YNK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk cînayeta Nagehan Akarsel veşart

YNK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk cînayeta Nagehan Akarsel veşart

Di 4 ê Cotmehê de Nagehan Akarsel bi navê kod Zîlan ku kadroya PKK’ê bû li navçeya Bahtiyarî ya Silêmaniyê hatibû kuştin. Di ser bûyerê re du sal derbas bûn. Li aliyê din YNK’ê li ser vê bûyerê nixumand.

Silêmanî bûye wek goristana kadroyên PKK’ê. Ji sala 2019’an ve bi dehan kadroyên PKK’ê li Silêmaniyê ji aliyê artêşa Tirkiyê ve hatine armanckirin. Darka Mazî berê raporek amade kiribû ku 16 rêveberên PKK’ê yên payebilind li Silêmaniyê hatine kuştin. Piştî wê, ev bûyer bûne tiştekî asayî yê rojane. Bi taybetî li bajaran gelek rêveberên PKK’ê hatin kuştin.

YNK’ê êrîşên li ser kadroyên PKK’ê wek propagandayê û wek amûrekî mexdûriyetê bi kar anî. Bi nîşandana xwe wek dijberê Tirkiyê, YNK’ê xwe xist rola Kurdên welatparêz. Lê belê, rewş ne wisa bû.

YNK li bendê ye ku Tirkiye nermî nîşan bide, nemaze di mijarên wekî vekirina balafirgeha Silêmaniyê de, û ji bo vê yekê amade ye her cureyê tavîzê bide. Ji bilî daxuyaniyên çapemeniyê, YNK’ê tu tevger nekir. Bi taybetî, tevî ku derfet hebû ku bikujên kesên li bajaran hatine kuştin bêne girtin, di vê mijarê de jî pir pasîf ma. Ji ber ku girtina kujeran dê Tirkiye hîn bêhtir hêrs bikira. Ji ber vê yekê, kesên ku kadroyên PKK’ê kuştin, bi hêsanî ji Silêmaniyê derketin.

Di van bûyeran de, tenê kujerê Nagehan Akarsel hat girtin. Kujer di 10 ê Cotmehê de bi operasyona hevbeş a asayîşa Hewlêr û Koyê hat girtin. Heta wêneyên kujer li VOA-Dengê Amerîka hatin weşandin û hevpeyvîneke kurt bi kujer re hat weşandin. Hat gotin ku kujer hembajarîyê Nagehan Akarsel e, yanî Kurdekî ji Konyayê ye. Lê di nav du rojan de hem medyaya YNK’ê û hem jî VOA-dengê Amerîka wêne û nûçeyên derbarê kujer de jê birin. Piştî wê tarîxê, YNK ketiye bêdengiyeke mezin.

Ya balkêş ev e ku rêveberiya PKK’ê û çapemeniya wê, ku tu derfetê ji dest bernadin ji bo sûcdarkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê, lêbelê di mijara kujerê Nagehan Akarsel de bêdeng man û qet nepirsîn ka kujer li ku ye û çi ceza li ser hat sepandin.

Darka Mazi, di salvegera duyemîn a bûyerê de, lêkolîn kir ka çima hem YNK û hem jî PKK di mijara wendakirina kujer de bêdeng man û li Silêmaniyê ji çavkaniyên nêzîkî YNK’ê agahî wergirt. Li gorî vê, piştî ûltîmatoma ku Tirkiyê da YNK’ê, kujerê Nagehan Akarsel wenda bûye.

Li ser daxwaza balyozê Tirkiyê yê Bexdayê, YNK’ê kujerê Akarsel binberze kir

Çavkaniyên nêzîkî YNK’ê dibêjin ku piştî nûçeya ku kujerê Akarsel hatiye girtin, Tirkiyeyê bi rêya Bexdayê destwerdan di mijarê de kiriye. Li gorî vê, balyozê Tirkiyeyê li Bexdayê Eli Riza Guney, bi Serokkomarê Iraqê (ku endamê YNK’ê ye û mêrê xaleta Bafil Talabanî ye) Ebdullatif Reşit re hevdîtin pêk aniye û xwestiye ku mijara kujerê Nagehan Akarsel ji rojevê were derxistin. Çavkaniyên YNK’ê dibêjin ku konsolosê Tirk hişyarî daye û gotiye “eger ev mijar mezin bibe, helwesta me ya li hemberî YNK’ê dê hîn tundtir bibe”. Piştî ku serokkomar Ebdullatîf Reşit mijar ragihandiye hevjîna xwe Şehnaz Îbrahîm û Bafil Talabanî, YNK’ê nûçeyên girtina kujerî rakirin.

Çavkaniyên YNK’ê dibêjin ku derbarê cihê kujer de agahiyên wan tune ne. Hin çavkanî dibêjin ku kujer radestî Bexdayê hatiye kirin. Heta tê gotin ku Bafil Talabanî gotiye “Li şûna ku em kujer wek bombeyeke ku her kêlî dê biteqe di destê xwe de bigirin, em bidin Bexdayê û jê xelas bibin”. Lê dîsa jî tu agahiyeke zelal li ser rewşa kujer tune ye ku û li ku ye. Heta di tu dadgehên Silêmaniyê de navê wî derbas nabe.

Di cînayeta Nagehan de rola saziyên PKK’ê hebû

PKK jî li ser daxwaza YNK’ê derbarê mijarê de bêdeng ma. Wekî ku kujer qet nehatibe girtin, PKK qet li aqûbeta kujer nepirsî. Her wiha, tê gotin ku ji bilî kujerê xelkê Tirkîyê yê Akarsel, hin kesên di nav saziyên PKK’ê de cih digirin û piştgirî dane kuştinê hene. Yek ji van, Karmend Kemal Nureddîn e ku endamê rêxistina ciwanan a PKK’ê li Herêma Kurdistanê ye ku bi navê “Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê” tê zanîn, ji aliyê YNK’ê ve hatibû binçavkirin. Lê ji wî jî tu xeber derneket.

Dadgeha Hewlêrê di nav 11 mehan de ceza dabû kujeran

Heya niha gelek kêm kesên têkildarî PKK’ê li Duhok û Hewlêrê hatin kuştin. Di çend bûyerên ku qewimîn de, kujer û têkildarên wan hatin girtin û ceza yên hiquqî li wan hat birîn. mînak, Deniz Cewad Bulbul, ku berpirsiyarê ciwanan ê PKK’ê li Bakurê Kurdistanê bû, sala borî di 23 ê Îlonê de li Hewlêrê hat kuştin. Ev kes ku li buroya KNK’ê (rêxistineke girêdayî PKK’ê li Ewropayê) li Hewlêrê dima, piştî ku hat kuştin, kujer hatin girtin. Û di 10 ê Tebaxê ya îsal de, du kujerên ku hatin girtin, cezayê girtîgeha heta hetayî ser wan hat dayîn.

Hewlêrê, digel hemû zextên Tirkiyeyê, kujerên Bulbul venedişartin û bi eşkereyî ew dadgehkirin û cezayê zîndanîkirinê hat birîn.

Pustên heman beş