Hilbjartinê Kurdistanê û Şikesta Eniya Hîlala Şîî-Ergenekon

Hilbjartinê Kurdistanê û Şikesta Eniya Hîlala Şîî-Ergenekon

Roja 20ê Cotmeha ku hevdem bû bi salvegera dastana Pirdê ku Pêşmergeyên Kurdistanê di vê dastanê de artêşa sê dewletên dagîrker têk birin, xelkê Kurdistanê careke din bi dengên xwe xewnên xayin û xakfiroşan pûç kirin. Ev hilbijartin li gorî hilbijartinên berê di atmosfereke demokratîk a modern û pir aştiyane de pêk hat. Rêjeya beşdarbûnê jî ji jimareke baş derbas bû û binpêkirin kêm bûn.

Hemû dirûşmên ku daxwaza hilweşandina Herêma Kurdistanê û tunekirina PDKê dikirin, têk çûn. Xelkê Kurdistanê êdî di serdema hişmendiya neteweyî ya bilind de dijîn.

Yên ku li dijî PDKê slogana tunekirinê bikar anîn, divê sibe careke din ber bi Pîrmamê biçin û neçar bimînin ku li pêşiya PDKê xwe biçemînin.

Di dema kampanyaya hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê de, hin partiyan zimanekî kirêta bazarê bikar anîn. Zimanê ku ji kesayetên siyasî zêdetir dişibihe taybetmendiyên dijûnkerên kolanan. Dirûşmên hemû partiyan ji xeynî PDKê wêranker bûn. Diruşmên wan ji bo wê bû ku xelkê Kurdistanê û bi taybetî jî nîfşa ciwanan bêhêvî bikin. Lê belê, ev slogan û zimanê bazarîya ku wan bikar anî, di dawiyê de bû sedema têkçûnên mezin ji bo van partiyan. Li hemû cîhanê di dema kampanyayên hilbijartinan de gelek caran daxuyaniyên tund ji aliyê aliyên hevrik ve tên bikaranîn, lê ya ku YNKê di vê hilbijartinê de kir, tenê rûreşkirina pêvajoyê bû. Ji ber ku ya YNKê kir ne propaganda bû, heqaret û exlaqê bazarê bû.

Xelkê Kurdistanê qonaxa berê ya baweriya bi nelirêtiyê di kampnyaya hilbijartinê de derbas kiriye. Nifşa niha nifşekî hişmend e. Nifşeke ku dixwîne, bi gelek zimanan diaxive û teknolojiyê herî baş bikar tîne, nifşeke ku ji bo pêşerojê xwediyê raman û bername ye.

PDK di vê hilbijartinê de li gor telîmatên Serok Mesûd Barzanî zimanekî bi temamî demokratîk û nûjen bikar anî. Zimanekî ku bê gotin û bersivên tund bû. Tu rêveber û organên fermî yên PDKê bersiv nedan heqaret û sûcdarkirinên partiyên din. Her çend partiyên din li dijî PDKê pir xerab axivîn û gelek sînor derbas kirin jî, lê sibe dema ku dûbare diçin cem PDKê divê serê xwe bitewînin û lêborînê bixwazin. Îca PDK wan efû dike yan na, ev erkê PDKê ye.

PDK erka bersivdana aliyên din sparte xelkê serbilindê Kurdistanê û xelk jî li ser sindoqên dengdanê ji mafya, terorîst û bazirganên madeyên hişber re gotin: hûn Nakarin.

Di vê hilbijartinê de terorîstên PKK bi rêya alîgirên xwe û çend rûpelên sexte li ser torên civakî wisa nîşanî xelkê didan ku vê carê dawiya PDK ye û pêkhateya destûrî ya Herêma Kurdistanê têk diçe. Heta çapemeniya Ergenekonê jî pir reklama YNKê kir.

Di hilbijartinên berê de tenê Îran û Heşdî Şabî alîkariya YNKê dikirin, lê vê carê Ergenekon û JÎTEMê ku di salên 1990’î de ji kuştina 30 hezar Kurdên Bakûrê Kurdistanê berpirsyar in, medyaya xwe xistibûn xizmeta YNK’ê.

Tişta ku PKK kir pir normal e ji ber ku PKK ev 45 sal in ji bilî terorîzekirin û dijminatiya miletê kurd tiştekî din nekiriye. PKK weke her car erka xwe bi cih anî, careke din Enqere û Tehranê piştrast kir ku heta PKK hebe, ew her dem amade be ku bi dilsozî armancên dagirkeran pêk bîne.

Rojnamevanên PKKê ku ji aliyê YNK’ê ve li taxên Kurdsat, Bextiyarî û Raperînê yê Silêmaniyê odeyên operasyonê ji wan re hatibû vekirin, bi hemû hêza xwe hewl dan xelkê bixapînin bi taybet Kurdên Bakurê Kurdistanê, ji ber ku hemû xebatên wan bi zimanê Tirkî bûn. Lê dema encam û serkeftina mezin a PDKê hat ragihandin, hemû vegeriyan şikeftên Qendîlê û nekarîn tiştekî binivîsin. Ew pereyê ku YNKê ji bo vê odeya operasyonê terxan kiribû, ji pereya dahata sînorên Silêmaniyê bû ku YNK vê pereyê didize û malê xelkê Kurdistanê ye.

Yek ji mijarên ku herî zêde bû cihê nîqaşê, meseleya zêdebûna dengên tevgera Newey Niwê bû. Lêbelê, ev ji bo min ne surprîz bû. Ji ber ku mirov heta li vê deverê nejî, nikare sosoyolojiya mirovên wira fêm bike. Dengên ku Newey Niwê bi dest xistine, piraniya wan dengên Tevgera Gorranê ne. Eger em li dengên Tevgera Gorranê yên di vê hilbijartinê de binerin, em vê rastiyê bi zelalî dibînin. Herwiha ji bo cara yekê 450 hezar dengdêrên nû dengê xwe bi kar anîn, hinek ji wan dengderê nû dengên xwe dane Newey Niwê. Ev terora hizirî ya ku ji sala 1964’an û vir ve li vê deverê li dijî PDKê didome, sedemeke mezin e ji bo partiyên din da ku dengan bidest bixin.

Bi salan e partiyên din PDKê bi dîktatoriyê tohmetbar dikin û îddîa dikin ku PDK xelkê neçar dike ku dengê xwe bidin wî. Her wiha gelek caran dihat îdiakirin ku kesên ji derveyî Herêma Kurdistanê dengên xwe didin PDKê û PDK ji van dengan sûdeke mezin werdigire.

Ev hilbijartina ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî û nûnerên welatên cîhanê de hat kirin, ev hemû gotegot pûç kirin. PDKê di vê hilbijartinê de dengên xwe gelekî zêde kir. Li gorî hilbijartinên 2018’an PDK 230 hezar dengên zêde bi dest xistiye. Helbet bidestxistina van dengên zêde asta hişmendiya ferdê kurd diyar dike ku êdî rastiyê dibînîn û guh nedin nûçeyên şaş û propagandayên populîst. Bi giştî PDK di vê hilbjartinê de zêdetirî 800 hezar deng bidest xist. Herwiha 100 hezar dengderên PDKê jî ji ber pirsgirêka şopa tiliyan nekarîn dengê xwe bidin. Eger wan jî deng bidana, ew ê PDK zêdetirî 900 hezar deng bidest bixista.

Ev hilbijartina demokratîk û serkeftî yê Herêma Kurdistanê careke din nîşana raya giştî ya navneteweyî da ku Herêma Kurdistanê mînakeke serkeftî ya desthilatdarî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê êdî çalakvan û opozisyonên sexte nikarin vê pirsê weke çekeke kirêt li dijî neteweya Kurd bikar bînin.

Di dîrokê de rastiyek heye ku dijberên PDKê her tim vê rastiyê ji bîr dikin. PDK ne tenê partiyeke siyasî ye, di heman demê de dibistana kurdayetiyê û ramana netewî ye. PDK hêza xwe ji îradeya netewa Kurd digire. Ji ber vê yekê kesên ku îddîaya tunekirina PDKê dikin, divê pêşî dawî li neteweya Kurd bînin, ji ber ku PDK neteweya Kurd bi xwe ye. Yên ku di navbera 78 salan de li dijî PDKê xwe ceribandin, niha di nava çopê dîrokê de ne. Lewma weke Kurd dibêjin: Aqilmend ew e ku ji dîrokê ders werdigire û xeletiyan dubare nake.

Divê kabîneya dehem a hikûmeta Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî kabîneya paqijkirina Kurdistanê ji teror û bazirganiya madeyên hişber be. Divê kabîneya nû Silêmaniyê ji terorîstên PKKê û vê nearamiya ku li vê deverê heye paqij bike. Îro yek ji sedemên vê aloziya ku li vê deverê heye, hebûna PKKê ye. Yên di bin navê penaberên siyasî de li wir dijîn, hemû kadro û endamên PKKê ne. Di paşerojê de ger bajar ji vana neyê paqijkirin, dê bibin metirsiya herî mezin li ser asayîşa netewî ya Kurdistanê û pêşeroja ciwanan.

Rênimayiyên Serok Mesûd Barzanî yên di dema kampanyaya hilbijartinan de û dengên xelkê Kurdistanê li ser sindoqan tekez li ser wê yekê kirin ku xelk Kurdistaneke dûrî teror û madeyên hişber dixwazin. Vê carê dê yek parlamento, yek hikûmet, yek biryar û yek hêza Pêşmerge hebe.

Qonaxa niha avakirina kabîneya dehemîn a hikûmeta Herêma Kurdistanê ye. Hikûmetek yekgirtî ya neteweyî ya bihêz. Yek hêza Pêşmerge û yek biryar. Lê belê berovajî kabîneyên berê, vê carê hikûmet dê bibe hikûmeteke ku her partiyek li gorî rêjeya dengan û kursiyên parlamentoyê meqamê werbigire. Êdî serdema 50+50 bi dawî bûye.

YNK di kempînên hilbijartinan de gelek caran behsa serrastkirina hevsengiyê hêzê dikir û armanca YNKê jî ji vê gotinê vegerandina serdema 50+50 bû. Lê partiyeke bi 23 kursiyan çawa dikare daxwaza nîvê meqam û hêzê bike? Ev binpêkirina demokrasî û nirxên azadiyê ye. Eger di salên borî de ji ber hin metirsiyên herêmê û pirsgirêkên navxweyî sîstem 50+50 bû, niha rewş cuda ye û qonaxeke din e. Ji bo PDKê ev sîstem ji zû ve bi dawî bûye. Partiyeke siyasî nikare bi roj bibe desthilatdar û bi şev bibe muxalefet. YNKê di kabîneya berê de ev yek dikir. Lê ew serdem qediya.

Niha çavê hemû dinyayê li ser avakirina hikûmeta nû ya Kurdistanê ye. Heta Amerîka, Neteweyên Yekbûyî û welatên cîhanê jî ev yek bi eşkere anîn ziman. Di nava hevkêşe û guhertinên li Rojhilata Navîn de, hebûna Kurdistaneke bi hêz hem li hundir û hem jî li derve pêwîstiyeke dîrokî ye. Di vê navberê de erkê mezin û dîrokî jî li ser milê PDKê ye.

Serkeftina dara berû ya Kurdistanê pîroz be.

Dilovan Ali