Hevdemê ragihandina hilweşandina xwe, PKK’ê mirina Ali Heyder Qeytan û Riza Altûn jî eşkere kir

Îro roja duşemî, 12/5/2025an, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK’)ê biryarên kongreya xweya 12emîn aşkera kirin û bi navê PKK’ê hemû xebatên xwe bi dawî anîn û bi awayekî fermî xwe hilweşand.
Hevdemê ragihandina hilweşandina xwe, PKK’ê mirina du ji Endamên Konseya Rêveber a PKK’ê jî bi dalqandina wêneyên wan ligel wêneyên “Şehîdên PKK’ê” eşkere kir.
PKK’ê wêneyê her yek ji “Riza Altûn û Ali Heyder Qeytan” jî ku ev demek dirêje xuya nebûbûn ligel wêneyên şehîdên xwe danîn û bi awayekî fermî di daxuyaniya hilweşandina PKK’ê de, mirina van du berpirsên xwe jî eşkere kir.
PKK’ê di daxuyaniya xwe de eşkere kir, “kongreya PKK’ê ya 12emîn ku bi banga rêbertiya me kom bû, şehadeta kadroyên pêşengên partiya me Fuwat-Alî Haydar Kaytan ku di 3’yê Tîrmeha 2018’an de û Riza Altûn ku di 25’ê Îlona 2019’an de şehîd bûne îlan kir.”
Riza Altûn û Elî Heyder Qeytan ji sala 2019an ve wendabûn û bi tu awa di çapemeniya PKK’ê de xuya nedibûn, rûpela Darka Mazî di du raporên cuda de pêş niha kuştina van du Berpirsiyarên PKK’ê eşkere kiribû, lê belê heyanî roja me ya îro PKK’ê mirina wan eşkere nekiribû.