Ev 2 sal in medyaya PKK ê radigihîne ku PDK ê di reva Evdila Ocalan a ji Îtalyayê de rol lîstiye û dibêjin, “PDK parçeyek ji komploya navneteweyî ye.” Ev yek Ji ber ku PKK bûyeran ne li gorî rastiyan, li gorî siyaseta xwe vedibêje, tê fêmkirin. Niha jî îdia dikin ku hemû xerabiyên li cîhanê û Kurdistanê bi destê PDK ê tê kirin. Li gorî wan PDK sedema tsunamî, şerên cîhanê, erdhej, qûlbûna tebeqeya ozon, kuştina endamên PKK û krîza aborî ya cîhanê ye. Ev demek e digotin “PDK nehişt ku serokê me li Îtalyayê bimîne.” Bi îhtîmaleke mezin ewê vê derewê bifroşin û piştî demekê bibêjin, “Hêzên PDK ê Serokê me li Kenyayê girtin û birin Tirkiyê.
Zûbeyir Aydar serê xwe ji nava civata jinan û tabaka xwarinê derxist û axivî.
Zûbeyir Aydar yekem car derewa “PDK ê nehişt Ocalan li Îtalyayê bimîne û dosya da Îtalyayê” kir. Zûbeyir Aydar ne mîmarê vî karî ye, rêvebiriya PKK ê ji wî re got wiha bibêşe. Bi rastî, ew ne ew kes e ku hişê xwe ji jinan û xwarinê bigire û li ser tiştên pir siyasî bifikire. Yên wî nasdikin dizanin. Lê ew hate erkdarkirin bo van gotinan û PKKeyîyan jî bêşerm û bêheya vê derewê dubare dikin.
Ji ber ku Ocalan di sala 1998 an de ji Şamê derket û wek îro înternet tunebû, bi îhtîmaleke mezin endamên PDK ê jî wek her kesî ji radyoyê mijara wî bihîstin. PDK tu carî hewl nedaye ku PKK ê ji tu derê derxîne. Di rastiyê de, berovajî vê, PKK her tim bi xêra xwe dostê PDK ê destnîşan kirinê xwe gihandiye cihekî. Niha jî bi îxaneteke mezin a û bêwefayî bersiva PDK ê didin.
Barzaniyan kampanyayên ji bo Ocalan îmze kirin
Beriya her tiştî ji sala 1990 î heta îro PDK tu carî nebû partiya ku despêk êrîşî PKK ê kiriye. Yê ku her tim êrîşî PDK ê dike û guleya yekem diavêje PKK ye. Herwiha Serok Barzanî ji yekem kêliya girtina Ocalan de peyamek belav kir û tê de got: “Çiqas xemgîn bû ku Kurdek bi vî awayî hat girtin. Heta Ocalan hate girtin jî di navbera PKK û PDK ê de şer û pevçûn hebû. Piştî ku Ocalan hat girtin, PDK ê bi xemxûrî xwest şerê di navbera wan û Pkk de bisekine. Di şerê sala 2000 an de di navbera YNK û PKK ê de heke PDK neba endamên PKK ê da navbera Îran û YNK ê de fatisin.
Ji bo kampanyaya “Ocalan îradeya min a siyasî ye” ku di salên 2005-2008 an de ji bo Ocalan hatibû destpêkirin, li Hewlêrê û Duhokê bi destûra PDK ê stand hat vekirin û bi hezaran îmze hatin komkirin. Kampanyaya îmzeyan a ji bo Ocalan di Gulana 2013 an de hatibû destpêkirin, li ser navê PDK ê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û wezîrên PDK ê ve hate îmzekirin. Serok Barzanî bi xwe jî diyar kir ku ew ji rewşa Ocalan gelek bandor bûye û got,” ez naxwazim Kurdekî di girtîgehê de bibînim.” Barzanîyan ev 40 sal in li dijî PKK ê tifaq pêk neanîn, tenê bersiva êrîşên li ser xwe dan.
PKK, efsaneya bêwefatî û xiyanetê ye
Weke kesekî ku ev 45 sal in PKK ê dişopînim û dîroka wê baş dizanim, ez ji we re bibêjim ku hûn li PKK ê çi bikin bila bikin, di dawiyê de bi qasî qenciya ku we kiriye hûn ê bibin mexdûrê îxanetê PKK ê. Tu prensîbên PKK ê yên exlaqî û wefadarî nînin. Yekane prensîb berjewendî ye, dost û heval tenê di gotin de ya. Ocalan tê girtin, rêxistina xwe difiroşe, gerîlayên xwe difiroşe, gava rêxistina wî hewcedar bû hevalên xwe difiroşe, pkk serûbinê xwe bêwefayî û bêbextî ye. Xiyaneta PKK ê efsane ye…
Kê Ocalan radest kir? Tenê yê ne sûçdar Dewleta Tirk e…
Belê, niha PKK dijminatiya PDK ê dike loma jî her tiştê ku were serê Apo rasterast PDK weke gûnehbar dibîne. Carekê di gotin “PDK ji pergala Îmraliyê berpirsyar e.”
Weke me got, 25 sal derbas bûne û hîna jî lêkolînan dikin ka kê Ocalan teslîm kiriye. Besê Hozat îsal derket ser dikê û got, “Yewnanistan, Misir, Fransa, Îsraîl û Emerîka li dijî Rêberê me komplo pêk anîn, rola Îranê tenê nebû.” Bese Hozat ji berk u di bin sîyana Îranê dijît bêguman wan weke dost pênase dike. Û ji ber hin sedeman PKK û Ocalan ku ev 25 sal in her kesî sûcdar dikin, tenê dewleta tirk sûcdar nakin. Lê belê du sûcdar û planker sereke hebûn: Ocalan û dewleta Tirk.
Tu delîlên dîrokî û belgeyî nînin ku endamên PKK ê PDK ê bi pirsgirêka Ocalan tawanbar bikin. Hezar tiştên baş ên ku PDK ê ji bo Ocalan kirine hene, lê belê yek xerab jî li gel Pkk ê nekirî ye. Lê gelek belge hene ku Ocalan bi ser daxwazîya xwe çûye Tirkiyê. Belge hene ku di saniyeya ewil de gotiye “Dayika min tirk e, ez dixwazim xizmeta dewleta tirk bikim”. Zûbeyir Aydar yek ji wan kesan e ku vê yekê herî baş dizane…