PKK’e.. ew destê gemar ê ku dixwest ahenga Newrozê a Kolnê neyê sazkirin

PKK’e.. ew destê gemar ê ku dixwest ahenga Newrozê a Kolnê neyê sazkirin

Îsal li her derê, ne bi tenê li Kurdistanê belku li tev cîhanê Newroz bi awayekî cuda ji aliyê kurdan ve hat pîrozkirin, li Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ahengên cuda hatin sazkirin, lê ahenga bêtir ji hemûyan bal kişandî ser xwe û bûye cihê serincê di tev medyaya cîhanî de, ahenga Newrozê ya Kolnê bû, ji ber ku hejmareke herî zêde ya kurdan ji her 4 parçeyên Kurdistanê bêy cudahiya hizbî tevlî vê ahengê bûn, lê dîsa jî destek tarî hebû ku dixwest pirsgirêkan ji vê ahengê re çêke, ew destê tarî û gemar jî PKK’e bû.

Di roja 22/3/2025an de bi beşdariya zêdetir ji 60 hezar Kurdistaniyan ahengeke qeşeng a bi boneya Newrozê ji aliyê kurdên Diyasporê ve li bajarê Koln ê Almanyayê hat sazkirin, vê ahengê bala medyaya cîhanî û bi taybetî medyaya Almanyayê kişand ser xwe, di medyaya Almanyayê de hat gotin, “nêzî 100 hezar kesan di ahenga bi boneya Newrozê li bajarê Koln amade bûn, tişta balkêş jî ev bû ku ti haleteke dizî, destdirêjiya seksî, şer û pevçûnan di nava amadebûyan de rû neda û aheng pir bi serkeftiyane hat encam dayîn”, lê di nava ciwanîyên vê ahengê de dîsa PKK’ê xwest jehra xwe birjîne û pirsgirêkan ji boy ahengê saz bike.

Biryar ev bû ku di ahenga Newrozê ya li bajarê Kolnê de ti hêmayeke partîtiyê neyê rakirin, bi tenê ala rengîn bê hildan, ji boy vê yekê jî Konfederasyona Revenda Kurdistanî hema bêje bi hemû partiyan re civiya bû û peyam ji boy vê yekê ji wan re şandibû, hemû partiyan jî ev yek erê kiribû, lê belê dîsa PKK’e pabend nebû, ji boy derxistina pirsgirêkan PKK’e bi awayekî nihênî ket tevgerê, li bajarên cuda yên Almanyayê bi hin rêxistin û grûpên girêdayî xwe re civiya û biryar stend pirsgirêkan derxe, ji boy vê yekê jî telîmat bi wan grûpa dan ku bi hildana wêneyên Ocalan û ala PKK’ê ku li Almanyayê li gorî qanûnê qedexene pirsgirêkan derxin, PKK’e heyanî radeyekî jî di vê plana xwe de bserket, ji ber hildana wêneyên Ocalan û ala PKK’ê polîsan nêzî 2 saetan ev aheng sekinand û nehişt berdewam be, lê rêkxerên ahengê bi awayekî hekîmane tevgeriyan û karîn vê plana PKK’ê jî têk bibin û ahenga xwe berdewam bikin.

Çima PKK’ê wisa kir?

Wek tê zanîn pêş niha PKK’ê li Ewropayê piraniya ahengên Newrozê birêve dibirin, ev aheng jî ji boy berjewendiyên xwe bikar danîn, ti sîmayekî Kurdistanî bûnê di van ahengan de nedihat dîtin, ala û wêneyên Ocalan ewqas zêde bûn ku mirov nedikarî wan hejmar bike, stran û sirûdên girêdayî PKK’ê dihatin gotin, berpirs û kesên nêzî PKK’ê daxuyanî didan û her tişt di berjewendiya xwe de bikar danî, lê belê ahenga îsal ya ku li Kolnê hatî lidarxistin ciyawaz bû û her tişt berevajî kir, sîmayeke Kurdistanî bi vê ahenga netewî hat dayîn û li şûna wêneyên Ocalan û ala PKK’ê, ala Kurdistanê hat hildan, li şûna sirûd û stranên PKK’ê, stran û sirûdên netewî yên kurdan hatin gotin, û aheng bi awayekî baş hat birêve birin, ev jî li gor xwastek û berjewendiya PKK’ê nebû, loma xwest pirsgirêkan derxîne.

Belê, ji ber ku di ahenga Newrozê ya Kolnê de ala rengîn a Kurdistanê blind hat hildan û hejmara alên rengîn ewqas bû ku nedihatin hejmar, ahengek dûr ji berjewendiyên hizbî bû û rûyekî bedew yê kurdan nîşanî tev cîhanê da, PKK’e nerehet kir û dîsan jehra xwe rişt.

Mirov dikare wisa bibêje ku ahenga Newrozê ya li bajarê Kolnê hatî lidarxistin, dawî bi hejmona PKK’ê ya li ser van ahengan li Ewropayê anî û ji her kesî re eşker kir, ger rêkxistineke baş were encam dayîn ji îro pêve PKK’e nikare bi hêsanî kurdan di bin navên cuda cuda de bixapîne û di berjewendiya xwe de bikar bîne, tişta rast ya ku divê were encam dayîn jî her eve, divê Revenda Kurdistanî ya li Ewropayê baştir kar bike û bi temamî bandora PKK’ê li ser kurdên li Ewropayê dijîn nehêle.

Pustên heman beş