Serokê PKK’ê Evdilla Ocalan di 27ê Sibatê de got, “bila PKK’e xwe fesix bike, tevahî mesoliyet ayidî mine.” PKK’ê bersiva Ocalan da û ragihand, “em gotinên Ocalan qebûl dikin.” lê PKK’ê xwest pêvajoyê dirêj bike û mijûlahiyê çêke û hinek rêyên din ji xwe re bibîne, lê belê ji ber zextê mecbûr ma kongreya xwe lidar bixe. Û di nêz de jî PKK’e wê eşkere bike ku dê çekên xwe deyne.
Tiştekî balkêşe ku ti kesek ji ber fesixkirina PKK’ê xemgîn nîne. Hem kurdên ku PKK’ê rexne dikin û hem jî yên ku piştgiriya PKK’ê dikin ji vê biryara PKK’ê xemgîn nînin. PKK’ê dixwest ku li bajarekê Herêma Kurdistanê kongreyekî mezin lidar bixe û weke şowekê çêke. Lê belê dewleta Tirk ev yek qebûl nekir ku mesele weke 19ê Cotmeha 2009an be, dema gerîla çûn Tirkiyeyê wek wê demê PKK’e şowekê bike.
PKK’e ku di 27î Mijdara 1978an hatibû damezrandin di 8ê Gulana 2025an de hat fesixkirin, melefa PKK’ê ya 52 salan berdewam bûy hat qepatkirin, PKK’e di sala 78î de bi pasekî bi rê ket û got pasa me ber bi Kurdistaneke yek parçe û serbixwe ve diçe, û kurd ji boy serxwebûnê çûn nava vê pasê de, can dan, xwîn dan û ked dan. Malbatên Kurd zarokên xwe û pêşeroja xwe feda kirin, piştî vê tarîxê, li gor dezgehên mafên mirovan 17 hezar kuştinên faîl mechûl çêbûn, kurdên herî welatperwer û Kurdistanî hatin qetilkirin. 5 hezar gund û mezra ji ber şerê PKK’ê û Tirkiyê hatin vala kirin, 70 hezar însan ketin girtîgehan de.
Di salên 90î de pasa PKK’ê hêdî hêdî îşaretê ji rê derketinê nîşanda, lê di sala 1999an de dema Ocalan çûye Îmraliyê pasê îstqameta xwe yekcarî guhert û zivrîneke U encamda. Ocalan got dewletxwazî paşverotî ye û lîstkeke emperyalîzmê ye û Mustafa Kemal cimhûriyetek ji boy Kurd û Tirkan çêkiriye. Ev pasa ku ji boy azadî û serxwebûna Kurdistanê bi rê ketibû, vê carê ji boy demokratîk kirina Tirkiyeyê û Tirkiyebûnê berê xwe da Enqere.
PKK’ê 1î Hezîrana 2004an vê carê ji boy demokratîk kirina Tirkiyeyê şer da destpêkirin. 10 hezar keç û kurên kurdan vê carê ji boy Tirkiyeyê dan kuştin, yanî PKK’ê di şerê xwe de 5 cîl kirin qurbanî. Di 8î Gulana 2025an, vê pasê îstop kir, piştî mijûlbûn û texrîbatekî 52 salan û bê destkeftî Ocalan got, hewce nake hûn mafên xwe yên çandî jî bixwazin û ragihand em PKK’ê fesix dikin.
Hêşta hesaba 52 salan ya gelê Kurd nedane û hêjan navê bi hezran kurdên ku bûne qurbanî nehatine eşkere kirin, PKK’e dibêje, “em serketin, emê têkoşîneke nû bidin destpêkirin”. PKK’e dixwaze careke din kurdan ber bi rêyeke nediyar ve li pey xwe bikşîne, lê belê divê kurd êdî ji vê pasê re bibêjin bese û divê ev pas êdî ji boy guristana otomobîlan bê veguhestin.
Di nava van 52 salan de karê herî baş yê PKK’ê tenê ev bû ku xwe fesix kir, divê PKK’e tune bibe û ev sedên ku li ber daxwazên kurdan çêkirbûn hilweşin, divê kurd xwe ji vê xefika dewleta Tirk damezrandî anku PKK’ê xelas bike.