Hûn tune dibin roj bi roj!!!

Hûn tune dibin roj bi roj!!!

Bûbê Eser

Perincek dibêje: ”Receb Tayib Erdogan û Dewlet Bahçelî ji bona  projeya Kurdistana mezin îqna bûne”. Gelo Perinçek çima weha got? Ji ber ku xetereke mezin li pêşberî gelê kurd e. Ji bona berê wê bide alîkî din ku Kurd li ser wê nesekine an nebînin. Ji ber vê, necamêrî ev avît ortê da ku rojeve kurdên bakurê Kurdistanê biguhere.

Tiştê Perincek û yên weke wî ku zilamên dewleta kûr in, dibêjin. Divê me re wê ji ters ango barovajî bixwîne ku fêm bike. Ji ber ku zilamê dewleta kûr bi nivîsên xwe qaso ya di dilê kurdan dibêjin!. Lê di eslê xwe de piraniya nivîsên wan ji bona dewleta wan mesaj ango sînyal in. Loma divê navaroka nivîsên kesên weha, mirov ji xwendina barovajokirina wê de, tê dighêje ku planeke xeter li hember kurdan e. Li gor baweriya min ew xeter jî wê li ser destê DEMê bê kirin ku ev jî wê Lozana dudan be.

Gelek girîng e ku miletê kurd û bi taybetî kurdên dengê xwe didin DEMê, divê haya wan ji gotin û kiryarên parlemenê DEMê yên tirk û mamosteyên Abdullah Ocalan jî hebin. Niha ew bi her awayî û yek bi yek ji bona tirkbûna Kurdan li ser destê DEMê bibe, karên berfireh dikin.

Mixabin siyasetmedarên me partî û serokên partiyên Kurdistanî ev hê fêm nekirine. Fêm nekirine ku bê Dogu Perincek û yên weke wî ku tim rê nîşanê aqilmendê dewletê didin da ku ew jî pêk bînin.

Yanî ya rast ew e ku dewlet li gel hemî kadirên xwe, vala nasekînine û dê nesekinin. Her çiqasî bakurê Kurdistanê bêdeng jî kiribin. Lê tim di şikê dene ku heger çirûskek agir pêbikeve, wê ew çirûsk wan bişewitine.

Ji ber vê ye ku hê jî karbidestên wan li ser kar in. Karê wan bi temamî têkbirina kurdan e. Lê gelo em weke siyasetmedar û partiyên kurdistanî çiqasî ji vê rewşê agahdar in?

Ez ne bawerim ku partî û siyasetmedarên me hay ji plan û projeyên wan ya tunebûna kurdan ango mehandina wan, tune bin. Heye li bi ruhekî welatperwerî li ser meselê kûr û dûr nafikirin. Heger bifikiriyana wê ji bona pêşîlêgirtina wê biketina nava hin hewldanan.

Ez bi xwe niha tu hewldanên pêşî li xeterên pêşberî gelê me bê girtinê nabînin. Hemû partî, serok û rêvebirin me yên salmezin ji halê xwe razîne. Her yek ji wan, bi xwe biliyane ku bê dê bikaribin çend rîhsipiyan bikin  heval ango terefdarê xwe.

Heger di demeke nêzîk de, Eniyek û yekitiya hêzên Kurdistanî pêk neyê, em ê rû bi rûyê Lozana dudan bibin. Ev ê jî bibe sersedema ku êdî ne sed salan dibe ku hê zêdetir jî dê kurdin bakurê Kurdistan wê nikaribin, doza mafê gelê xwe bikin.

Hezar caran mixabin ku hê jî serok û rêberên partiyên Kurdistanî yên sal mezin û ne dûrbîn, vê nabînin. Her yek ji wan bi çend mirîdên xwe pesnê xwe didin, Derdikevin ger û seyranan. Bi mebesta seredana hevalên xwe yên li ewropa dikin, kêf û gera xwe dikin. Bi temenê xwe yê mezin spîkeriya şevan dikin. Bi vê jî pêşî li ciwanan digirin û vana hemî weke xebatên ji bona azadiya gel didin nîşandan. Her weha di her hilbijartineke li tirkiyê û li  bakurê Kurdistanê jî berbi partiya li ser navê kurdan ku dixwazî kurdan bikin tirk ango DEMê direvin.

Ji ber ku piraniya partî û serokên wan her ez û ez ê difikirin, nikarin xeteriya li pêşberî gelê xwe bibînin an bixwînin. Fêm nakin ku niha ji bilî Eniyek neteweyî, tu çareseriya me weke kurdên bakurê Kurdistanê tune ye.

Ji ber ku em nikarin hêzên xwe di bin konekî neteweyî de bikin yek. Karbidestên tirk jî li gel aqilmendên xwe projeyên tunekirina kurdan, li ser destê pkk-DEMê bi kar tînin.

Em gav bi gav wenda û tune dibin. Ziman li ber sikratêye, hêjayiyên me yên neteweyî roj bi roj wenda dibe û bûne. Adet û toreyên me hema hema nemane. Li bakurê Kurdistanê siyaset jî mirî ye.

Zarok ango ciwanên bakurê Kurdistanê bê ku hay ji xwe hebin, roj bi roj berbi tirkbûnê ve diharin. Heger îro hin tişt li ser nigan mabin ew jî bi saya salmezinan e. Heger wan jî koça xwe kirin, êdî tu tiştekî me namîne.

Ji ber vê divê siyasetmedarên me, nivîs û gotinê kesên weke Perînçek baş û rast bixwînin. Ew dizanin ku çi kirine û dikin. Yên weke wî hemî kilîta dewleta kûr in. Lê mixabin yên me vê nabînin…

Serok, rêber û serkêşên partiyên ji xwe re dibêjin: Em kurdistanî ne vê dibînin lê bê deng in. Yên bi deng jî hêza wan tune ye. Loma niha tişta herî ferz ew e ku em rojekê berî rojekê li ser xeta neteweyî hêzên kurdistanî di bin konekî neteweyî de bikin yek.

Heta ku ev pêk neyî ne em ê weke kurdên bakurê Kurdistanê azadiyê nebînin. Wê her başûrê Kurdistanê jî di xeterê de be. Xurtbûna bakurê Kurdistanê, dê bibe parastina başûrê Kurdistanê. Dagirkerên me vê baş zanîn lê em nizanin û fêm nakin ku em li ber qedandinê ne…

Pustên heman beş