Nûrî Çelîk
Bav û kalên me ji berê de gotine “bextê Romê tuneye û nanê Tirkan li ser kaba wan e”. Ji 1071 şerê Melezgirê bigirin heta bi 1514 şerê Çardêranê, ji wir bigirin heta bi damezirandina dewleta Osmanî (Etmanî), û ji Osmanî bigirin heta bi îro (Komara Tirkîyê) Kurd tenê bi tiştekî hatine xapandin (helbet ji bêaqilîya me Kurda e). Bratîya Kurd û Tirkan û bratîya ummetê (îslamê). Îro jî bi van çîrok û demogojîyan dixwazin Kurdan bixapînin, wan li dijî Amerîka û Îsraîlê, li dijî plan û projeyên wan, li dijî guhertina nexşeya Rojhilata Navîn û îhtîmala zayîna Kurdistanek serbixwe Kurdan bikin mertal.
Îro gotin û helwesta Serokkomarê Tirkîyê Erdogan û şirîkê wî Devlet Bahçelî wek dubare û sêbarekirina lîztik û xefikên dewleta Osmanî dixuyin. Di 1514an de, di şerê Çardêranê de, Padîşahê Osmanî Yavuz Sultan Selîm bi soz û qewlên bratîya Osmanî û Ummetê, bi rêya Idrîsê Bedlîsî eşîr û mîrekên Kurd kişandin alîyê xwe û zora hikimdarê Safevî Şah Îsmaîlê Îranê bir. Di dîrokê de Kurdan xwe dabe alîyê kê, bi ser ketine. Kurd di Rojhilata Navîn û di nav sînorên dagîrkerên Kurdistanê de hebûn û hêzek berbiçav in. Dewletên wek Amerîka û hevpeymanên wê jî bi alîkarî û canfedayîya Kurdan li herêmê pişta DAÎŞê şikandin. Heger Kurd nebûna wê îro DAÎŞ li herêmê di çi rewşê de ba, wê li çend welatan desthilatdar ba, kes nizane. Helbet Erdogan, Bahçelî û aqilmendên wan jî vê yekê dizanin û dibînin.
Erdogan û Bahçelî ji alîyekî destê bratîya Kurd û Tirkan, destê bratîya Ummetê dirêjî Kurdan dikin, behsa bratî û aştîyê dikin, behsa pêvajoyek nû dikin, ji alîyê din înkara hebûna Kurdan dikin, êrîşî wan dikin, zimanê wan qedexe dikin, wan davên zindanê, gund û bajarên wan bi serê wan de dirûxînin. Yanî, ji ber cîh li wan teng bûye, wek dema Osmanî û Lozanê, dixwazin Kurdan bi soz û qewlên sergirtî, şahîk û girover bixapînin, wan ji plan û projeyên Îsraîl û Amerîkayê, ji beşdarîya guhertina nexşeya herêmê û serketina Projeya Mezin a Rojhilata Navîn (BOP) dûr bixin. Her çiqasî berî çend salan Erdogan gotibû „Ez Hevserokê Projeya BOPê me“ jî, siyaseta ku îro li dijî Amerîka û Îsraîlê dike û dimeşîne cîhê pirs û gumanê ye. Ev siyaset û dijayetî taktîk e yan stratejîk e helbet emê di pêşerojê de bibînin.
Çima dibêjim „Gelo wê aqûbeta bavpîrên me bê serê me?„
Nizanim ne di xwîna me de heye, nizanim ne em mêzîn û siyaseta dinyayê nizanin yan nikarin bipîvin, nizanim ne hinekan li ser me xwendiye û nalet li me barandiye, em Kurd bi gotin û sozên xelkê zû dixapin û zû tên xapandin. Heger em soz û lîztik, dek û dolabên Dewleta Osmanî deynin alîyekî, piştî têkçûna Osmanî û damezirandina Komara Tirkîyê jî ev xulqê xapandinê ji hiş û laşê me derneketiye. Me ji paşeroja xwe, ango ji rabirdûya xwe ders û tecrûbe dernexistiye û xuya ye emê îro jî dernexin. Wek dibêjin, kesên ku ji dîroka xwe dersê wernegirin, nikarin pêşeroja xwe jî bibînin.
Dîrokzan û akademîsyenê Amerîkî Nicholas (Nick) Danforth di daxuyanîyek xwe de dibêje: „Dema me Dewleta Osmanî parçe kir me fersenda damezirandina dewletê da Kurdan, lê Kurdan şerê me kir„.
Aha rastîya me Kurdan di van çend gotinên Nick Danford de ye.
Ji Şerê Cîhanê û heta îro gelek caran fersenda dewletek serbixwe ket destê Kurdan, yan jî Ingilîzan dan Kurdan, lê me ew fersend ji destê xwe revandin. Çi di pêvajoya Lozanê de be, çi di têkilî û şerê bi Şêx Mahmûdê Berzencî de be, Ingilîzan fersenda dewletbûnê da me. Lê wek min li jor jî got, soz û qewlên sexte, çîrokên bratîya Osmanî-Tirkan em ji rê derxistin û xapandin. Ingilîzan xwestin Qralîyeta Kurdistanê bidin Şêx Mahmûd Berzencî û Kurdistanek girêdayî Brîtanyayê damezirînin. Lê telgrafa ku Ataturk ji 13ê Tebaxa 1919an de ji Şêx Mahmûd Berzencî re şand, her tişt serûbinê hev kir û fersenda ku Ingilîzan dida Kurdan badilhewa çû. Ataturk jî di telgrafa xwe de wek rayedarên îro behsa bratîya Tirk û Kurdan, behsa bratîya Ummetê û şerê li dijî Ingilîzan dikir. Îro jî rayedarên Tirkîyê bi heman gotin û sozên şahîk û girover, li dijî guhertina nexşeya Rojhilata Navîn, li dijî planên Amerîka û Îsraîlê û li dijî Kurdistanek serbixwe Kurdan sor dikin.
Destê ku îro Erdogan û Bahçelî dirêjî Kurdan dike ne ji bo aştîyek mayînde û naskirina heq û hiqûqê milletê Kurd e. Ji bo dilê Kurdan xweş bikin û di armanca xwe de bi ser bikevin. Ji bo bigihên armanca xwe dibe ku qîma xwe bi hinek gavên piçûk wek perwerdeya mafê bi zimanê Kurdî ( ew jî heta astekê), guhertina navên gund û bajarên Kurd, eşkerekirina gor û mezelên mezelên mezinên Kurd (wek Şêx Saîd, Saîd Riza, Saîdê Kurdî û wekî din) bînin. Lê naskirina nasnameya Kurdî, guhertina makzagonek ku di berjewendîya Kurdan de be, aştîyek rasteqîn tenê çîrokên dubarekirî ne.
Ev plana ku di asasê xwe de plana dewleta asasî (dewleta kûr) e, ku CHP, DEM û Ocalan jî pê re ye û bi destê Erdogan û Bahçelî ketiye rojevê, bi armanca sê asasan tê meşandin.Yek jê, dixwazin di hilbijartinên pêşerojê de Erdogan carek din wek serokkomar bidin hilbijartin. Dudo, ji bo neyên darizandin, ji bo dernekevin pêşberî Dîwana Edaletê û neyên desteserkirin, dixwazin di meclîsê de bi dengên DEMê û hinek wekîlên CHP, bi dengê 360 wekîlan makzagonekê li gor hesab û berjewendîyên xwe çêkin. Sisê û ya herî girîng jî, dewlet dixwaze PKK a ku guhdarîya Ocalan nake, PKK a ku ji kontrola Ocalan û dewletê derketiye û ketiye bin kontrola hêz û dewletên din, dîsa têxe bin kontrola xwe û wê li dijî parçebûna Sûrîye û Îranê (Kurdistanek federal yan serbixwe) bike bend û asteng. PKK îro çar grûp in. Grûpa Tirkîyê Ocalan û DEM, Grûpa Îranê (Qendîl), Grûpa Rojava PYD û Grûpa Ewropayê KCK. Her çiqasî hemû alî Ocalan ji xwe re wek serok bibînin jî, Ocalan tenê wek sembol ji xwe re bi kar tînin û kes nema guh dide Ocalan. Helbet ev yek ne di berjewendîya dewleta Tirk de ye.
Heger Sûrîye parçe bibe wê bibe sê herêm. Herêma Kurd, Herêma Sunî û Herêma Alewî (malbata Esad û Alewîyên din), Yanî, sê federasyon yan jî sê dewlet. Herweha li Îranê jî heman tirs heye. Parçebûna Îranê dîsa wê bi xwe re Kurdistanek federal yan Kurdistanek serbixwe bîne û wê Îran bibe 3-4 parçe (Kurd, Azerî Belûcî û Ereb). Ji xwe sedema ku serokkomarê nû yê Îranê Mesûd Pezeşkîyan gotibû „Heger em nebin yek wê Kurd Kurdistanê damezrînin, wê Îran parçe bibe û dewletek bi navê Îranê namîne„ ev tirs e. Û tirsa dewleta Tirk jî heman tirs e. Helbet dewleta Tirk ne xeşîm e, xwedîyê aqilekî kûr û serpêhatîyek sedê sala ye. Dizane ku piştî Îranê wê dor bê wê jî. Ji ber vê, ji niha de hesabê xwe û 50 salên pêş dike û bi desteka Kurdan dixwaze bi kevirekî 3-çar çûkan bikuje.
Desthilatdarîya ku îro van hesab û planan dike, ne tenê Kurdên Bakur, herweha dixwaze Kurdên Başûr jî, bi taybet PDK û Barzanîyan jî bike hevpar û şirîkê plan û projeyên xwe. Piştî banga Bahçelî û Erdogan, serdana Enqerê ya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ne belasebeb e. Xuyaye li vir erk û misyonek dane Nêçîrvan Barzanî jî. Heger hat û birastî PKK çek danî, li Başûr ji bo bicîhkirin û misogerkirina rêvebir û çekdarên PKK, Barzanî wek qasid û garantor tê dîtin yan tê amade kirin. Û herweha heger şert û mercên herêmê kamil bûn, îhtîmala ku Barzanî û PDK herêma ku di bin desthilatdarîya wan de ye (ji derveyî YNK û herêma wê) bi Tirkîyê re federasyonekê çêkin û têkevin bin kontrola wê jî. Ev jî îktîmal û pêşbînîyek pêşerojê ye.
Bi kurt û Kurmancî; xwedê bikim aqûbeta bavpîrên me neyê serê me. Divê em aqûbeta bav û kalên xwe neynin serê xwe û ji xelkê re nebin peya û pêlîztokên heman çîrokên bratîyek xeyalî. Bratîya rasteqîn bi fermî û zagonî naskirina nasname, ziman, dîrok û hebûna Kurdan gengaz e. Bi naskirina heq û hiqûqê Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê ye gengaz e. Heger li ser vî asasî destek dirêjî Kurdan bibe helbet divê em wî destî bigirin û bihejînin. Yan na, destê ku dîsa wek berê li ser asasê tunekirin û înkarkirina Kurdan bê dirêjkirin, ji dek û dolab, û ji xapandinê pê ve ne tu tişt e wesselam…
“Nivîs bi tevahî ji fikr û ramanên nivîskar pêk tê. Darka Mazî tenê nivîsê diweşîne”