Di 11ê Çileyê de PKK’ê li Parîsê meşek ji boy bîranîna Sakîna Cansiz û hevalên wê yên hatîn qetilkirin, lidar xist. Di vê meşê de derzek di dîroka PKK’ê de hat jiyandin, li pêşiya meşê wêneyê Mezlûm Ebdî cî girt, PKK’ê ti carî ji derveyî Ocalan û kesên jiyana xwe ji dest dayîn wêneyê kesekî din bikar naîne, di meşên PKK’ê de hemû slogan û wêne bi rengekî navendî tên diyarkirin, rakirina wêneyê Mezlûm Ebdî jî biryara hevbeş a Rêveberiya PKK’ê bû, sebebê vê biryarê jî ev bû pêwîstiya PKK’ê bi Mezlûm Ebdî û Rojava hebû ji boy ku binkeftina xwe pê binuximîne.
PKK’ê li Bakurê Kurdistanê tevahî sengerên xwe yên leşkerî ji dest dane, cihên ku PKK’ê bi Herêmên Parastina Medya jî bi nav dikirin ji dest dane, PKK’eya di bin îdareya Cemîl Bayik de piştî sala 2013an bûbû amûrekî ajandeya Îranê, paşketina siyaseta Îranê ji boy PKK’ê şokek çêkir, di niha de jî di destê PKK’ê de bi tenê Şengal û derdorên Silêmaniyê mane. PKK’e niha dizane ev jî wê bi awayekî dem dirêj jê re nemîne, loma da ku bikaribe xwe ji vê binketinê xelas bike dixwaze karîzmaya Mezlûm Ebdî ji xwe re weke maskeyekê bi kar bîne, PKK’ê di tevahiya dîroka xwe de ji derveyî Ocalan û hin endamên xwe yên damezrîner rê neda ti kesek derkeve pêş, heta di qada siyasî ya legal de jî rêgirî li kesên weke Osman Baydemîr û Selahattîn Demîrtaş jî kir û ew ji siyasetê diskalifiye kir.
PKK’ê qebûl nekir Mezlûm Ebdî jî derkeve pêş, hetta sala 2021an postê Fermandariya Giştî a HSD’ê jî ji wî wergirt, lê belê Amerîkayê ev yek qebûl nekir, Mezlûm Ebdî sereray PKK’ê bi piştevaniya Amerîkayê û welatên Rojava karîzmaya xwe bi dest xist, ev derza ku di nava PKK’ê de bi navê Mezlûm Ebdî çêbûy gaveke dîrokî ye, eger Mezlûm Ebdî nekeve di nava ajandaya veşartî ya PKK’ê û di Rojava de bikaribe hemû kurdan hembêz bike û bi Rêveberiya Herêma Kurdistanê re di nava hevkarî û yekîtiyê de tev bigere ewê bikaribe di rûpelên dîrokê de rolekî baş bilîze, heger wiha nebe û nekaribe çemberê PKK’ê bişkîne, ewê weke agirekî ka zû bivemire, êdî biryara Mezlûm Ebdî bi xwe ye, yan ewê bibe kadroyekî PKK’ê, yanjî wê bibe pêşengekî tekoşîna rewaya kurdan.