Rewşa dawî ya pêwendiyên PJAK-PKK’ê û Îranê

Rewşa dawî ya pêwendiyên PJAK-PKK’ê û Îranê

Projeya rejîma Îranê ya Hîlala Şîe bi Bihara Erebî re di Rojhilata navîn de bilindbûneke bilez bi dest xist. Di Rojhilata navîn de derveyî Kurdistan û Îsraîlê pêve li ser xeta xwe li hemû cografî de desthilatdariyeke eskerî û siyasî damezrand, ev xurtbûna Îranê li operasyona Tofana Eqsayê ya sala 2023an ve li ber paşde vegeriyanê de jîya û bi hilweşandina rejîma Esed jî derbeyên mezin xwarin, bi vî awa hem ji boy Îranê û hem jî ji boy wan hêzên çekdar ku weke hêzên paramîlîter û mîlîşya ji aliyê Îranê ve dihatin bikaranîn pêvajoyeke nîqaşê destpêkir, Heşdî Şebî û PKK’ê jî di nava vê nîqaşê de cîhekî sereke wergirt.

Niha zext li ser Îraqê heye ku hêzên Heşdî Şebî hilweşîne. Mîlîşyayên Heşdî Şebî di van du mehên dawî de ketin nava bêdengiyeke kûr ku diyar nebin û xwe bidin bîrkirin. Helbet rewşek ku niha PKK’e jî dijî heye, PKK’e jî pêwendiyên xwe yên bi Îran û Îraqê re yên stratejîk dixwaze bi rêya medyayê kamufle bike. Taybet jî ev cezayê sêdaredanê ji boy Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî re hatiye danîn, nerazîbûnek di nava raya giştî de çêkir, PKK’e dixwaze di bin vê nerazîbûnê de xwe veşêre û wisa xuya bike ku ti têkiliyên wê yên bi Îranê re tunene. Lê belê gelo heqîqeta di nava qadê de eve yan na? Em dixwazin bi çend manşetan ve vê yekê analîz bikin.

Kurteya pêwendiyên PKK’ê û Îranê yên dîrokî

Dîrokeke dirêj a pêwendiyên di navbera PKK’ê û Îranê de heye ku di sala 1982an de dest pê kiriye, û sala 1986an de jî di navbera wan de mutabeqetekî ji 9 maddeyan pêk dihat jî hatiye îmze kirin.

1-            PKK’e di nava sînorên Îranê de heyanî 50 kîlometroyan tu çalakiyan encam nade.

2-            PKK’e di nava kurdên Rojhilatê Kurdistanê de çalakiyan encam nade û şervanan wernagire.

3-            PKK’e bi wan partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên ku li dijî Îranê tev digerin re pêwendiya durist neke.

4-            PKK’e wan agahiyên îstixbaratî yên ku dikevin dest bi îstixbarata Îranê re parve bike.

5-            Li hember van xizmetên PKK’ê, Îran li ser sînor cihê manê ji PKK’ê re bide.

6-            Îran piştgiriya çek bide PKK’ê û ji boy tîcaretê jî wê rê ji PKK’ê re veke.

7-            Îran wê rê bide li ser xeta sînor PKK’e xebatên gumrik û bacê encam bide.

8-            Wexta pêwîst Îran wê nasnameyan bi kadroyên PKK’ê bide ku bikaribin bi vî awa cûn û hatinê bikin.

9-            Li ser vî esasî her du alî jî xwe wek îtîfaqekî li dijî imperialist dibînin.

Ev lihevhatin piştî vegerîna Ocalan ya ji boy Tirkiyeyê û ji nû ve dîzayn kirina PKK’ê li gor stratejiya nû car bi caran qut bû. Lê belê Cemîl Bayik sala 2004an meha yek mudaxeleyê rewşê kir û xwest careke din pêwendiyên PKK’ê û Îranê sererast bike. Ev hevdîtinên ku li geliyê Soredê yê Qendîlê çêbû, bû bingehek ku pêwendiyên Îranê û PKK’eya Cemîl Bayik ji xwe re rûpeleke nû veke. Ev peywendî di du qonaxan de xurttir bûn, yek ji wan piştî lihevhatina pevçûnên Tepê Casusan ya di sala 2011an de û ya din jî di sala 2013an de dema ku Cemîl Bayik bûyî Hevserokê KCK’ê.

PKK’e piştî van pêvajoya li başûrê Kurdistanê li xeta Şengal, Kerkûk û Silêmaniyê; di Rojhilata Navîn de jî li Îraqê û Sûriyê weke perçeyek ji ajandeya Îranê senger girt.

Pêwendiyên PKK’ê û Îranê piştî hilweşandina rejîma Esed

Di pêvajoya bilindbûna Îranê de rêveberên PKK’ê li ser ekranan bi eşkereyî digotin, “PKK’e li hember koalîsyona li dijî Îranê rêgire’. Ev pêwendiyên xwe yên bi Îranê re eşkere dikirin û bi Îran û Heşdî Şebî re kurdên din yên weke Hikûmeta Hewlêrê û PDK’e tehdîd dikirin.

Lê belê di dema lawazbûna Îranê bi taybetî di van sê mehên dawî de, dixwazin pêwendiyên xwe yên stratejîk yên bi Îranê re veşêrin, ji ber vê yekê jî di girtinên li Rojhilata Kurdistanê û cezayên sêdaredanê di medyaya xwe de bi taybetî medyaya bi zimanî îngilîzî weşanê dike gelekî didin pêş, lê belê di beşa xwe ya Farsî û Soranî de heman ziman bikar nayînin.

Dewleta Îranê dixwaze berê gelê Rojhilatê Kurdistanê bide PKK’ê

Îran baş dizane ku di nava aloziya Rojhilata Navîn de ji boy ku derbeyek mezin nexwe pêwîstî bi kurdan heye. Xelkê Rojhilatê Kurdistan di berê de di mijarên netewî de sekineke wan a xurt heye, bi taybet di van salên dawî de, siyaseta sêdare û xwepêşandan di bajarên kurdan de, kuştina kesên medenî di navbera Hikûmeta Îranê û kurdên Rojhilat de mesafeyek zêdetir çêbû. Îran ji ber ku kurdan bikşîne gel xwe, yanjî nîşan bide kurd ligel Îranê hene dixwaze hereketên kurdan yên radîkal tesfiye bike û hereketên kokên wan tune, bêne şûna wan. Bi şêweyeke din em dikarin bibêjin Îran dixwaze ev hereketên bi koka xwe orcînal ji Rojhilatê Kurdistanê ne û radîkalin, weke PDK’e Îran, Komele û PAK tesfiye bike û PJAK deyne şûna wan, ji ber vê yekê jî wisa xuya dike ku Îran li dijî PJAKê şer dike, lê belê di esas de dixwaze berê gelê rojhilatê Kurdistanê bide PJAK û PKK’ê.

Piştî pêvajoya Sûriyê eger heye ku Îraq jî rewşa pevçûn û perçebûnê jiyan bike, pêwîstiya Îranê ne bi tenê di nava Îranê de bi kurdan heye, di Îraqê de jî pêwîstiya wê bi kurdên alîgirên xwe heye, ji ber vê yekê jî hem hinek hêzên li Başûrê Kurdistanê ji xwe re bikar tîne û hem jî dixwaze îhtîmameke mezin bide hêzên eskerî yên PKK’ê. Îran di pêvajoya Bihara Erebî de ji ber ku kurdên Başûr mafê xwe yê serxwebûn û qutbûnê bikar neyînin PKK’e weke kartekî bikar anî, niha jî şaş nîne em bifikirin ku careke din Îran PKK’ê li ser vê esasê bide bikaranîn, û halê hazir rawestana PKK’ê li dijî Hewlêrê û têkiliyên wê yên bi Îran û Îraqê re dibe nîşaneya vê yekê.

Îran propagandayê ji boy PJAK’ê dike

Rewşa Pexşan Ezîzî û Werîşe Muradî bûye amorek ji boy PJAK’ê di destê Îranê de, Îran dema cezayê sêdarê dide kadroyên PDK’ê û Komelê van kesan dixe tecrîdê û nahêle pêwendiya wan  bi derve re çêbibe, lê belê daîmen bi Werîşe Muradî û Pexşan Ezîzî rê dide ji boy derve peyaman binêrin û ev jî dibe propaganda ji boy PJAK’ê, piştî ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê çalakiya gireveke giştî encam dayî, Îranê bi rêya nameyên mobaylê wêneyên Pexşan Ezîzî yên bi cilên gerîla ji boy tev şênên Rojhilat şandin û li ser wan wêneyan nivîsand, ev kes li Rojavayê Kurdistanê bûye û çalakî encam dane, bi vê yekê jî bi awayekî nerasterast propaganda ji boy PJAK’ê kir. Başe çima rêveberên PKK’ê yên weke Mistefa Qarasû û Besê Hozat ji boy pirsgirêkên xwe yên tenduristî bi wesayîtên Îtlaata Îranê ji Silêmaniyê diçin Tehranê dixtor? Lê belê kadroyên PJAK’ê yên belengaz cezayê sêdaredanê werdigirin? Başe çima Îran ji kesên ku PJAK’ê birêve dibin re serbeste, lê ji kadroyên PJAK’ê re qedexeye? Ji ber ku Îran dixwaze PJAK ji aliyê xelkê Rojhilatê Kurdistanê ve were hembêzkirin, ji ber ku PJAK di nava xelkê Rojhilatê Kurdistanê nikare zêde cîhê xwe bigire. Dewleta Îranê bi siyaseteke zirav dixwaze PJAK di nava xelkê Rojhilatê Kurdistanê de bide cî kirin.

Hêzên PKK’ê û kampên wan yên perwerdê û rêveberên wan li kêleka payegahên Îranê cî digirin

Ew PKK’eya ku li qada “Parastina Medya” sengerên xwe wenda kirî û li Qendîl û Silêmaniyê jî ji ber êrîşên hewayî nema bikare cîhê xwe bigre, niha li kêleka payegahên Îranê û di hundirê Îranê de dikare kampên xwe çêke.

Yekîneyên PKK’ê û PJAK’ê niha li Xinêre, Xaxurkê, Xedarê, Dola Eyşê, Dola Bêdîla, li ser xeta sînor li ber payegahên Îranê eşkere hereket dike û gelek kampên perwerdeya şervanên nû di nava sînorê Îranê de bi rehetî dikarin hebûna xwe berdewam bikin, e wesayîtên ku erzaq û însanan ji PKK’ê re dibin di xalên kontrolê yên Îranê re derbas dibin û diçin kampên PKK’ê. Gerîlayên PKK’ê niha li Mergever, Tirgever, Kela Reş, Kutul, Selmas û Xuyê destên xwe dihejînin û digerin.

Dewleta Îranê li Herêma Kurdistanê kampên PDK’e Îranê, PAK û Komeleyê ku kesên medenî jî têde hene bombebaran dike, û hetta Îranê di 31/1/2025an li ser kampa PDK’e Îranê ku bê çek bûn ya li Çiyayê Korek êrîşeke neserkeftî bi dronan pêk anî. Û hêjan zextê li ser Hikûmeta Hewlêrê dike ku îqameyê nede siyasetmedarên Rojhilatê Kurdistanê û wan ji Herêma Kurdistanê der bike. Li kêleka wê jî heman Îran rê dide tîmên PJAK’ê bi 3 kîlometroyan dûrî pêgehên wan bacê kom bike.

PKK’e nasnameya Îranê ya dagirkerî vedişêre

PKK’ê piştî mudaxeleya Îranê ya li ser Îraqê di sala 2003an de piştgiriyeke mezin da Îranê û piştgirî jî wergirt. PKK’ê di milekî de partiyên Rojhilatê Kurdistanê di nava gel de reş kir û xwest di nava girseyên wan de perçeyek ji boy xwe wergire, di milekî din de jî rê neda wan partiyan li ser sînorê Îranê xalên leşkerî ji xwe re çêkin. PKK’ê li herêma Qendîlê lotkeyên girîng yên ku di navbera Îran û Îraqê de arîşe bûn teslîmî Îranê kirin û ev yek di berjewendiya Îranê de çareser kir.

Îranê jî şert û mercên pêwîst ji boy PKK’ê berhev kirin ku PKK’e bikaribe di nava gelê Rojhilatê Kurdistanê xebatên propagandayê bimeşîne, PKK’ê bi zanebûn xelkê Rojhilatê Kurdistanê bi dijatiya Erdogan û Tirkiyeyê motîve kir, yanî PKK’ê bi zanebûn xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji xeta wan ya sereke derxist, bi heman şêweyî jî, xelkê Rojhilatê Kurdistanê ku li Ewropayê jiyan dikirin, bi navê xebata netewî li dora KNK’ê kom kirin, û nehişt ev diyaspora xelkê Rojhilatê Kurdistanê di xebatên xwe de Îranê bikin armanca xwe ya sereke.

Îro jî PKK’e vê xeta xwe ya îxanetê berdewam dike, piştî ku Îranê derbeyên mezin jî xwarin ev peywendî hêjan jî berdewame, ev ne tesbîteke şaşe ku em bibêjin, Îrana di nava astengiyê de û PKK’eya di nava astengiyê de liser çarenûsa kurdan hevbeşî û lîstikên xwe berdewam dikin, lê belê, çarenûsa vê îtîfaqa wan girêdayî ye bi hevdîtinên Ocalan-Dewlet û PKK’ê ve.

Pustên heman beş