Li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hevdîtineke girîng pêkhat. Serok Barzanî û fermandarê giştî yê HSD’ê Mezlûm Ebdî civîyan û peyama yekîtîya kurdan dan. Ev hevdîtin bo xalek ku medyaya herêmî û cîhanî foksa xwe bixin ser vê nûçeyê, heman demê kurdan jî di medyaya civakî de ev hevdîtin bi kêfxweşiyeke mezin pêşwazî kir. Medyaya dagirker û nehezên Kurdan nerazîbûna xwe li hember vê civînê ragihand, a balkêş helwesta medyaya PKK’ê bû ku bi awayekî tev geriya ku ti girîngî bi vê civînê neda.
Hevdîtina serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ku bi balkefreke Amerîkî hatibû Hewlêrê, nîşaneya vî tiştî bû ku kurd di nava aloziyên Rojhilata Navîn de di nava lêgerîna yekîtiyê de ne, ev lêgerîna kurdan ji aliyê hinek nehezên kurdan weke çepên Tirk û nîjadperestên dagirker ve biçûk hat dît û xwestin vê hevdîtinê bê wate nîşan bidin, lê gelek balkêş bû ku PKK’ê jî heman helwest li hember vê hevdîtinê nîşan da.
Ajansa Rojnews ya PKK’ê ku li Silêmaniyê weşanê dike, weke manşet nivîsand ku Mezlûm Ebdî li Hewlêrê ye û di naveroka nûçeya xwe de jî got, “Ebdî hatiye ku bi hin aliyên kurdan re hevdîtinan çêke” û navê serok Barzanî di nûçeya xwe de derbas nekir, heman demê di nûçeya xwe de got PDK’ê îtîfaq bi Tirkan re heye û êrîşên Tirka şermezar nake. Bi vî şêwey xwest ku qîmeta hevdîtinê biçûk nîşan bidin û hêviyên kurdan ji boy yekîtiyê jî tune bikin.
Weşana PKK’ê ya bi navê ANFê ku weke weşaneke navendîye ev hevdîtin di beşa xwe ya Tirkî de bi tenê bi çar risteyan bas kir, heman ajansê di beşa xwe ya Îngilîzî de got, “Mezlûm Ebdî wê bi gelek aliyên kurdî li Hewlêrê hevdîtinê pêk bîne” wan xwest bi vî awa veşêrin ku Mezlûm Ebdî bi tenê ji boy hevdîtina bi serok Barzanî re hatiye Hewlêrê. ANFê jî weke Rojnews xwest vê hevdîtinê weke hevdîtineke ji rêzê bide nîşandan.
Piştî hevdîtinê bi çend saetan dîmenên vê hevdîtinê hatin weşandin, bi hezaran kesan li ser sosyal medyayê vîdeo û wêneyên hevdîtinê parve kirin û gotin, dîmenên hêviya kurdan, lê belê medyaya PKK’ê ev dîmen jî parve nekirin.
Rojnameya PKK’ê ku li Ewropayê weşanê dike, Yeni Özigüri Politika yek nûçe jî li ser vê hevdîtinê çênekir, rojnameya PKK’ê Yenî Yaşam ku li Tirkiyeyê weşanê dike yek nûçe li ser hevdîtinê parve kir û tê de got, “fermandarê HSD’ê Mezlûm Ebdî ku pirr caran bangewaziya yekîtiyê dike, hat Hewlêrê û bi aliyên kurdan re hevdîtin çêkir.”
Di medyaya civakî de kurdan hetta sempatîzanên PKK’ê jî bi hevdîtina serok Barzanî û Mezlûm Ebdî pirr kêfxweş bûn, lê belê medyaya PKK’ê ku kakilka PKK’ê ye weke layengirên xwe nedifikirî, ev ragihandina PKK’ê ku diçe cem qebîleyeke Afrîka û wêneyê Ocalan dide dest wan û nûçeyekê li ser çêdike, hevdîtina dîrokî ya Hewlêrê bi tenê bi 4 risteyan parvekir, ev jî ji boy têgihiştina helwesta PKK’ê pir girîng e.
Medyaya PKK’ê, PKK’e bi xwe ye, em dikarin vê encamê derînin ku li cem kesên PKK’ê birêve dibin, hevdîtina serok Barzanî û Mezlûm Ebdî ji nedîtîve tê û wê helwesta xwe ya li dijî PDK’ê û Barzanî berdewam bikin, belê em yekîtîya netewî ya kurdan dixwazin û ji ber vê yekê ji destpêka pêvajoya Sûriyê û Esed ve hemû nûçeyên li ser PKK’ê û Rojava em dehan caran ji safokê re derbas dikin piştre em parve dikin, û em naxwazin di ti cîhekê de ti tiştekî li dijî ti kurdekî binvîsînin. Tevahî kurdên welatperwer vê hestiyariyê nîşan didin, hetta kurdên ku bawer dikin û dizanin ku Ocalan sîxûr e jî mafê xwe yê bêdengiyê bikaranîn û rexneyên xwe ji boy demekî din hilgirtin.
Lê belê PKK’e berevajî vê yekê tevgeriya, ragihandina PKK’ê niha jî her roj li dijî PDK’ê, pêşmerge û Barzanî xeberên nefretê parve dike, hikûmeta Îraqê dixwaze dest dane ser petrola kurdan ya Kerkûkê ku mafekî kurdan yê dîrokî ye, lê medyaya PKK’ê deholê bo hikûmeta Îraqê lê dide û bergiriyê li wan dike, mûçeyê fermanberên Herêma Kurdistanê nayê rêkirin, û Îraq dixwaze kurdan bi aboriyê tehdîd bike, PKK’e ji vî tiştî jî Hikûmeta Herêma Kurdistanê berpirsyar dibîne, yanî em ji hevdîtina Serok Barzanî û Mezlûm Ebdî hêviyeke mezin digirin û em dibêjin ji boy yekîtiya kurdan pêşketineke mezin e, lê belê PKK’e heman hest û heman hewlestê bi me re najî.
ji wan kesên ku PKK’ê baş nas dikin re ev helwest ne soprîzeke, ji ber ku di tevahiya dîroka PKK’ê de helwesta wan ji boy yekitiya kurdan diyar e, weke encam em dikarin bibêjin ku helwesta medyaya PKK’ê nîşan dide ku PKK’e ji sala 2012an heyanî niha siyaseta xwe ya ku li Rojava Yekîtiya Kurdan naxwaze berdewam dike, PKK’e wê dîsa dijberiya xwe ya li hember Barzanî berdewam bike, nahêle ku di nava kurdan de preke hevdîtinê çêbibe û ev kurdên bi rastî yekîtiyê dixwazin divê vê helwesta PKK’ê bibînin û li dijî PKK’ê helwesta xwe diyar bikin, eger ev helwesta PKK’ê neyê rawestandin, yekitiya kurdan wê tenê bibe gotineke xweş û ti bingeheke bihêz jê re çênabe.