Şanoya greva birçîbûnê ya li Silêmaniyê û ruhê cehşatiya 1966an

Çend rojin li kolanekî li Silêmaniyê lîstikeke bi navê greva birçîbûnê tê nimayiş kirin, weke ku di her lîstikeke şanoyê de hey, di vê şanoyê de jî sînarîst heye, rêveber heye û kesên dibin sponsorê lîstikê jî heye, ev kesên rojîya birçîbûnê digirin û di destê wan de serum heye, ev bi tenê lîstikvanin.

Hinek kes dixwazin vê lîstika greva birçîbûnê weke hereketa gel, hereketeke şoreşgêrî û nerazîbûna gel bi me bidin qebûlkirin. Tiştê baş eve ku em ne ewqas bê aqilin ji wan tişta bawer bikin, ne jî kurene ku em heqîqeta nebînin, ev greva birçîbûnê a li Silêmaniyê bi tenê şanoyeke. Em bo lîstikvana jî zêde tiştekî nabêjin. Ji ber ku dibe hestê van kesan hatibe bikaranîn yanjî bi pere hatibine razîkirin û ketine nava vî karî. Rexneyên me li ser sponsor, rêveber û sînarîstên vê lîstikê ne, sponsorê vê şanoyê ruhê cehşatiya sala 1966an ne. Yên ku vê şanoyê îdare dikin jî, PKK’e, YNK’e û hin kesên cebhê antî Kurd in.

Yê ku mûçeyan nade dewleta Îraqê ye û hevkarê wê jî Bafil Talebanî ye

Heger em hinekê nêzî de li vê meseleyê binêrin, ev kes îdîa dikin ku ji boy mûçeyê xwe ev çalakî lidarxistiye. Yê ku mûçeyan nade dewleta Îraqê ye. Yê ku hevkariyê ligel Îraqê dkie jî YNK’eye.

Wextê xwe de endamê komîteya navendî ya YNK’ê Adil Murad, şîret li dewleta Îraqê kiribû û gotibû, “mûçeyan nedin, hûnê bibînin ka wê çewa Kurdistan teslîmî we bibe.” Bafil Talebanî ku piştgiriya xwe ji boy çalakiyê ragihand û ji boy ku şoyekî bike hemû dezgehên YNK’ê xistibûn hereketê di esas de bi Îraqê re hevkare ku mûçe neyê şandin. Bafil Talebanî çû cihê çalakiyê û piştgiriya xwe ji wan re nîşan da. Diyare ku Bafil Talebanî piştî ku şanoya xwe ya hilbijartinê li ser dîke pêşkêş kir û wenda kir, niha jî şanoya greva birçîbûnê pêşkêş dike.

Dewleta Îraqê û rejîma Şîe eynî rejîma Sedam û yên berî Sedam jî nikarin qebûl bikin ku kurd li Îraqê ne bindestin û nikarin vê yekê hezm bikin û dixwazin weke dagirkerekê werin û liser erdê Kurdistanê rûnin. Ji ber vê yekê jî ji sala 2017an heya niha dixwazin ku dest danin ser hemû samanên sirûştî yên Kurdistanê yên bin erd û ser erd. Ji ber vê jî tevahî dam û dezgehên dewleta Îraqê û hêzên wê yên leşkerî û hetta mîlîşyayên Şîe li dijî kurdan weke çekekî bikartînin. Îraqê zendê xwe rakiriye û dixwaze di Herêma Kurdistanê de çi zengînbûneke biçûk jî hebe dest deyne ser.

Sedema krîza mûçe encama dagirkariyê ye

Krîza mûçeyan weke darekî di destê Îraqê deye ku dixwaze li dijî kurdan bikar bîne û mûçe ne ji Hewlêrê belku ji Bexdayê tên, û Bexda wek şerekî taybet her mehê li dijî kurdan bikartîne û dixwaze ev yek hemû heyvê rojeva kurdan be ka gelo mûçe wê were yan na û hemwelatiyên Herêma Kurdistanê bi birçîbûnê terbiye bike û Hikûmeta Hewlêrê jî teslîm bigre, cewherê mijara mûçe eve.

Ev siyaseta Îraqê siyasetekî dagirkere û hinek kurdan jî zendên xwe rakirine ku vê siyaseta li dijî kurdan veşêrin.

Piştî hilweşandina rejîma Esed Îraq di tirseke mezin de jiya, dibe ku Îraq perçe bibe, yanjî xwe li ser esasê demokrasiyê biguherîne, rejîma Îraqa Şîe ji boy ku bikaribe xwe biparêze 40 teqlan li ser hev dihavêje, Sûdanî rojekî li Îranê, rojekê li Amerîkayê û rojekî li Erebistana Sûdiyê ye ji boy ku piştgîriyê bidin Îraqa niha.

Îraq ji ber ku li ser pîyan domîne petrola kurdan û hemû samanên kurdan pêşkêşî welat û şîrketan dike. Bes ji ber ku kurd mafê xwe yê netewî bikar neyînin petrola Kerkûkê firotin şîrketa British Petrol ya îngilîzan. Û rêdan ku Birîtanya li Mûsilê, li mentîqeya Geyare baregehekî leşkerî veke, petrola Xaneqînê firotin şîrketeke Çînî. Yanî Îraq ew nefta ku wek şîrê dayikê ji kurdan re helale difiroşe xelkê bi tenê ji boy ku bikaribe emrê xwe dirêj bike. eynen wek 66an cehiş jî dixwazin nasnameya dagirkeriya Îraqê veşêrin.

Medyaya PKK’ê her roj ji boy rewa kirina kiryarên dewleta Îraqê kar dike, nûçeyan çêdike ku hikûmeta Hewlêrê, pêşmergeyan û Barzaniyan biçûk bixîne, Îraq mûçeyê Kurdistanê naşîne, medyaya PKK’ê manşetan dihavêje û dibêje Barzanî mûçeyan nadin,. Mûçe tê, vê carê jî dibêjin Hikûmeta Îraqê mûçeyên Kurdistanê şandin. Ev wefadariyeke mîna wefadariya kûçikan e, erkê vê medyayê eve ku li Qeyrana Rojhilata Navîn de ji boy Îraq li dijî kurdan serkeftinê bi dest bixîne, alîkariya wê bike.

Heger ev kesê di greva birçîbûnê de dema ku Kerkûk bi îxaneta YNK’ê teslîmî Îraqê hatî kirin de greva birçîbûnê pêk anîbaye, da wan li ser ser û li ser çavên xwe danîn.

Heger van kesan dema petrola Xaneqîn û Kerkûkê bêy kurdan bi Îngilîzan hatî firotin protesto kiriba, da em destên wan maçî bikin.

Heger dema bajarên Kurdistanê û qada Kormûrê ji aliyê Heşdî Şebî ve hatiye armanckirin, li dijî vê yekê çalakî pêk anîbaye, em da dest û lingên wan maçî kin, lê belê kesên ku bi navê şanoya greva birçîbûnê de bibin dûvikên dagirkeriya Îraqê, me çi hûrmet ji wan re nîne.

Taybet jî ev YNK’e û PKK’e ku bi ajandaya xwe ya qirêj dewleta Îraqê rewa dikin, me çi hûrmet ji wan re nîne.

Dîrok wê wisa binvîsîne, petrola Kurdistanê û samanên wê yên sirûştî weke şîrê dayika wan li kurdan helal bû, û dema Îraqê xwest dest dane ser vane hemûyan û bi zengînbûna kurdan li kurdan dida, hinek Kurdan caşitî ji boy Îraqê kir.

Pustên heman beş