Yekem Konferansa Jinên Kurdistanê îro 13ê Nîsanê li Hewlêrê bi beşdariya Serok Mesûd Barzanî û Cîgirê Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesrûr Barzanî dest pê kir.
Serok Barzanî gotarek di konferansê de pêşkêş kir û tê de got: “Xwişk û keçên hêja, ez gelek kêfxweş im ku îro di konferansa yekem a bi vî rengî de tevlî we dibim. Ez hêvî dikim ku encam dê li gorî hêviyên me hemûyan be. Bila ev ji bo pêşerojê bibe destpêkek. Ev çalakiyek pir guncayî û di cihê xwe de ye û hêvîdar im dê serkeftî be.”
Serok Barzanî got jî: “Ez dixwazim dubare bikim ku rola jinên Kurd qet ji ya mêran kêmtir nebûye, heke ne zêdetir be jî. Wan di Şoreşa Îlonê, Şoreşa Gulanê û di şerê li dijî DAIŞê de, roleke pir girîng lîstin. Ew dayik, mamoste û cotkarek bû. Ewê ji tirsa bombebarana asmanî ya li ser gundê wê, neçar ma ku sibehê zû zarokên xwe rake, wan bibe bin kevirekî an jî şikeftekê. Gelek caran dayik di zarokê xwe re jî şehîd bûye.”
Herwiha got: “Nanê Pêşmergeyan dîsa li ser jinên Kurd bû. Pêşmergeyekî ku li bereyê şer bû, piştrast bû ku dê, hevjîn an xwişka wî li zarokên wî dinêrin û nanê wan dîsa misoger e. Ji ber vê yekê, derbarê jinên Kurd de hindik tişt hene ku divê werin gotin. Gelek mînakên Şoreşa Gulanê hene, wek Dayika Amîna, Dayika Halîme û Dayika Ayşe. Di şerê li dijî DAIŞê de, keçên me ewqas wêrek bûn ku ew ji bo me çavkaniya serbilindiyê bûn. Wan bi xwe çend caran şer kir, yan jî dema DAIŞê êrîşî cihê ku ew lê bûn kir, wan bi qehremanî şer kir.”
Serok Barzanî got: “Ez gelek kêfxweş im ku dibînim hejmareke mezin ji jinan di zanîngeh, peymangeh, gelek warên din û gelek deverên din de roleke girîng dilîzin. Divê jinên Kurd di hemû waran de rola xwe bilîzin. Silogana we ya konferansê pir ciwan in (Em ê bi şiyanên xwe pêşerojê ava bikin). Ez jî ji re dibêjim, bi şiyanên xwe pêşerojê ava bikin û em ê piştgiriyê bidin we.”
Amaje bi wê jî kir, “Cara yekem li Iraqê jinek hat bidavekirin, keça Kurd Leyla Qasim ku bû sembola têkoşîn, berxwedan û berdewamiyê. Ew çûn cem wê û jê re gotin ku nameyekê ji Ehmed Hesen Bekir re binivîse û lêborînê bixwaze. Wê ji wan re got: ‘Hûn ji wê kêmtir in ku ez nameyeke lêborînê ji we re binivîsim. Ez ê ji gelê xwe lêborînê bixwazim’. Nimûneyên jinên Kurd gelek in. Bi rastî, ev Pêşmergeyên qehreman perwerdehiya wan şêrejinan bûn.”
Serok Barzanî dibêje: “Niha erkê we yê mezin û pîroz heye ku hûn vî nifşê nû perwerde bikin. Mixabin, dijminên gelê Kurdistanê gelek hewl dane ku ciwanên me bixapînin. Eger mirov ji bo gel û welatê xwe wefadar nebe, ew qîmeta xwe winda dike. Şerê ku wan bi vî rengî li dijî me kir, ji şerê tank, balafir, çekên kîmyewî û heta Enfalê jî pir xeternaktir û mezintir bû.”
Serok Barzanî di beşeke din a gotara xwe de got: “Derbarê girîngiya jinan û mafên jinan de, ew ji bo me pir pîroz e, ji ber ku 120 sal berê, Şêxê Şehîd, Şêxê Mezin, Şêx Ebdulselam Barzanî yê nemir û piştî wî Şêx Ehmed berdewam bûn ku divê mafên jinan werin parastin.”
Desnîşan kir jî, “Sibê Roja Enfalê ye. Bi sedan, heke ne bi hezaran be, dayik û zarok bi zindî hatin binaxkirin. Em giyanê wan hemû şehîdan, bi taybetî jî yên dayikên ku bi zarokên xwe re zindî hatine binaxkirin, silav dikin. Di gorên bikomî yên hatine dîtin de, me çend caran dîtiye ku dayik û zarok bi hev re hatine şehîdkirin.”
Serok Barzanî got: “Ya girîng, divê têkoşîn berdewam be, divê em xwe neçemînin, divê her derî û her derfet ji bo jinan were vekirin, da ku rola xwe baş bilîzin. Ez piştrast im ku hûn jî dikarin rola xwe bilîzin. Ez dixwazim dubare bikim ku divê hûn dirûşmeya xwe bicîh bînin û em ê bi hemû hêza xwe li pişt we bin.”