Muxalefetên çekdar ên ku li Sûriyeyê li dijî rejîma Beşar Esed operasyonan pêk tînin, Şam a paytext bi temamî xistin bin kontrola xwe. Di dema ku Fermandehiya Artêşa Sûriyê ji efserên xwe re ragihand ku rêjîm ketiye, lê heta niha nayê zanîn ku rêya Beşar Esed li ku bû dema ji Şamê derket. Serokwezîrê Sûriyê Mihemed Xazî El-Celalî jî ragihand ku ew amade ne bi her rêveberiyeke ku ji aliyê gel ve were hilbijartin re hevkariyê bikin
Komên çekdar ên opozisyonê ku roja Înê 27ê Mijdarê li Sûriyê dest bi operasyonekê li dijî rêjîma Beşar Esed kiribûn, şeva borî piştî Heleb, Idlib, Tel Rifat, Hemayê û Humsê Şam a paytext kontrol kirin, bêyî ku di çend rojan de rastî ti berxwedanekê bên.
Di dema derketina hêzên artêşa Sûriyê ji Firokexaneya Navdewletî ya li Şama paytext, ku opozisyonê piraniya wê kontirol kiriye, li gorî zanyariyên herî dawî ketine destê Reutersê, Fermandehiya Artêşa Sûriyê ji efserên xwe re ragihandiye ku rêjîma Esed ketiye.
Muxalefeta Sûriyê paytext kontrol kir, Beşar Esed ji Şamê derket
Ajansê her wiha daxûyakirin ku Serokê Sûriyê Beşar Esed ji Şamê derket û çû cihekî nediyar. Piştî geşedanan ji Serokwezîrê Sûriyeyê Muhammed Gazî El-Celalî daxuyaniyeke rexnegir hat.
Muxalefeta Sûriyê paytext kontrol kir, Beşar Esed ji Şamê derket
Muhammed Gazî El-Celalî diyar kir ku ew amade ne bi her rêveberiyeke ji aliyê gel ve were hilbijartin re hevkariyê bikin û got, “Ez li mala xwe me, ez ê piştgiriyê bidim veguhertina hikûmetê. Banga parastina saziyên dewletê dikim.”
Endamên opozîsyona Sûriyê yên ku ketin Şamê gotin, “Şam niha ji Esed rizgar bûye”. Li hêleke din, Hêzên rêcîmê çekên xwe danîn, di nav de firokxaneya Şamê ya navdewletî. Opozisyonê ragihand ku Şam ji destê Esed hatiye rizgarkirin û got ku “rojên reş derbas bûne”. Muxalefetê ragihand ku nêzîkbûna saziyên giştî yên ku dê di bin kontrola serokwezîrê berê de bimînin qedexe ye.
Di axaftinên xwe de ji Sûriyên li derve re, opozisyonê bang li wan kir ku vegerin Sûriyê azad. Girtiyên zindana Sednaya ku bi îşkencekirin û kiryarên nemirovane yên li dijî Sûriyê dihatin naskirin, ji aliyê opozîsyonê ve hatin berdan.
Li Şamê gel li Meydana Emewiyan dest bi pîrozbahiyê kir. Bi hezaran kesên ku li navenda bajêr kom bûn dirûşmeyên li dijî rejîma Esad berz kirin.
Pevçûn di navbera hêzên rejîma Esed û komên çekdar ên dijî rejîmê de di 27ê Mijdarê de li gundewarê rojavayê parêzgeha Helebê li bakurê Sûriyê dest pê kir. Komên dijberê rejîmê ku di 30’ê Mijdarê de piraniya navenda Helebê ji destê hêzên rejîmê standibûn, di heman rojê de tevahiya Idlibê xistin bin kontrola xwe. Koman navenda bajarê Hemayê di 5ê Kanûnê de piştî pevçûnên dijwar ji hêzên rêjîmê standibûn.
Komên dijî rejîmê dest bi pêşdeçûnê kirin bi girtina hin niştecihên parêzgeha Humsê ya girîng a stratejîk, ku ber bi paytext Şamê ve vedibe. Opozisyona leşkerî ya ku di 6ê Kanûna Duyem de dest bi operasyonekê li parêzgeha Dera ya Sûriyê li ser sînorê Urdunê kir, navenda parêzgehê ji hêzên rêjîmê paşde stand piştî pevçûnan. Tevahiya parêzgeha Suweydayê ya li başûrê welêt di 7ê Kanûnê de di bin kontrola komên opozîsyonê de bû. Di heman rojê de, dijberên xwecihî li Quneytra jî navenda parêzgehê kontrol kirin.
Komên ku li başûrê rojavayê Şamê li dijî hêzên rejîma Esed bi pêş ve diçin, di 7ê Kanûnê de jî derbasî taxên başûrê paytextê bûn. Li parêzgeha Humsê, ku ji paytextê re vedibe, hêzên dijî rejîmê navenda bajêr di 7ê Kanûnê de kontrol kiribûn.