Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!

Damezrandina PKK û lîstikên wê!!!

Bûbê Eser

Me bi hevre hindik jî be damezrandina zîndana Diyarbekirê fêm kir. Niha jî êdî  em ê hêdî hêdî vegerin damezrandina pkk ya bingeha rêxistiniya xwe ji wê zîndanê girtibû. Armanc û hedefên wê. Kê çawa damezrandine û heta niha çi malwêranî aniye serê gelê kurd li herçar parçan. Wê bi we bidim zanîn da ku êdî miletê me vê pkk ya ku weke vîrusekê ketiye canê kurdan baş nas bikin.

Ji bona em rewşa bakurê kurdistanê baş nas bikin û dîroka wê fêm bikin, divê em hinekî li demên ji salên 1920 û heta 2020an binêrin an bixwînin. Bizanibin ji wê demê heta niha çi bûye û çi qewimî ye…

Dema me xwend em ê çi fêr bibin?

Berî her tiştê em ê fêr bibin ku bê sedema têkçûna hemî serhildanên li bakurê Kurdistanê ji bona çi bû? Dema em fêrî sedemên wandakirinê bûn. Wê gavê em ê ji nûde ji bona ku em weke kurdên bakurê kurdistanê bi ser bikevin,  destûr û bernameyên xwe, helwest û biryarên xwe ragihînin û li gor wê tevgerên nû bixuliqînin an ê heyî xurt bikin.

Li bakurê Kurdistanê çi dema ji bona azadî û serxwebûna wê serhildan, berxwedan û şoreş pêk hatibe. Hin serokeşîr û dewlemendên kurdan tim cihên xwe li ba dagirkeran girtibûn, Alkariya wan kiribû da ku berxwedana ji bona kurdistaneke azad û serbixwe têk here an têk bibin û her weha jî bû.

Ji bona vê ye ku hebûna hin eşîrên kurdên ku li ba dijmin cihê xwe girtibûn ku bû bûn sedema têkbirina şoreşên ku destpêkiribûn. Ya rastî ji kurdan pêve tu kes nikarin bi kurdan. Loma pêşiyên me gotine; ”Kurmê darê ne ji darê be, nikare bi darê”.

Vê rewşê heta têkçûna soreşê li Dêrsîmê domand. Jê û pêve dagirkerên tirk bi saya hin eşîrên xwefiroş bi ser ketin. Lê piştî tirkan ev serketin bi dest xistin, vê carê jî dest avêtin êşîrên ku alîkariya wan kiribûn. Yên destên wan jî ketibûn xwîna brayê wan. Hin surgunî (koçber) nava tirkan kirin û gelek ji wan dane kuştin. Kuştin û gotin; ”kesên ji xwe re nebin tu caran nikarin ji me re bibin:”

Piştî têkçûna şoreşa Dêrsîmê, bakurê Kurdistanê bi temamî kete, bêdengiyeke kûr. Ji ber ku kurd êdî ji kuştin, wêrankirin û surgunê tirsiyan, loma jî xwe bê deng kirin.

Piştî salên 1960 bi xwendina hin kurdên ciwan ku li bajarên tirkan yên mezin xwendin û dengê şoreşa îlona 1961an ya bi serokatiya Barzaniyê nemir û bi serpereştiya KDPê destpêkribû, ji nû de li doza xwe û ya gelê xwe hay bûn. Vê haybûnê hêdî hêdî kurd ji wê xewa mirinê û bêdengiyê şiyar kir.

Dema ku hêdî hêdî tevger di nava ciwan û xwendekarên kurd, li bakurê kurdistanê destpê kir. Piştî salan 1970 êdî ji teref aqilmendên tirkan ve pir bi zelalî hat dîtin û zanîn ku wê kurd ji nû de doza gelê xwe ya azadî û serxwebûnê bikin.

Piştî ku tevgera ciwan û xwendekaran xurt bûn, dagirkeran rewş fêm kirin. Fêmkirin ku êdî ewên nikaribin pişî li serîhildan û berxwedanên kurdan bigirin. 

Çi kirin?

Aha ya girîng ku divê em hemî kurdên ji xwe re dibêjin ”Em kurd û Kurdistanî ne” li ser vê û di warekî pir alî bifikirin ku em bikaribin vê fêm bikin.

Tirkan êdî li bakurê kurdistanê nema dikarîbûn, hin eşîran bikşînin aliyê xwe da ku weke zemanê berê bi saya wan dîsa tevger û serîhildanên kurdan bi destê hin kurdan bitemirînin. Bêdeng bikin an tune bikin.

Dîtin ku roj bi roj teverên kurd yên welatparêz geş û xurt dibûn, êdî xwe dikirin partî û partiyên xwe damezirandin da ku bi rêvebiriya wan tekoşîneke nû bê dayîn. Ji bona kurdan xwe bighiştana qonaxa serîhildanê, divê berê bixwendana û zana bibana. Şert û mercên şoreşeke nû danîna, da ku vê carê têk neçûna.

Aha tam di vê haziriyê de,tirk gihiştin wê baweriy ku wê vê carê nikaribin bi saya hin eşîran pêşî li tevgera ciwanan bigirin. Ji ber vê dest bi avakirina partiyeke bi navê xwe kurd û kurdistanê kirin. Kirin da ku bi saya vê kurdan bikşînin nava xwe û wê daxwaza xwe ya têkbirina tevgera kurd pêk bînin. Loma bi navê Partiya Karkerên Kurdistanê. Yanî PKK damezrandin. Serokatiya wê jî dane zilamekî xwe bi navê Evdila Ocalanê ku tim dibêje diya min tirk e.

Ji PKK re destûr û bernameyeke li gor dil û daxwazên kurdan amade kirin. Bi sirûd û daxwazin mezin ew jî xistin nava tevgera kurdên bakurê kurdistanê. Bê ku şert û mercên şoreşê bikemila wan bi pkk qaşo şoreşek dana destpêkirin.

Armanc û hedefa dagirkeran ew bû ku vê carê jî bi saya partiyeke li ser navê kurdan, lê ji bona têkbirina tevgera kurdistaniyan û hemî hêjayiyên wê têk bibin, damezrandin. Her ev kirin û di gelek waran de bi ser jî ketin.

Ji roja pkk derket û heta îro, karê xwe li gor wê destûr û bernameya tirkan ji wan re amade kiribû, pêk anîn û tînin.

Ji niha pêve ez hewl bidim û behsa kiryar û bûyerên pkk ya ji bona tunebûna kurdan, bikin ango binivîsînim. Divê her kurd ji nûde li ser dîroka pkk rawestin. Ev partî çawa û li ser çi asasî hatibû damezrandinê, bibînin. Her çiqasî niha zelal jî bû be lê divê kurd dîsa li dîrok û damezrandina pkk vegerin wê baş bixwînin û fêr bibin.

Bibînin û bizanibin ku pkk hêjî karê xwe ê ji bona tunekirina kurdan, wêraniya welatê kurdan û guherandina mejiyê û erdnîgara kurdan, berdewam dike.

Ji ber vê jî hêdî hêdî Kemalîzm bi kurdên xwe re şêrîn kirin û da qebûlkirinê. Li gor wê îdeolojiya Kemalîzmê hin ji kurdên xwe kirin kadroyên asasî û xistin nava kurdan da ku tevgereke kurd û kurdistanê çê nebe, an dernekeve…(Wê bidome)

Pustên heman beş