Bûbê Eser
Roja welatê me perçe kirin û li hev parvekirin, hedef û armanca dagirkeran ew bû ku hêdî hêdî kurdan ji ziman û adetên wan dûr bixe da ku weke kurd nemînin.
Ji ber ku dagirkerên me baş zanîbûn, miletê ji adet û zimanê xwe dûr bikeve ew milet, ew gel jî dê rojekê tune bibe.
Li ser vî asasî wan dest bi kuştin, qirkirin û wêraniya kurdan û welatê wan kirin. Her dagirkerekî bi serê xwe, lê li gor hedef û armanca hatibû destnîşankirin tade, zilm û zoradarî li kurdan kirin û hê jî dikin.
Li vê cîhanê zilm, zordarî û wehşeta ji teref dagirkeran anîbûn serê gelê me. Li tu dereke din nehatiye serê tu miletan. Lê tu miletan jî bi qasî kurdan li ber xwe nedane.
Li Zîndanên Iraqê yên Tirkiiyê yên Sûrî û yên Îranê binerin û bibînin di wan de çi anîbûn serê Kurdan. Bê çawa di nava wan çar dîwarên ku nedihiştin deng û hawara kurdan belav bibe, dianîn û anîbûn serê, rêber û rewşenbîrên wan. Siyasetmedar û zanên wan, di wirde ya kuştin ya jî bê deng kirin. Lê divê kurd ji bîr nekin ku zîndanên PKK jî ne kêmî yên dagirkerên me ne.
Her rûxandina dagirkerekî me, bi me û cîhanê dide zanîn ku bê wan çi anîbûn û tînin serê Kurdan. Rohanî li wan girtiyên welatparêz kiribûn û dikin şevreş, Gelekan bi salan ronahî nedîtin. Ji bîr kiribûn ku şev û roj heye an na. Di zîndanên pkk de jî heman tişt hene û hebûn.
Piştî rûxandina Iraq û Sûrî di wan zîndanên wan yên binerd de, hate dîtin ku bê girtiyên kurdan çawa di wan de can dabûn û hatibûn kuştin an darvekirin. Em dizanin ku li Bekayê û li kampên pkk jî bi sedan heta bi hezaran ciwanên kurd di ber hîçekê de hatin kuştin û li cihên ne diyar hatibûn binerdkirin.
Lê di vî sed salî de dîsa kurdan li ber xwe dan. Ziman û adetên xwe ji bîr nekirin. Zimanê dagirkeran nexistin devê x we û li ser koka xwe mezin bûn heta ku pkk derxistin.
Pkk projeya têk birina hebûna kurdan bû ku di dawiya sed salan de hemî kurd bibin weke dagirkerên xwe. Ango ziman û adetên kurdan têk bibin. Wan ji wan dûr bixin. Loma jî pkk hatibû ango damezrandibûn
Her rûxandinek dagirkerên me, dibe ronahiya şevreşa ku kurd tê de jiyabûn. Eva sed sal derbas bû ku kurd hê jî di bin zilm û zodariya dagirkeran de dijîn. Dudo çûn ma dudo… Lê roja dawîanîna pkk jî wê bê diyarkirin ku kiryar û bûyerên wan ne kêmî yên dagirkeran bûn ku li hember kurdan bi kar anîbûn û tînin. Ewên jî yek bi yek bêne eşkere kirin.
Ava serê Iran û tirkiye jî dikele û dora wan ne zêde dûr e. Piştî Sûrî vê carê dora Îranê ye. Em ê bi xêr rûxandina wê bi çavên xwe bibînin. Lê qela herî mezin û zor tirkiye ye. Ji ber ku tirkiyê xwedî hin awantajên baş in. Yek endama Nato ye. Dudo namzetê ber endamê Yekitiya Ewropa ye. Sisê hêzek kurdan ya neteweyî tune ye.
Niha tirkiye vê rewşê baş dizane û têgihiştine ku ev ê ji wan re nemîne. Loma dixwazin weke peymana Lozanê careke din bînin serê Kurdan. Ew jî ev e.
Li ser navê PKKDEMê dixwazin kurdan, bêtir bakurê Kurdistanê bê tesîr bikin û kirine jî. Ji ber ku yekîtî û hevrêziya tevgerên welatparêz yên li bakurê kurdistanê tune ye. Tirkiyê wê hewl bide ku DEMê bike berpirsê kurdan û li ser navê wê ku ew jî tiştekî naxwaze, peymaneke weka ya Lozanê bidin îmzekirinê. Ha wê çiqasî bi serkeve, ev hê ne zelal e.
Piştî ku PKK damezrandin xwestin ku li ser destê wê hemî hêjayî û adetên kurdan têk bibin da ku kurd ji Kurdbûna xwe dûr bikevin û ew jî weke kêmneteweyên din bibin tirk. Xwestin tirkbûna kurdan jî li ser destê PKK pêk bînin. Li gor baweriya min li bakurê Kurdistanê heta dereceyekê bi ser jî ketine.
Dîsa li gor min serketina pkk ji tunebûna hêzek kurdan ya neteweyî û ne li hevkirina wan ya li ser xeta neteweyî bû. Ji xwe nebaweriya hin partiyan ku carna li gor berjewendiyên sexsî û rêxistinê xwe nêzîkî pkk dikin ku ev jî dibe sedem ku hêzên kurdan nikarin di bin sîwaneke neteweyî de yekîtî û yekrêziya xwe pêk bînin.
Gotina min talî ew e ku divê partî, rêxistin û tevgerên siyasî yên bakurê kurdistanê ji nûde li hev vegerin. Xwe bi temamî ji pkk û hemî rêxistinên wê û ji partiyên xwe nêzîkî wê dikin û kiribûn dûr, li ser xeta neteweyî eniya xwe damezrînin.
Dem û dewran weke çemê dicle û firatê diherike. Divê kurdên bakurê Kurdistanê destên xwe yên bratî û neteweyî zû bikin yek. Heger li tirkiyê jî rûdaneke çê bibe, bila hêza wan ya ku wê gelê xwe bê altarnatîf nehêle amade be.
Ya na wê li ser destê DEMê li gor hedef û armanca PKK ya ku dagirkeran damezrandibûn, hemî hêjayî û hebûnên kurdan bikin qurbana komara tirkiyê. Heger ne ji piştgiriya kurdan be, tirkiyê nikare xwe zêde li ser nigan bihêle. Ji ber ku ji roja damezrandina xwe û heta niha li ser destê kurdan bi alîkarî û piştgiriya kurdan hebûna xwe parastiye. Çi dema cih li wan teng bûye, kurd kirine brayê xwe. Di firehiyê de jî qetlîam, kuştin û wêranî anîne serê kurdan…