Berpirsê bûyera ku duh li Guherzê qewimî û 3 Gerîla jîyana xwe ji dest da PKKe ye

gûherzê çi di qewime-Info

Duh li gûndê Guherzê bûyereke nexweş qewimî ku tê de 3 Gerîla di ber çavên gundiyan de hatin terorkirin.

Medyaya PKKê wek her car rastiya bûyerê veşart û xwest veguherîne dijminatiya PDKê. Rojnews, dezgeha ragihandina PKKê, di rûpelên xwe yên Soranî û Tirkî de bûyer bi awayên cuda nivîsand û îdîa kir ku hêzên girêdayî Herêma Kurdistanê teqe li 3 Gerîlayan kirine û wesayît plakayên Herêma Kurdistanê pêvebû ne. Lê belê rastî jî ya ku PKKe hewl dide çewt bike gelekî cûdatir û zêdetir bû.

Li Guherzê çi qewimî?

Di bûyera ku duh li derdora gundê Guherzê yê girêdayî Amediyê qewimî de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dan. Çekdarên PKKê yên ku dîmen dan artêşa Tirk yên li herêmê ve hatin hedefgirtin.

Gundê Guherzê li ser rêya Amediye û Deralukê ye. Ev gund çend salên dawî bûye yek ji navendên sereke yên pevçûna PKKê û artêşa Tirk li herêma Nihêlê. Bûyera ku duh qewimî jî berdewamiya vê pêvajoya sê salî ya pevçûna PKKê-artêşa Tirkiyê ye.

Li gorî agahiyên ku xelkê Guherzê dane, şeva 21 ê Sibatê, yanî şeva beriya bûyerê, PKKê hin êrîşên tacîzê li dijî leşkerên Tirk kirine ku li Guherza kevin bingehek ava kirine. Li gorî gundiyan, tîma PKKê ya ku dixwest ji cewê baranî sûd wergire û êrîşê bike bi ser neket. Lê ji ber tarîtiyê yekîneyên êrîşker negihîştin vekişin. xwestin di tonelên li derdora gundê Guherzê de xwe biparêzn.

TSK roja din sibehê dest bi operasyonek berfireh a lêgerîn û kontrolê dike. Gerîlayên PKKê ji tonelên li deverê derdikevin. Dewleta Tirk li cihê ku jê re dibêjin gûndê kevin ku 700 metran dûrî gundê nû ye qaraqolek ava kiriye. Bi îhtîmaleke mezin Gerîla texmîn dikin ku dê leşker werin û hewl didin derbasî toneleke ewletir bibin. Bêçekbûna çekdarên PKKê jî aliyekî cihê gumanê û fikarê ye.

Sê Gerîlayên ku ketin bin şopandina teknîkî ya hêzên Tirk, ji aliyê hêzên Tirk yên li herêmê ve di nav kavilan hatin dorpêçkirin û hatin înfaz kirin. Bûyer li derdora saet 3 yê piştî nîvro qewimî.

Piştî bûyerê gel agahî da hêzên ewlekariyê yên Amediyê. Û bi fermana heman hêzên ewlekariyê, gel termên her sê gerîlayan rakirin û li goristana gund defin kirin.

Yên teqe li çekdarên PKKê kirî leşkerên Tirk bûn

Yekîneyên Tirkîyê yên ku 3 Gerîla înfaz kirin bi cil û bergên leşkerî bûn û rasterast ji herêma 700 metre dûrî Guherzê ku leşkerê Tirk bihara borî lê bingehek ava kiribû derketine, ev yek ji aliyê gundiyan ve tê zanîn. Her wiha reqemê wesayîtê ne reqemê Kurdistanê ye. Li ser wesayîtê  hejmareke taybet heye.

Tevî ku bûyer rasterast ji aliyê artêşa Tirk ve hatiye kirin, PKKê û derdorên nêzîkî wê nûçeya ku MIT bi harîkarîya Pêşmerge kirîye belav dikin, ev jî nîşana wê yekê ye ku PKKe dixwaze Herêma Kurdistanê û xelkê Guherzê tawanbar bike.

Berpirsê bûyera li gundê Guherzê siyaseta PKKê ye: Qurban jî gundî û şervanên reben in

Medyaya PKKê hewl didin atmosfereke wisa biafirînin ku qey li herêmê qed leşkerê Tirk tune ye, endamên MITê ji bajaran bi wesayîtan hatine û gerîla kuştine. Lê belê hemû çiyayên dirêj û lûtke yên biryargeha PKKê ya qedîm li Zapê ji Amêdiyê heta Şêladizê, ji bilî tonelên ku jê re dibêjin Girê Biharê, di destê eskerê Tirk da ye. Sedema ku leşkerên Tirk ewqas ketiye nav axa Herêma Kurdistanê jî PKKe bi xwe ye.

PKKe ji sala 2018 an vir ve herêmên Heftanîn, Metîna, Avaşîn, Behdînan û Xakurkê perçe perçe ji dewleta Tirk re hişt. Piştî dîroka destpêka operasyonan, hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz kir ku PKKe xeta sînor berde û hêzên Pêşmerge li wan deveran bi cih bibe. PKKê ev daxwaz red kir û got heke Pêşmerge were em ê bikin sedema şer. Hikûmeta Herêma Kurdistanê vê carê pasewanên Sînor ên Iraqê dawetî herêmê kirin. PKKê êrîşî wan jî kir û qebûl nekir ku ew jî li herêmê cih bibin. Xelkê deverê gelek caran ji HPGê re got “Bihêlin bila hêzên Pêşmerge bên derdora gundê me”. Ji bo Tirk nehên lê PKKê daxwaza gel qebûl nekir. PKKê  herêm radestî artêşa Tirk a dagirker kir.

Eger PKKê di sala 2018 an de qebûl bikira ku hêzên Pêşmerge bên herêm ên metirsî li ser, wê demê niha leşkerên Tirk li vê deverê nedibûn.

Gundê Guherzê di nav pevçûnê de ma

PKKê di sala 2021ê de êrîş bir ser hêzên Pêşmerge yên ku dixwestin li derdora Amêdiyê bigirin û 5 Pêşmerge şehîd kirin. Heman sal li nêzî Guherzê dîsa êrîşî xala kontrola Pêşmerge kir û Pêşmergeyekî din şehîd kir. Di sala 2023 yan de dîsa li heman herêmê êrîşî hêzên Pêşmerge kir. PKKê ku destûr neda Pêşmerge bikevin herêmê, piştre di nav salekê de herêm bi temamî radestî Tirkan kir. Xelkê li herêma ji Amediyê heta Deralukê dijîn vê dipirsin? Eger PKKê di wextê xwe de ev herêm radestî Pêşmerge bikira ev pirsgirêk nedihatin qewmandin. Gelo çima PKKê ne hişt Pêşmerge gûnd û warên xwe biparêze û paşê hemî dever radestî artêşa Tirk kir? PKKê bi plangerî şer kêşa nava axa Başûrê Kurdistanê û xelkê deverê yê bêgûneh baca vî şerî didin.

Pustên heman beş