Çima na ji YNKê û Bafil Talebanî re

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê di demeke aloz de tên kirin ku Rojhilata Navîn bûye qada şer. Di vê rewşê de Dewletên ku Kurdistan dagirkirî hewl didin ku statûya Herêma Kurdistanê, ya herî rewa ya Kurdan, tune bikin.

Dema Kurd dengê xwe didin, di vî şerê cîhanî û Rojhilata Navîn de, divê dengê xwe bidin kesên ku dikarin Kurd û Kurdistanê biparêzin.

Partiyên wek Neweyê Nu ya Şasuwar Ebdulahwahid partiyên ku şiyana parastina Kurdistanê tune ne. Şasuwar bi xwe kesek e ku di rewşeke pevçûnê de dê yekem kes be ku welat terk bike û di deqîqeya yekem de teslîm bibe.

Rewşa YNK ê hîn xirabtir e. Ji ber ku ew jixwe teslîm bûye. Sê sozên Bafil Talebanî di mitînga hilbijartinê de diqîre, vê yekê nîşan dide.

Serokê nîqaşbar ê YNK ê, Mr. Bafil dibêje:

Ez ê Barzaniyan hilweşînim, ezê bîrên Gaza Kormor teslîmî hikûmeta Kurdistanê nekim, di meseleya maliyeya Kurdistanê de ez ê li kêleka Iraqê cih bigirim li dijî projeya Hejmara min disekinim.

Her sê projeyên Bafil Talebanî jî projeyên dijminê Kurd û paşverû yên Heşdî Şebî ne. Û Mr. Bafil li ser baskê Iraqê,Heşdî Şeibî û Îranê  beşdarî hilbijartinê dibe.

Îranê, ji bo ku hikûmeta 9 emîn a Mesrûr Barzanî teslîm bigire, dest danî ser petrola Kurdistanê, maaş birîn û bi mûşekan li Hewlêrê da. Lê dixwest di dîroka Kurdan de xencera xîyanetê ya jengî jî bi kar bîne. Bafil Talebanî wek serok pêşkêşî Kurdan kir û ji bo ku wî bihêz bike, bi Dadgeha Federal a Iraqê re qanûna hilbijartinê guherand.

Yanî Bafil Talebanî hespeke ku tê bikaranîn ji bo Iraqîkirin, Şîîkirin û Îranîkirina Hewlêrê. Ger em ji Bafil Talebanî re bêjin na, tê wateya ku em ji hespa Troyayê ya Îranê re dibêjin na.

Di vê hilbijartinê de dê du xet pêşbirkê bikin: Xeta teslîmiyetê ya ku ji aliyê Îran û dagirkeran ve tê piştgirî kirin anku YNK û xeta berxwedanê ya ku PDK pêşengiya wê dike. Na gotin ji Bafil Talebanî re, na gotin e ji kesên ku dixwazin statûya Herêma Kurdistanê hilweşînin.

Hespê Troyayê ê Îranê Mr. Bafil nikare Kurdan ji têkçûnê di şerê Rojhilata Navîn de rizgar bike, berevajî wê Kurdistanê bike qada şer a Îranê. Li Yemen, Sûriye û Lubnanê binêrin, li her welatê ku Îran li wir bûye, mirin, malwêranî û koçberî lê heye.

Ji ber vê yekê, na gotin ji Bafil Talebanî re, na gotin e ji Kurdistana ku bibe qada şerê Îranê re.

Gotinên Bafil Talebanî li dijî Tirkiyeyê jî ne nîşaneya welatparêziyê ye. Ew jî gotinên vala yên di hemêza Îran û Heşdî Şebî de ne. Yên ku Kerkûk li ber çavê gelê Kurd firotîn Iraqê, nikarin leyîzka welatparêzî li ser me bimeşînin.

Yê ku Kerkûkê difiroşe bê guman dê Hewlêrê jî bifiroşe. Ji ber vê yekê, na gotin ji Bafil Talebanî re, na gotin e ji welatparêzên sexte û yên ku axa welêt difiroşin re.

Bafil Talebanî nikare bibe Partiya yekem ew tenê dixwaze hinekî zêdetir dengan bistîne û ew bike ku Kurd di kaosa Rojhilata Navîn de bê hikûmet bimînin.

Bafil Talebanî dixwaze piştî hilbijartinê Silêmaniyê ji Herêma Kurdistanê veqetîne û Kurdan bikişîne şerê navxweyî. Ji ber vê yekê, na gotin ji Bafil Talebanî re, na gotin e ji şerê navxweyî û wêrankirina Kurdan re.

Na gotin ji Bafil Talebanî re, na gotin e ji saziyên dijminê Kurd, nijadperestên Şîî û paşverûyên Heşdî Şebî re.

Bafil Talebanî bi kesayetiya xwe ya xweperest, berjewendîxwaz û egoist xiyanet li rê hevalên xwe kir û serê wan xwar. Li ber çavên zarokên wî Hawkar Caf kuştin. Mele Bextiyar ê ku hemû jiyana xwe daye YNK ê wek paçekî avêt aliyekî. Ev mirovê bêrehm, ev zordar ê ku di rêxistina xwe de dîktator e, behsa anîna demokrasiyê bo Kurdistanê dike. Na gotin ji vî şîzofrenî re, na gotin e ji kuştinên siyasî û bêrûmetkirinê re.

Bafil Talebanî yê ku şoreşgerên Rojhilatê ji bo berjewendiyên xwe radestî Îranê dike, destûra jiyanê nade partiyên Kurdistana Rojhilat li ser sînor bimînin, ji bo her Kurdê ku ji parçeyên din ên Kurdistanê xwe spartiye Başûrê Kurdistanê jî xeternak e.

Bafil Talebanîyê ku ji bo berjewendiyên xwe bi her cureyê dagirkeriyê re her cureyê têkiliyên qirêj pêş dixe, zirarê dide têkiliyên di navbera Kurdan bi xwe de. Ji ber vê yekê, na gotin ji Bafil Talebanî re, na gotin e ji kesên ku hevkariya di navbera parçeyên Kurdistanê de xera dikin re.

Bafil Talebanî belayeke ku eniya dijî Kurdistanî dixwaze bike belayê serê hemû Kurdan.

Ji ber vê yekê, na gotin ji Bafil Talebanî û partiya wî re, na gotin e ji her cureyê lîstikên dagirkeriyê re û ji riha cahşatîya lanetî ya di nav Kurdan de. Na gotin ji Bafil Talebanî re, xwedî derketina li îrade, keramet û pêşeroja azad a Kurdan bi xwe ye.

 

Pustên heman beş