Hewalgîrya YPGê endamê ENKSê Ismaîl Hac kuştiye

endamê ENKSê Ismaîl Hac -info

Hewalgîrîya YPGê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê, endamekî ENKSê piştî ku li pêncşemyia rabûrî revandî, ew qetil kir û cesedê wî avêtin sînorê Qamişloyê.

Îro roja duşemî 20 Çileya 2025ê cenazeyê Ismaîl Hac Fetah yê endamê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûryê ENKSê li devera Tirbespiyê li sînorê Qamişloyê hat dîtin.

Çavkaniyên taybet yên Darka Mazî eşkere kirin ku sê rojan berê Ismaîl Hac Fetah ji hêla hewalgîrîya YPGê baskê PKKê yê Rojava Kurdistanê hatibû revandin, loma jî dibe ji hêla vê sazîya PKKê ve hatibe qetil kirin.

Ismaîl Hac Fetah ji şêniyên gundê Mûsa Gewra ya ser bi Çil Axa ve ye, endamê Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûryê ENKSê bû, erka wî li baregeha ENKSê ya li Çil Axa bû.

Endamekî ENKSê li sînorê Qamişlo hat kuştin

 

Pustên heman beş