Bûbê Eser
Bê ku haya me ji vana hebe, (Ew tiştên ku di nivîsa yekem de hatibûn zimên) dijmin karê xwe baş kirin û dikin. Lê weke partî û rêxistinên bakurê Kurdistanê divê li ser vê lêkolînekê bikin. Wê têbighêjin bê çi hatiye serê wan.
Ev jî dibe sersedema neyekrêziya partiyên me. Heger di van şertên zor û zehmet de, em nikaribin yekitî an bihevre karkirina partiyên siyasî pêk bînin, sedema bingehîn yek jê jî ev e. Ango perwerdekirina zîndana Diyarbekirê ye.
Hê jî di nava partî û rêxistinên bakurê kurdistanê de sîxur pir in. Divê her rêxistin li xwe û li nava xwe vegerin. Yek û yek jiyana dost, endam û kadroyên xwe li ber çavan derbas bikin. Raberduyên wan berçav bikin. Helwest, gotin û kiryarên kesên weha bişopînin, dê bibînin ku çiqas sîxur û kesên weke wan di nav me de hene. Bi baweriya min kesên weha li bakurê kurdistanê gelek zêde ne. Gelek ji wan hin serê kaniyan xistine destên xwe û ji bona yekrêzî û bi hevre karkirin an jî damezrandina eniyeke neteweyî pêk neyê, li ser kar in.
Berî avakirina zîndana bi navê 5nolî yê. Kesên girtî xwedî helwestên bi hevî û ji hevalbendên xwe bawer, çalak û zîrek bûn. Yekrêziya nava wan û li hevkirina wan, baş bû. Ji bilî yên pkk yî, girtiyên din hemiyan bi hevre xweş didan û distendin. Li hev bûn. Şer û pevçûn di nava wan de dernediket.
Her rêxistinê hevalên xwe yên ku malbatên wan feqîr bûn, bi tenê nedihiştin. Hemî pere li ba kesekî dicivandin û weke komun bi hevre dijiyan. Cixare û xwarinên ji derve dihate kirîn ji bilî hin îstîsnayan bi awayekî wek hev dihate belav kirin. Bi vî awayî kesên xwedî pere û yên ku malbatên wan nikarîbûn ji wan re peran bişînin, weke hev dijiyan.
Lê bi vekirina wê zîndana bi nav û deng, bi darê zorê û bi hukmê lêdanê gav bi gav şiklê vê jiyanê ji nava girtiyan hate rakirin. Êdî herkes bi serê xwe û li gor îmkanên xwe jiyan. Vê jî weha kir ku baweriya bi rêxistinê ji nava girtiyan rakir. Bi salan weha domand û êdî herkes bi serê xwe, jiyana xwe ya girtîgehê jiyan. Sedem ji vê ew bû ku bi rêxistinkirina girtiyan ji holê rakirin bû û bi ser jî ketin.
Vê bondoreke xerab li ser girtiyan kirin. Her ku çû êdî têkilî, hezkirin û baweriya nava girtiiyan jî ji hev qut dibûn. Û ev weke kulturekê di mejiyê girtiyan de cihê xwe girt. Piştî ji derketandina wê zîndanê jî, piraniya kadroyên berê êdî ne dixwestin ku bi rêxistinî karê xwe bikin. Yanê ew çanda bi darê zorê bi girtiyan dabûn qebûlkirinê. Piştî berdanê jî êdî piraniya kadroyên zîrek xwe nêzîkî karê rêxistiniyê nekirin.
Heger em rewşa îro ya bakurê kurdistanê û ya wê zîndanê bidin ber hev, em ê bibînin ku kadroyên zana û jêhatî yên ku îro hene, bêtirên wan bi serê xwe tevdigerin. Ji xwe armanca wê zîndanê jî ew bû ku bandora rêxistiniyê ji ser kesan rake û weha jî bû.
Îro li rewşa bakurê kurdistanê binerin, hûnê bibînin ku bêtirîn kadroyên ji wê zîndanê derketine bi serê xwe tevdigerin. Nivîskar e, Lêkolîner e, Kolomunist e. dengbêje ûhwd piraniya wan ji karê rêxistinê direvin. Nakevin û naxwazin bikevin nava karê rêxistiniyê. Lê yên herî zêde partiyan rexne dikin jî ew bi xwe ne.
Her carê tezekê davêjin holê û dibêjin: ”Ev rêxistinên îro bersîva pêvajoya niha nadin. Rêxistnên me êdî dem û zemanê xwe qedandinin. Ji me re rêxistineke nûjen lazim e”. Lê ji bona rêxistineke nûjen çi lazim e, nabêjin û nanivisînin û ji bona wê jî tu kar û xebatê nakin. Hemî tiştên wan tenê di nivîsandinê de dimîne. Helbet nivîsandin jî baş e, rê nîşandan karek û erkekî pîroz e. Lê ya îro ji me kurdan re lazim e, karê rêxistinî û bi hêz e. Berpirsiyarî ew e ku herkes ji bona azadiya gelê xwe, rîsk bigire û destên xwe têxin bin wî kevirê ku di rojekê welêt azad bike.
Lê tu bala xwe didê ji bona rêxistineke nûjen jî tu pêşniyarên wan yên konkiret tune ye. Kêmanî çine û çaraserî divê çibe, nabêjin û bi xwe jî hewl nadin ku tiştekî weha pêk bê. Ji bona karê rêxistnê jî bi ser nekeve, hûrik û rindik rexneyên xwe dikin. Ji bîr dikin ku bê rêxistinî welatên kolonî zehmet e ku azadiya xwe bi dest bixin û serxwebûna xwe ragihînin.
Ji bona van kêmaniyên heyî, bêne çareserkirin divê aqilmendên me, serok û rêberên me, partî û hêzên me, rewşa wê zîndanê ji nûde berçav bikin. Wê bibînin ku tiştên di wê de dikirin û dianîn serê me, niha piraniya qehremanên wê demê, bi dilê xwe pêk tînin.
Ji bona ku em bikaribin welatê xwe azad bikin, ji me re rêxistineke hevdem, bi hêz û qawet lazim e. Rêxistineke xwedî aboriyeke baş û xwedî dîplomasiyeke rind pêwîst e. Ma gelo em kî-kê vê nizanin. Madem em dizanin divê em bi xwe jî bikevin nava kar.
Em dizanin lê naxwazin fêr bibin ku vana bi hevkariya me hemiyan dikare pêk bê. Heger em li hev bin, tade û êşkenceyên wê zîndanê bînin bîra xwe, em ê bikaribin bi hevre wê partiya ku gelek dibêjin û nakin, pêk bînin. Heger em her yek ji alîyê xwe de destên xwe bidin hev, em ê bibin xwedî rêxistineke bi hêz. Heger em her yek li gor îmkanên xwe di warê aborî de alîkariya partiyên xwe bikin, wê astengiyên aborî ya rêxistinan rabe.
Heger piraniya nivîskar û rewşenbîrên Kurd, xwe bi rêxistinî bikin û di nava partiyeke siyasî de cihê xwe bigirin, wê ew partî jî bibe xwedî hêzek ji nivîskar û rewşenbîran. Di karê rêxistinî de dê kesên bi tenê nemînin. Ji bona em ji tenêbûnê xilas bibin divê em bibin xwedî rêxistineke ku xwedîtiyê li me bike.
Divê em vê yekê baş bizanibin ku azadiya welatekî dagirkirî bi saya rêxisineke xurt, xwedî aboriyeke baş û hevgirtî dikare pêk bê. Bê vê em dikarin weke şexs xwe xelas bikin. Lê wê brayê me di bin darê dagirkeran de binalin. Em dikarin weke şexs bibin xwedî pere. Lê wê kesên me yên feqîr jî ji birçîna bimrin an kor bibin.
Helbet tu tiştekî weke azadiya xweş tune ye. Lê azadiya şexsî demkî ye. Ji ber ku dagirkerên te, çi demê bixwazin mal û milkê te dikare bi rehetî ji te bigire. Tu gavekê zêde bavêjî te dixe zîndanê. Yanî firseta ku tu bikaribe azadiya xwe li gor xwe bijî nade te.
Madem rewş ev e divê em xwe bi rêxistinê bikin. Bê rêxistineke neteweyî xurt û xwedî aboriyeke baş û îmkanên hêja azadî pêk nayê. Ew jî bi rêya hemî partî û rêxistinên kurdistanê bi hevre, pêkanîna eniyeke neteweyî ye.
Ji bona zarokên me sibê li welatê xwe azad bijîn û ew welatê xwe bi rêve bibin, divê em îro bi hevre bin. Yek deng û yek helwest bin. Rêya azadî û serxwebûnê bi rêxistinî bi serdikeve. Lewra ji bona em nebin xwedî rêxistineke netewî û hêzeke xurt, dijmin û pkk karê xwe baş dikin. Gelo çima em karê xwe nakin?? (wê bidome)