Dara Bilek
Piştî serokê MHPê Bahçelî deste berpirsên DEMê di parlementoyê de girtî û merhaba dayî wan, daxûyaniyek din da û gotibû ; Bila Ocalan werê Parlementoyê di gruba DEMê de biaxive û ragihîne ku, “teror xilas bûye û PKK hatiye teswîyekirin“..
Ev yek di rojeva siyasî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de wek destpêka pêvajoyek nû hate nirxandin. Medya Kurdî gelek li ser vê pirse sekini û gelek kesayet, siyasetmedar û rewşînbîr û aliyên siyasî di vê derbarê de dîtinên xwe gotin. Heta hinek kesan îdia kirin ku, dewletê li gel Abdullah Ocalan lihevkirinek kirye yanî li hevhatiye û Ocalan protokola li hevhatinê rêkiriye Qendil û gotiye eger hun qebûl bikin bikin, hun qebûl nekin jî me lihevkirye û ezê reda we bikim.
Bê guman ev yek heta wek vê gavê îdiaye, lê ne îdiayek valeye jî.Gerek ev yek bi gelek awaya bê nirxandin. Li vê dere helwesta DEMê, û PKKê gelekî girîng e. Herweha helwesta serokê bere yê HDPê Selahatin Demirtaş gelek bi zelalî hate ragihandin. Dema çalakiya çekdarî ya PKKê li Enqere hate kirin, Demirtaş daxûyaniyek da û dibêje: “Zihniyeta ku hewl dide lêgerîna çareseriya pirsgirêkên me bi axaftin, diyalog û siyasetê bi xwînê biqedîne, bila bizane ku ger Ocalan însiyatîfê bistîne û bixwaze rê li ber siyasetê veke, em ê bi hemû hêza xwe li pişt wî bin. Em ê ti nêzîkatiyên ku siyaseta demokratîk û lêgerîna aştiyê pûç bike û bê îrade bike, qebûl nekin. Divê her kes hesabên xwe li gorî wê bike. “Em ê ti carî destûrê nedin ku dengê kesên aştiyê dixwazin vê carê ji kê bê bila bê girtin.”
Wek din DEM hêja ne zelal e. Dixweyê hêviya helwesta reveberiya PKKê ya bi yendengiye. Ji ber ku herçikas daxûyaniyen xwe de behsa pêwistiya pêvajoyek nû û helwesta Ocalan bikin jî lê ne zelalin. Dibêjin : Ka bila Ocalan biaxive da em bizanin çi dibêje. Halbukî Parlementerê DEMê û biraziyê Abdullah Ocalan dema serdana Îmralî kirî peyama Ocalan gelek bi zelalî gihandiye berpirsên DEMê. Lê heta wek vê gavê Qendil ne zelal e. Berpirsên PKKê hinek daxûyaniya didin lê didin kifşkirin jî “ biryara ji dev çekan berdin ne ya Ocalan e ya reveberiya PKKê ye ya wanin ku ewin çek di deste wan de ye“
Heta her çikas PKK beje ku, çalakiya Enqere ne di vê pêvajoyê ve girêdaye jî, gelek vekirî dixweyê ew çalaki bi awayek bersiva helwesta Ocalan bi xwe ye. Hewldaneka sekindaina pêvajoyek destnepêkiri bi xwe ye.
Di vê derbarê de gerek rola çepên ku di nava DEMê de neye pişguhkirin. Di nava DEMê de helwesta çepan û tarybetî ya çepên Tirk gelekî girîng e.
Parlementê DEMê yê Diyarbekirê Cengîz Çander di parlementoryê de li ser navê DEMê axavtinek kir û di axvtina xwe de bûyera ku li Kazana navçeya Enqerê hatî kirin wek “ bûyerek Teroristî “ bi nav kir. Ev yek jî gelekî balkêş bû. Ji ber ku endamên HDP&DEMê gelek çalakiyên PKKê yên çekdarî teswîp nekirine û heta radeyekî şermezar kirine, lê ev cara yekem e ku bi “Teroristî“ nav dikin.
Ji aliye dewletê ve peyam zelalin, dibêjin ku, ev ne pêvajoyek a çareseriyê ye, ev pêvajoya “xilaskirina terorêye “ .
Lê daxwaziyek gelemperî di nava siyasetmedarên û aliyên siyasî de heye ku, dibêjin ev şer ne şereke ku, feydeyekî dide doza azadixwaz a Kurdistanê, berevajî kurd zererê ji vî şerî dibinin. Divê PKK yek alî ji dev çakan berde û bikeve di nava siyasetek bê çekdarî da ku, rêya diyalog û siyasetek demokratik vebe.
Di rastiya xwe de, di destpêkê de axavtina Bahçelî û daxûyaniyên wî di vê derbarê de şokek peyda kir. Kesek ne li hêviyê bû ku, daxûyaniyek bi vî awayî ji aliye Bahçeli ve werê dayîn.Ev yek siyasta Erdogan û dewletê bi xwe ye bi tene bi deve Bahçelî anîn ziman. Baweriyek hebû ku, Erdogan divê gavna bavêje lê Bahçelî astenga herî mezin e. Dixweyê Erdogan bi metodên xwe bi awayekî ev yek çareser kiriye.
Niha bûyerên ku di vê derbarê de rûdayîn vekirîne. Her kes yan aliyek gotina xwe dibêje. Ji berî her tiştekî, li Tirkiye, li Kurdistanê û Rojhilata Navîn de baronên Şer naxwazin PKK ji dev çekan berde. Ihtimale ku, bandora hinek aliyan li ser rêveberiya PKKê ji ya Ocalan jî gelektirbe her demî heye.
Bawerim Abdullah Ocalan vê “pêvajoyê“ ji bo xwe wek şansekî dawî dibine û dixwaze PKK ji dev çekan berde û rewşa wî jî bê guhertin. Eger PKK daxwaziya Ocaln red bike, Ocalan amadeye ku, li ba xwe reda PKKê bike. Veca ev yek di warê siyaseta PKKê de çi li gel xwe tîne mirov nizane.
Ji aliyek din gelek vekirî, ev pêvajoya behsê tê kirin, ne pêvajoya bi awayekî ya çareseriya pirsa Kurd e. Pêvajoya “Azadkirina Ocalan û teswîyekirina PKKê ye“
Ji ber ku dewlet jî dizane ku, Ocalan û PKK bi tene nûnertiya hemû kurdan li bakurê Kurdistanê nake. Ji bilî PKKê, aliyên din ên siyasî hene, dezgehên sivîlên Kurda hene û ji hemûyê girintir girsehiyeka Kurda heye ku reda siyaseta PKKê dike, heat beşek ji Kurdan ku doza çareseriyekî dikin lê behtir nêzî siyaseta dewletê ne. Gerek ev yek berbiçav bê girtin.
Xalek din heye ku, ji bilî hinek çalakiyên car bi cara, şerê PKKê bi giranî li başûrê Kurdistanê ye. Niha hêza çekdar a PKKê li başûrê Kurdistanê ye. Gerek ev yek bê dîtin ji xwe şerê di nav artêşa Tirka û çekdarên PKKê li başûr e.
Em ji bîr nekin ku, siyaseta dewletê ya rojavayê Kurdistanê jî sedemek bingehî ya destpêka vê diyalogê ye.
Dixweyê dê heja gelek gotubêj, nirxandin û şirove li ser vê pêvajoyê bene kirin. Lê ji bo zelelbûna encama vê destpêke hîn jî demek derbas dibe.
Lê bawerim bi her awayî bêdengkirina çekan û sivilezikirana PKKê dê bikaribe bibe destpekeka amadebûna zeminek baştir û biçek bêjî demokratiktir ji bo siyaseta bi rêya diyalok û bi karanîna metodên demokratik. Kurd dê behtir bikaribin zemînek demokratiktir de daxwaziyên xwe bînin ziman û ji bo destxistina mafên xwe yên netewî bitekoşin.