dijî vê pêngava demokrasî sekinîn, her 4 welat di demek kurt de ji boy ji bin birina vê pêngava qanûnî û demokrasî ya kurdan ketin tevgerê, civîn pêk anîn, gef kirin û piştre jî bi alîkariya hin aliyên xayîn yên kurd êrîşî Başûr kirin û Kerkûk û Mexmûr û Şengal dagir kirin û ji dest kurdan deranîn, ger ji ber berxwedana pêşmergeyan li eniya Pirdê, Mehmûdiyê û Sihîla nebûya, bêy guman niha ti tiştek bi navê statuya Herêma Kurdistanê nedima, lê belê her çi qas kurdên xayîn hebin, ew qas û zêdetir jî kurdên welatparêz hene û wê hertim li dijî dagirkeran li ber xwe bidin û bêy guman wê rojek were ku teqez Kurdistaneke serbixwe ava bikin.
Em vegerin ser daxuyaniya Rêberê komara îslamî ya Îranî dema dibêje, “mafê gelê Filistînêye ku li dijî dijmin serî hilde”, û vê pirsê bikîn, gelo çima mafê gelê Filistînê ye li dijî dijminê xwe serî hilde û ne mafê kurdane li dijî dijminên xwe serî hilde û xwe biparêze?
Xuya û eşkere ye tevî hemû pirsgirêk û nexweşîyên tên rêya gelê Filistînê, lê heya niha ti kes û ailyek Filistînî nekariye û curet nake bi peyvekî jî be bi xerabî basî “Hizbullahê yan Hemasê” yan her aliyk din bike ku rojekî fîşekek li himber Îsraîlê teqandibe, ti kes curet nake bêhûrmetiyê bi ala Felistînê bike, ne bi tenê ev hetta ti kes curet nake ku bi peyvekê jî be pesna Îsraîlê bide. Lê belê, ji bextê reşê kurdan du hêzên sereke yên qaşo kurdatiyê jî dikin li Kurdistanê hene ku bi qasî dikarin ne dijatiyê belku dijminatiya Kurdistanê dikin, carna nerasterast û carna jî rasterast li dijî serxwebûna Kurdistanê tev digerin û şerm nakin, ev du hêz jî YNK’e û PKK’e ne ku di eniya Miqawemê a Îranê de cî digirin.
Bi dirêjahiya dîrokê PKK’e û YNK’e ti caran bêy palpiştiya dagirkeran nemane, ev du aliyên xayîn bi qasî ku li dijî PDK’ê û statuya herêma Kurdistanê diseknin nîvê wê li dijî dagirkeran neskinîne, xwe di bin dirûşmên Kurdayetî de diveşêrin û êrîşî nirxên kurdan dikin, alîgirên xwe dixapînin û wan han didin li dijî pîroziyên kurdan bisekinin, ti nirxekî civakî, exlaqî siyasî û çandî li ber çav nagirin, bi her awayekî ku dikarin dijatiya Kurdistaneke serbixwe dikin û pêşengiya xeta xiyanetê dikin, a ji her tiştî pîroztir û bi nirxtir li cem van du hêzên xayîn parastina berjewendiyên wan yên şexsî ne, ev yek di kiryarên van du hêzên xayîn de bi eşkereyî xuya dibe.
Bi kurtasî, ger kurd dixwazin li ber xwe bidin û li dijî dagirkeran serî hil bidin, gerek yekem car li dijî van du hêzên xwe-firoş, xelk-firoş û xak-firoş bisekinin û wan rûreş û şermezar bikin, ji ber ku ev hevpeymaniya xak firoş, xelk firoş, xwe firoş ne bi tenê bi qedera Başûr û Bakur bi tenê dilîze, belku bi qedera çar parçeyên Kurdistanê dilîze.