10 saliya rizgarkirina Kobanî ya ku Kurdan mil bi mil hev nehiştin bê dagirkirin, pîroz be. 10 sal berê keç û kurrên Kurdên çar parçeyên Kurdistanê bedenên xwe bo Kobanî kirin mertal û rê li dagîrkirina bajêr girtin. Kobanî di dîroka nêz a Kurdan de xaleke girîng bû. Beriya her tiştî Kurdan piştî bi dehan salan hêza xwe ya li hemberî dijminekî hevpar mil bi mil nîşan dan. Ya herî girîng jî, rawestana li dijî dagirkirina Kobanî îspat kir ku Lozan wek peymaneke ku ne karîye ruhê Kurdan dagirbike.
PKKê nehişt ku ruhê Kobanî berdewam bike
Ji bo ku îro li çar parçeyên Kurdistanê pirsgirêkên dijîn û li dijî dagirkerî û mêtingeriyê rawestin, ya pêwîstiya Kurdan bi ruhê Kobaniyê ye. Eger yekitiya Kurdan a ku di sala 2014 an de li Kobaniyê jiyanî bû, piştî wê heyamê bihata domandin û zindîkirin, wê demê rewşa Kurdan a îro li Rojhilata Navîn wê gelekî baştir bûye. Lê siyaseta PKKê ya Rojava rê neda vê yekê. PKKê tercîh kir ku Rojava ji xwe re weke navendeke propagandayê bikar bîne, ne cihê ku hemû Kurd lê bicivin. Wî enerjiyek mezin xerc kir ku ew ruhê ku li Kobanî di nav Kurdan de çêbûbû, paşguh bike û pûç bike.
Ruhê Kobaniyê garantiya rizgariya Rojava ya îro ye
Îro jî Rojava bi qasî Kobanî di bin metirsiyên mezin de ye û pêşeroja wê ne diyar e. Rojava ji bo xwe azad bike û bigihêje azadiya xwe pêwîstî bi piştgiriya mezin a Kurdan heye. Hemû Kurdan piştgirî dan Kobaniyê. Roja 28 ê Cotmehê 10 sal berê bi fermana Serok Barzanî, Hêzên Pêşmerge ji bo şerê li dijî DAIŞ ê û piştevanîkirina hêzên Kurdistanî yên li Rojava derbasî Kobanê bû. Di berdêla wê de tiştek nehat xwestin. Hêzên Pêşmerge çûn û alîkariya pêwîst kirin. Di 26 ê Çile de derketin ser Girê Mustenûrê û bi şervanên YPGê re sirûda neteweyî Ey Reqîb xwandin û piştî ku erka wan bi dawî bûn çekên xwe yê giran bû birayên xwe YPG hiştin û vegeriyan. Ne gotin, “Piştgiriya me heye, em ê li vir wek hêzek bimînin û ji bo xwe bikar bînin.” Piştgirî da û vegeriya. Serok Barzanî di roja rizgarkirina Kobanê de: wiha got “Îro xeberê mizgînîya rizgarkirina Kobanê ya ku li berxweda, giheşt me. Vê nûçeyê her Kurdistanî û azadîxwazek kêfxweş kir. Ev serkeftin serkeftina hemû gelê Kurdistanê ye. Li hemberî hovîtiya terorê serkeftina mirovahiyê ye.”
Ev pêngava yekîtîyê bû derbeyek mezin li dîroka parçebûna Kurdan. Kurdistan di sedsala 20 an de hat çar parçe kirin, bi vê hevgirtina Kurdn tê wateya îflasa siyaseta peymana Lozanê. Li gel ku sedsalek hat paşguhkirin jî, beşeke Kurdistanê bi fermî xwe gihand parçeyekî din ê Kurdistanê. Ji bo vê yekê jî di 16 ê Cotmehê de parlamentoya Kurdistanê bi fermî xweserîya Kurdên Rojava nas kir. Li ser vê îtîraqê Hêzên Pêşmerge ber bi Kobanî ve hatin şandin. Ev pêvajo dihat wateya redkirina qedera ku ji bo Kurdan hatibû diyarkirin.
Serok Barzanî wê demê bi hemû ezmûn û destkeftên siyasî û dîplomatîk yên tevgera siyasî ya Barzanî piştevaniya Rojava kir û heta niha jî li ser heman xetê ye. Ev yek di hevpeyvîna xwe ya rojên borî de ji Şams TV re eşkere kiribû û gotibû, “Eger li Rojava zilm hebe, em ê piştgiriya leşkerî bişînin.” Lê mixabin PKKe pabendî vê peymanê nebû. PKKe hê jî di wê nuqteyê de ye ku Rojava bike navenda êrîşê li ser Başûr û Rojava gorî ajendeya xwe ya polîtîk bikar bîne. PKKê beriya niha jî bi pratîka xwe ya Şengalê nîşan da ku berovajî ruhê Kobanî ye. Bi gûman û veşartî hêz şand Şengalê. Piştre jî bi gotina “Me ew rizgar kir û em ji vir naçîn” rêya Şengalê ji hemû hêzên Kurd re girt û Şengal kir navenda leşkerî ya Heşdî Şabî. Pêvajoya Kobaniyê ya ku Pêşmerge pê re derbas kir, pratîka welatparêzî, dilsozî, dostanî û hevgirtinê ye, pratîka Şengalê jî pratîkek li dijî Kurdistanê ye.
Ji bo ku em Rojava biparêzin û Kurd di sedsala 21 an de mehkûmî Lozana nû nebin, erka me ya welatparêzî ye ku em rojev û siyaseta PKKê ya ku li pêşiya ruhê Kobanê asteng e rawestînin û ruhê Kobanî berz bikîn.