Bayik daxuyaniyeke weke xwe sivk û bê nirx da

Bayik daxuyani-net

Serokê konseya rêvebera KCKê Cemîl Bayik, di 7ê Cotmehê de bi ajansa ANFê ya PKKê re hevpeyvînek kir, di vê hevpeyvînê de Bayik parnî basî qaşo “kompiloya navdewletî ya li dijî Ocalan” kir, û careke din weke erkê xwe yê hemîşeyî di beşke nirxandinên xwe yên bê nirx de basî PDKê û malbata welatparêza Barzanî kir, êdî nema tu bikarî guhdarî daxuyaniyeke berpirsekî/ê PKKê bikî û tê de êrîşa li ser nirxên Kurdan û malbata Barzanî û PDKê nebînî, çewa ku mirov nikare bêy xwarin û vexwarin bijî, wisa jî berpirsên PKKê nikarin bêy êrîşa li ser malbata Barzanî û PDKê daxuyaniyekê bidin û bijîn.

Bayik di hevpeyîna xwe de basî vegera ‘Evdilla Ocalan ya ji boy Tirkiyê kir û ev yek bi “kompiloya navneteweyî” bi nav kir, lê belê êdî ji her Kurdekî wilatparêz re eşkere bûye ku ne bi tenê ev veger kompiloyeke navnetewîy nebû, belku vegereke bi kêfa dilê Ocalan bi xwe bû, ji ber ku êdî ji wir pêde dewleta kûra Tirkiyê erkekî nû di hotela li Îmraliyê ji Ocalan re da, erka nû jî ev bû ku weke şêwrmendekî dewleta Tirk, weke taşeronê dewletê bixebite, ev yek jî di vîdyoyên Ocalan yên ku bi destê yek ji karmendên MITê hatiye kişandin û parvekirin bi zelalî tê dîtin.

Bayik û PKKe basî kîjan berxwedan û tekoşîna Ocalan dikin?!

Ji dema ku Ocalan vegeraye Tirkiyê heyanî niha, PKKe basî îşkence û tecrîda li ser Ocalan dike, lê belê ger mirov li wêneyên Ocalan binêre, bi taybetî wêneyên ku di dema seredana Demîrtaş û berpirsên din yên HDPê di medyayê de hatin parvekirin, mirov bi zelalî dibîne ne bi tenê ti îşkence û tecrîd li ser Ocalan tune, belku Ocalan di jiyaneke pir xweş de jî dijî, em vê yekê bi delîl îsbat dikîn, em ji her Kurdekî dixwazin careke bi tenê jî be wêneyên zîndaniyên zîndana Amedê li bîra xwe bînin, gelo kîjan ji wan bi qasî Ocalan qelew bû? Zikê kîjan ji wan weke tûrkê arî şor bibû? Ma qey ger îşkencyek li ser Ocalan hebûya da bi wî qasî Zikê wî şor bibe?!! Da ewqasî rûyê wî geş be? Gelo dewleta Tirk rê bi zîndanyên Amedê jî dida pirtûkan bixwînin, di zîndanê de têkilyên siyasî deynin û partiyekê araste bikin? Bê goman naaa, lê çima vê yekê ji Ocalan re dikin? Ji ber ku Ocalan taşaronê wan e, ji ber ku tişta ji Ocalan tê xwestin ji dewleta Tirk re dike, va cemîl Bayik û PKKe basî kîjan berxwedan û tekoşîna Ocalan dikin?!

Ocalan di Îmraliyê de di şert û mercên pir xweş de dijî

Ne bi tenê Apo li Îmraliyê di şertên pir zor û zehmet de, di nav bê derfetiyan de li dijî sîstema Tirkiyeyê nesekinye, belku Apo di Îmraliyê de di şert û mercên pir xweş de dijî, derfetên di dest Apoyê PKKê de ti caran, di çi dem û dewranan de di destê ti yek ji zîndanyên Kurd yên ku bi rastî jî ji boy Kurdistaneke serbixwe ketine zîndanê de nebûne û nabin jî, îmkanatên li Îmraliyê bi Apo hatine dayîn, mîna îmkanatên di hotelên 5 stêr de ne, ger mirov bi zîndana Amedê berawird bike, ev derew ku Ocalan di bin îşkenceyê de ye êdî nema gelê Kurd pê were xapandin, gelê Kurd êdî hişyare û dizane çi diqewme.

Bayikê ku mil bi milê rêberê xwe berpirsiyarê hemû pêvajoyên îxanetê yên di dîroka PKKê ya 45 salan de ye, di beşke hevpeyvîna xwe de dibêje: “Niha rastiya rêber Apo, berxwedana ku li Îmraliyê dimeşîne, hem rastiyên hemû Kurdan derxstin holê. Di xeta tevgera Kurd de, xeta xiyanetê çiye, xeta bi dijimin re hevkarî çiye, xeta welatparêzî, şoreşgerî çiye, ji mirovan çi dixwaze ev ji her alî ve nîşan da, bi her kesî da fêhmikirin. Ji bo vê rastiya mala Barzanî di aliyê Kurdan de hat fêhmikirin”. Em nizanin Bayik bi van nirxandinên weke xwe bê nirx dixwaze kê bixapîne, her kes dizane kesê ku hêjan zilehek li rûyê wî neketbe û dest bi îtîraf û xwe zelîlkirinê bike, hêjan dema di balefirê de dema dibêje, “li min nexin, dayika min jî Tirke, ez ji boy xizmeta dewleta xwe ‘Tirkiyê’ amademe” nikare bibe leheng û temsîla berxwedêriya Kurdan nake, evca rastiya Ocalan ewe ya ku di vîdyoyan de diyar dibe, rastiya malbata Barzanî jî ku ev zêdetir ji 130 salane li ber xwe didin û karîne sitatûyeke azad ji Başûr re çêkin û bibin îlhambexşên tev wilatparêzên Kurd li ber çave û her kes dizane, bi çend derew û hevokên sexte yên Bayik û partiya wî ev malbata bi rûmet, ev malbata nirxên Kurdan diparêze bi ti awa qirêj nabe.

Her Kurdekî welatparêz dizane malbata Barzanî ji boy Kurdan tekoşînê dike. Encamên berxwedana malbata Barzanî diyarin, tişta nediyar destkeftiyên wene

Belê, her Kurdekî bi rûmet, her Kurdekî welatparêz wisa fêhim dike ku malbata Barzanî ji boy Kurdan tekoşînê dike, ev rastiyeke dîrokîye û niha em li Başûrê Kurdistanê destkeftiyên bi serkirdayetiya vê malbata Kurdan bi dest xistî dibînin, lê hûn ji kerema xwe ya neyî ji me re bibêjin destkeftiyên we û serokê we yê di hotela Îmraliyê de dijî heya niha ji boy Kurdan çi bûne? Ger malbata Barzanî pêwîstiyên xwe esas girtban da bi rejîma Seddam re li hev bike, dema sedam ji Barzaniyê Nemir re gotî, dev ji tekoşîna ji boy Kurdistanê berdin bi qasî ku hûn dixwazin emê pere û milk û malê li Bexdayê bidin we, ji xwe re bibin taşaron, bazirgan û karsaz, emê pereyekî wisa bidin we ku heyanî 10 neviyên we jî bixwen nekarin xelas bikin, lê Nemir Barzanî ji Seddam re çi go? Got na em pere naxwazin, em ji boy mafên Kurdan dixebtin, em ji boy welatekî azad dixebtin û liber xwe didin û emê heya dawî nefes jî li ber xwe bidin û ber bi çiyayên Kurdistanê bi rê ket, du şoreşên mezin li dar dixistin û hud… Xwe ji boy dijimin netewand û bi ser ketin û niha encamên berxwedana malbata Barzanî diyarin, tişta nediyar destkeftiyên wene, heyanî niha ne bi tenê hûn nekarîne yek metir ji xaka Kurdistanê rizgar bikin, belku we tev Bakur, beşek ji Rojava û beşek ji Başûrê Kurdistanê jî radestî dewleta Tirkiyê kiriye.

Êdî ji her kesî re eşkere bûye, ger Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê dixwazin ji dest dewletên kolonyalîst rizgar bibin divê vegerin ser rêbaza Barzaniyê Nemir, ji ber ku yekane rêbaza ku dikare Kurdan ber bi kenarên aramiyê ve bibe û wan rizgar bike, rêbaza Barzanî ye, evca hûn çend biqîrin e hewar bikin, derewan rêz bikin û weke xwe bê nirx daxuyaniyan bidin ti feyde tê de tune, ji ber ku rastiya we ku hûn temsîla xeta îxantê li her çar perçeyên Kurdistanê dikin, ji her Kurdekî re eşkere bûye.

Pustên heman beş