Malpereke nûçeyan a Tirkiyeyê ragihand, vê mehê kongreya PKKê ji bo danîna çekan dê were lidarxistin. Beriya wê jî şandeya DEM Partiyê dê bi Abdullah Ocalan û Serokkomarê Tirkiyeyê re bicive.
Beriya pênc mehan, Serokê Giştî yê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP) Devlet Bahçelî daxwaz kir, rêberê girtî yê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdullah Ocalan ku PKKê xwe hilweşîne. Li ser vê yekê jî, di 27ê Sibatê de Ocalan bang kir ku PKK çekan deyne û di kongreyê lidar bixe û xwe hilweşîne.
Her çiqas ji mehekê zêdetir di ser banga Ocalan re derbas bûye jî, tevî ku PKKê agirbest ragihand, lê ji bo xwehilweşandina PKKê, Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik diyar kir, “Divê şert û mercên taybet yên ji bo lidarxistina kongireya PKKê bên peydakirin. Eger ev yek bê kirin, kongire tê lidarxistin û biryarên Abdullah Ocalan tên bicihanîn.”
Malpera Haberturkê, di raporeke xwe de ragihand, tê payîn ku di meha Nîsanê de kongreya PKKê bi mebesta çekdanînê were li dar xistin. Beriya wê jî şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) dê ligel Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan bicive. Ji bo vê mebestê jî, tê payîn ku di rojên pêş de, Serokkomariya Tirkiyeyê demekê ji bo civîna bi DEM Partiyê re diyar bike.
Li gorî zanyariyên wê malperê, piştî civîna ligel Erdogan, şandeya DEM Partiyê dê dîsa serdana girava Îmraliyê bike û cara çaremîn bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike. Tê payîn ku Ocalan careke din tekezî li ser çekdanînê bike û piştî wê peyamê jî PKK di vê mehê de kongreya hilweşandinê lidar bixe.
Di heman demê de, Rêveberiya KCKê di daxuyaniyekê de bi boneya 4ê Nîsanê, salvegera jidayikbûna Ocalan, ragihand: “Gel êdî dixwaze Ocalan azad di nava xwe de bibîne û pêwîst e bê azadkirin.”
Her wiha, Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar rexne li desthilatê girt û got: “Dewleta Tirkiyeyê li hemberî pêvajoya aştiyê bêdeng maye û ev yek nayê qebûlkirin. Desthilatê heta niha li hember banga Ocalan pêngaveke berbiçav neavêtiye.”
Ev geşedan di demekê de tên ku pêvajoyeke nû li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi mebesta çareserkirina pirsa Kurd dest pê kiriye, pêvajoya ku desthilat weke “Tirkiyeya Bêteror” binav dike, aliyê Kurdî jî wê weke “pêvajoya aştiyê” dibîne.