Aştiya malbata Şenyaşar û Yildîz di bin sîbera ala Tirkiyê de: Aştiya bê edalet û bi zorê ne aştî ye

malbat

Di 14 ê Hezîrana 2018 an de li Rihayê bûyereke trajîk qewimî. Di navbera malbata Yildîz ya AKP ê û malbata Şenyaşar ya HDP ê de di nav sûkê de pevçûnek derket. Pevçûn heya nexweşxaneyê dom kir û du endamên malbata Şenyaşar li nexweşxaneyê hatin kuştin. Kamerayan ewleyî bûyer tomarkiri bû lê dîmen hatin dizîn, malbata Yildîz ji aliyê dewletê ve hatin parastin. Emîne Şenyaşar a ku mêr û du kurê xwe winda kir û kurek wê jî hat zîndanî kirin bi mehan li ber Dadgeha Rihayê çalakî lidarxist. Bêedaletiyeke mezin û êşên giran hatin kişandin.

Di encamê de, tam di dema ku nîqaşa pêvajoya çareseriyê tê kirin de, girtiyên her du aliyan jî hatin berdan. Piştî wê yekser danûstandinên aştiyê di navbera malbatan de dest pê kir. Û bi lez û bez bi encam bû. Duh di bin ala Tirkiyê de xwarina aştiyê hat xwarin û hat gotin ku pirsgirêk hatiye çareserkirin. Yanî aştî pêk hat. Gelo aştî wiha çêdibe?

Di rastiyê de tu aştî-maştî di holê tune ye. Tiştê ku bê edalet e û bi zorê ye navê wê ne aştî ye. Li holê ne edalet heye û ne jî lihevkirina du malbatan. Li holê destên veşartî yên ku ji aliyê dewlet û HDP ê ve tevdigerin hevdîtin kirin, li hev kirin, di nav nîqaşa pêvajoya çareseriyê de vewijartina rêyekê pêwîst bû. Wan xwest mijarên ku ji bo wan ne girîng in ji holê rakin. Malbata Şenyaşar a ku zirareke mezin dîtiye, ji bo parastina endamên mayî yên malbatê neçar ma her tiştî qebûl bike. Navê tiştê ku hûn neçar û bêçare qebûl dikin ne aştî ye,bêsemyanî ye.

Çîroka malbata Şenyaşar, çîroka her kesê ku ji şerê PKKê û Artêşa Tirkiyê zirar dîtiye vedibêje. Mexdûrên rastîn ên bûyerê tenê û tenê neçar dimînin biryarên ku destên veşartî digirin cîbicî bikin. Ewqas êş hatine jiyîn ku êdî mirov li edaletê nagerin, dibêjin bila şer bisekin çi dibe bila bibe û hevdîtinan ji bo xwe wek çareya yekane dibînin.

Û biryaran ne yên mexdûr bûy, lê destên veşartî û kesên ku tu têkiliya bi mijarê re tune ne didin. Di pevçûna Artêşa Tirkiyê û PKKê de kesên ku tu zirar nedîtine, berevajî dewlemend bûne û pile û post bi dest xistine, wek Ehmet Tirk û Sirrî Sûreyya li ser navê malbatên mexdûr diaxivin û biryaran didin. Ji mexdûran re jî – ji ber ku çareyek din tune ye – tenê qebûlkirin dimîne. Gelo heman buyer hatiba serê malbata Ehmet Tirk da vê şêwazê aştîyê qebûl ket?

Di xwarina aştiyê ya bi navê malbata Şenyaşar de ya herî zêde ez aciz kirim ala Tirkiyê bûn. Ala Tirkiyê yên pir mezin hatibûn daliqandin. Madem du malbatan hev kuştiye û mijar ne siyasî ye, çima hûn alaya Tirkiyê di daliqînin? Madem her du malbat jî bi alaya Tirkiyê ve girêdayî ne, çima we hev kuşt? Li holê neçariya malbatên mexdûr, bêhişiya wan û bi zanebûn Kurd xistina bin alaya Tirkiyê ji aliyê yên ku li ser navê Kurdan siyasetê dikin ve.

Aştiya bi zorê ya malbata Şenyaşar dişibe aştiya bi zorê ya pirsgirêka Kurd û Tirkan. Li holê edalet tune ye, destekî veşartî li ser navê mexdûran biryar daye, nayê zanîn di bin perdê de çi bazarî hatiye meşandin, nayê zanîn destkeft garantiya vê aştiyê çi ye, mexdûr neçar maye qebûl kiriye. Ji qayyûmên dewleta Tirk Sirrî Sûreyya Onder û Ehmet Tirk re jî tenê şanoya xwe baş lîstin maye…

Aştiya bê edalet ne aştî ye, navê wê mehkûmîyete.