Piştî nêzî nîv sedsalî ji xwarina gefan li hev, hind e Îran û Israîl dest bi bijardeya leşkerî dikin ku bersiva hev bidin, tenê îsal Îranê du caran êrîş kiriye ser Israîlê. Serokwezîrê Israîlê Netanyahu jî dibêje, “Her kesek û aliyekî êrîş bike ser me, em dê bersiva wî bidin.”
Roj bi roj aloziyên navbera wan her du welatan û pêşbîniya êrîşa Israîlê bo ser Îranê zêdetir dibe, herwesa Serokê Amerîkayê jî dibêje, “Hûn dikarin xwe ji serhildana şerekî berfireh dûr bikin.”
Ev 45 sal bûn ku Îran û Israîl berdewam û bi awayên rasterast û nerasterast gef li hev dikirin, lê heta Nîsana îsal bi bi awayekî eşkere êrîşên leşkerî nekiribûn ser hev. Îranê ji bo cara duyê li 1ê Cotmeha îsal nêzî 200 moşekên balistî êrîş kir ser Israîlê. Hikûmeta Israîlê jî gefên tolvekirinê li Îranê dike.
Li dû Dezgeha Carnegie ya Aştiya Navdewletî, bersiva vê carê ya Israîlê dê ji wê êrîşê tundtir be ya ku li meha Nîsanê kiriye ser sîstemeke radarê li nêzî bingehele asmanî ya Esfehanê.
Wê dezgehê amaje jî da, “Pêşbînî tê kirin ku Israîl dezgeha etomî ya Netenzê û dezgehên petrolê û cihê çêkirina wan moşekên balistî bombebaran bike ên ku Îranê di êrîşa xwe ya li ser Israîlê de bi kara nîne.”
Piştî êrîşa Îranê, hejmareke berpirsên bilind ên Îranê gefên tolvekirinê kirine. Her yek ji Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Darayî yê Israîlê Bezalel Smotrich ragehand, “Her kesekê êrîş bike ser me, em dê êrîşê bikin ser wî û Îran wekî Îran wekî Hizbulah û Libnan û Hemasê poşman dibe.”
Herwesa artêşa Israîlê jî eşkere kir, “Amadekarî ji bo bersivdanê berdewam in û Îran dê baceke mezin bide.”
Piştî gefên Hikûmeta Israîlê, Serokê Amerîkayê Joe Biden ragehand, “Israîlê maf heye bergiriyê ji xwe bike, lê eger em li cihên wan bin, em êrîşê nakin ser zeviyên petrolê yên Îranê.” Herwesa tekez jî kir ku ew dikarin xwe ji serhildana şerekî berfireh li Rojhilata Navîn dûr bikin.