Ufuk Uras li gel Dewlet Bahçelî civiya û ragehand: Ji bo proseya nû amadekariyên cîdî hene

Ufuk Uras li gel Dewlet Bahçelî civiya û ragehand: Ji bo proseya nû amadekariyên cîdî hene

Li hemberî alozî, tevlihevî û egerên şer, daxwaz û bangên aştiyê derdikevin pêş. Di Forma MEPS24 de wek gotara destpêkê Serok Barzanî got, sedsalan siyaseta tunekirina kurdan encam negirtiye, lê Kurd jî bi  şer bi temamî negihiştine armancên xwe. ji ber vê pêwîstî bi aştî heye. Li aliyê din akademisyen û siyasetmedar Ufuk Uras piştî hevdîtina li gel Dewlet Bahçelî ragihand, ji bo proseyê amadekariyên cidî hene û ew çaverê dike gavên girîng bên avêtin. Lê Cîgirê serokê Fraksiyona AK Partiyê dibêje di rojeva wan de lêborîna giştî û bo zimanê dayîkê guhertina destûrê nîne.

Destpêkirina proseyeke nû bo pirsa Kurd li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê, di Forma Aştî û Ewlehî ya Rojhilata Navîn MEPS de mijareke giring bû. Serok Barzanî di gotara xwe de behsa girîngiya aştî li navçe û Kurdistanê kir û got, rewşa her parçeyeke Kurdistanê cuda ye, ji ber vê nêzîkatî jî cuda dibe, lê nabe teror wek rêyeke çareserî bo pirsa Kurd were bikaranîn.

Proseya nû yekê cotmehê li parlamentoya Tirkiyê bi Serokê Giştî yê MHPê Dewlet Bahçelî hatibû rojevê. Akademîsyen û parlamenterê berê yê BDPê Ufuk Uras serdana serokê MHPê kir û got, di proseyê de sarbûnek heye û wî xwestiye lezî bidin proseyê.

Uras piştî hevdîtina li gel Bahçelî ragihand: “Amadekariyeke cidî heye. Hemahengiya hevpeymaniya Cumhur heye û pêşniyar ji Erdogan bo Bahçelî hatiye. Lê nexşerêya çareserî nine. Çaverêdikim, demên pêş ji lêborîna giştî heta pêngavên destûrî hin gav bihên avêtin.”

Uras piştî hevdîtina li gel bahçelî, Bi hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Şaredarê Mêrdînê Ehmed Turk ku hatibû dûrxistin re, hevdîtin encam da. Li gor îdîayan, Ehmed Turk û Sirrî Sureya Onder dê serdana Bahçelî bikin.

Li aliyê din, Cîgirê Serokê Fraksiyona AK Partiyê Ebdula Guler ragihand, di rojeva wan de bo zimanê kurdî guhertina destûrê nîne û ew li benda aliyan in ku pêşniyarên xwe pêş bixin. Guler her wiha got, lêborîna giştî jî di rojeva wan de nîne û lêborînên heta niha sûdmend nebûne.

Pustên heman beş