Seyhmus Özzengin
Di ser reva dîktatorê Sûrîyeyê re mehek derbas bû. Diktatorekî dest bixwîn û zalim bû. Ev dîktator hat guhertin. Mixabin tenê guhertina dîktatorekî bi serê xwe nayê wateya “şoreşek”ê!
Şam bi operasyonek îstîhbaratî ket destê HTŞ (Heyetil Tahrîr El-Şam). Li sûrîyê tenê serokatî hatîye guhertin. Hemû bingeha hêzên dewletê, artêş, Îstîhbarat û brokrasîya dewletê dinav de, têt parastin. Tiştê ku di 08.12.2024 an de li Sûrîyê bû, têkçûna hêz û dewletên ku piştgirî didan rejîma Sûrîyeyê bû. Esad tasfîye bû. Yanî serokê Sûrîyeyê hat guhertin.
Kî bûn ev hêz?
7ê Cotmehê, bû pêngava guhertina herêmê bi xwe. Şerê ku di navbera HAMAS û Îsraîlê de destpê kir, di eslê xwe şerekî di navbera rejîma Îslamîst a Îranê û Îsraîlê de bû. Hemû proksîsên bi ser Îranê (Hamas, Hizbullah, Hûsîyên Yemenê, milîsên Îran yên li Sûrîyeyê, Haşdî Şabî) ve beşdarî vî şerî bûn. Bi beşdarbûna Hizbûlah re, şer Libnan jî girt nav xwe û di vî şerî de pişta HAMAS û Hizbullahê şikest. Rejîma Sûrîyeyê, wek binkeya van hêzên wekaletê bû hedefa Îsraîlê. Rewşa Îran û Bereya Îslamî li herêmê aloz bû û ber bi şikestinê ve çû. Biryara guhertina rejîma Sûrîye bi lez derket holê!
Xwedî biryaran, bi rêka HTŞ, bi operasyonek îstîhbaratî Esed mecbûr kirin ku ji Şamê derkeve û Esed revîya çû Rusyayê. Şam ket destê HTŞê. Ev hat wateya têkçûna hemû hêzên wekaletê û piştgirên rejîma Sûrîyeyê. Rûsîya, Îranê, Rejîma Sûrîyeyê û hemû hêzên Bereya Îslamî, ku di bin stratejîya Şoreşa Îslamî de beşdarî şer dibûn li Sûrîyeyê têk çûn.
Di vê guhertinê de Tirkîye xwe avêt ortê. Wek ku xwedîyê operasyona guhertina desthilatdarên Şamê ew bi xwe ne tevdegerîyan. Lê di eslê xwe de nerast e. Dema ku ev grûbên HTŞ li derdorê İdlibê di bin dorpêçekê de hatibûn îzole kirin, divêtîya wan bi Tirkîyê re hebû. Lê piştî ku Şam girtin destê xwe ew îzolasyon li ser HTŞ nema. Îmkanên têkilîyên bi derve re berfireh bû. Ew mecbûrîyeta bi Tirkîyeyê re jî bidawî hat. Tirkîye, mîna ku xwedîyê Sûrîyeyê ye tevdigere. Lê di eslê xwe de ne wihaye! Ku HTŞ, proksisek Tirkîyeyê bûna, niha Artêşa Sûrîyeyê û Îstîhbarat tasfîye bibû. Demekî ne wek ku tirk xwe davên ortê ye.
Hêza li Sûrîyeyê, ku di destê Tirkîyeyê de maye Artêşa Milî a Surîyeyê ye. Tirkîyê, vê hêzê li henber kurdan bikar tîne. Ev hêz, heta niha di nav HTŞê de bi fermî cîh negirtîye. Bi carekê de li gor ajendeya tirkîyeyê tevdigerin.
Li Sûrîyeyê niha Rewş çi ye?
Bi reva Esed re, İsraîl Parastina ezmanî, çekên balîstîk û yên giran yên Sûrîyeyê ji %86 jiholê rakirîye. Di destê artêşa Sûrîyeyê de ji %14 çekên giran mane. Di vê rewşê de li Şamê îstîkrar tineye. Rewşa hêzên ku dinav HTŞ de cîh digirin pir tevliheve.
Li herêmê Îsraîlê dokrîna xwe guhertîye.
Berê Îsraîl li gor nîyeta dewletên dijminên Îsraîlê tevdigerîya. Niha li gor kapasîta wan a şer tevdigere. Îsraîl, bi kapasîta wan a şer ve eleqedere. Ev jî guhertina dokrîna Îsraîlê a li henber dewletên herêmê bi xwe ye.
Îsraîl, hêza ku herî pir di derheqa Şamê de xwedî agahî ye. Di virde a girîng ewe ku wê Îsraîl van agahîyên îstîhbaratî bi kîjan dewlet û hêzan re parvebike!
Îsraîl, li Sûrîyeyê ji hêla leşkerî de biser ket û netîce jî girt. Niha jî dixwaze ku Kurd û Durzî li Şamê destê wan xurt bibe, ji ber ku piştgirê Kurd û Durzîya ye û hebûna destxurtbûna Kurd û durzîyan li Şamê, destê îsraîlê jî xurt dike.
HTŞ dixwaze têkilîyên xwe bi dewletên Kendavê û rojavayîyan re deyne û bi wan re bixebite. Berê li herêma İdlibê tecrît û mahkûmî tirkan bûn. Lê piştî ku Şam girtin destê xwe, ew mahkûmîya wan a têkilîyên bi Tirkîyeyê re ji holê rabû. Êdî saha wan a têkilîyan, derîyê bahrê ji wan re çêbû. Ez bawerim ev awantaj, wê têkilîyên HTŞ bi tirkan re bisînor bike.
Herêmên ku niha di destê HSDê de ne, bi teşwîk û piştgirîya Emerîka çêbûye. Wê Emerîka navbera kurdan û HTŞ çêke. Mîmarê vî karî Emerîka ye. HTŞ di têkilîyên bi kurdan re pir dîqat dike. Naxwaze bi grûban re şer bike, dahatek di vî şerê nav grûban de tineye. Zû bi zû wê HTŞ nêzîkî şerê bi Kurdan re nebe.
Wê HTŞ li angora mêzêna hêzan tevbigere. Lihevhatin û Şer îhtîmala herdûyan jî ji%50 ye. Ku di navbera HTŞ û HSD de şer derkeve, wê pir xwîn birije.
Emerîka zû bi zû nêzî federasyonek bi PKK re nabe. Ez dikarim bêjim di ajenda Emerîka de bi PKK re avakirina federasyonekê li Sûrîyeyê tineye. Wê di vî warî de HSDê û hêzên din yên Kurd bikar bîne. Di ajendeya hêzên bi ser PKKê de bi kurdan re xebata ji bona Kurd û Kurdistanê tineye. Di dîroka PKKê de tifaqeq bi kurdan re ji bona Kurd û Kurdistanê ava nebûye. Bi her cûre millet û grûban re tifaq meşandine, lê bi hêzên kurdan re ev nebûye.
Niha bandora vê ajendeyê li Başûrê Rojavayê Kurdistanê jî dimeşe. PKK nahêle hêzên Rojavayê Kurdistanê, bi kurdan re nêzî hemahengîyek bihev re xebatê bibin. Nahêle ku kurdên Rojavayê Kurdistanê bi Îsraîlê re jî têkilîyên xwe deynin. Ev jî destê kurdan li Şamê zêîf dike.