Sal 1997 e, cîh Şam e. Zilamekî 45 salî rûyê wî sor, simbêlên wî boq û di ser eniya wî xwêdan di herikî wiha diaxivî: “Serokê min, her tim ez vê pirse ji xwe dikim; ‘divê çawa bimirim’. Min bala xwe da ser pirsa ka ez çawa bimirim, ne ku ez çawa bijîm. Min mirin ji jiyanê girîngtir dît. Ka ez ê çawa bimirim pirsek bû ku her gav hişê min mişul dikir.” Kesê ku ev gotin di kir yek ji kadroyên damezrîner ên PKK ê Elî Heydar Qeytan e ku di nava PKK ê de bi navê Fuat Dêrsim tê naskirin. Di ser van gotinan re 25 sal derbas bûn û em niha dipirsin Elî Heydar Qeytan li ku û çawa miriye?
Şolîbûna mirina wî mirovê ku digot “ez çawa bimirim?” bi rastî jî trajediyek e. Her weha trajediyek mezintir jî ewe ku kesê ji damezrînerê wê tevgerê ye ji sala 1973 an û vir ve, ev 50 sal in di nava vê rêxistinê de, lê ew rêxistina wî ava kirî mirina wî, rave nake. Li ser mirina wî mij û muranek mezin heye. Îcar çi hat serê Elî Heydar Qeytan?
Ji sala 2019 an û vir ve winda ye
Qaytan kesekî ku di warê nivîskî, wêjeyî û fikrî de kedeke mezin daye PKK ê. Bi taybetî bi gotar û axaftinên xwe yên di çapemeniyê de xeta PKK ê derbasî nava girseyê dikir. Her wiha di nava PKK ê de di xebatên ajîtasyon û propaganda û perwerdekirina karmendan de cihekî berz hebû. Lê Qeytan ji dawiya sala 2018 an û vir ve nehatiye dîtin. Çapemeniya PKK ê herî dawî di Newroza 2020 an de axaftina Qeytan weşand. Lêbelê, di lêkolîna me de, me dît ku ew wêne û axiftin yên sala 2015 an de hatine kişandin bûn. Li aliyê din dewleta Tirk her sal gelek caran nûçeya kuştina Elî Heydan Qeytan di Cotmeha 2019 an de ji nû ve belav dike. Li aliyê din PKK dengê xwe nake.
Cemîl Bayik ji malbata Qeytan re got: “Em îlan nakin, hûn bixwazin dikarin îlan bikin”
Dema ku di sala 2020 an de nûçeya kuştina Qeytan ku yek ji navên herî pêş ên PKK ê û yek ji hevalên Ocalan yê despêkê ye, di çapemeniya Tirkiyê de cih girt, malbata wî jî ji bo agahiyên li ser wî piştrast bike serlêdan li rêxistina PKK ê ya li Ewropayê kir, lê belê ti encam ji vê serlêdanê nederket.
Qasî ku me bihîstî xwîşka Elî Heyder Ferîde Qeytan a bi navê Denîz ku li Ewropayê dijî, ji Ewropayê bi balafirê çû ye Silêmaniyê. Li Silêmanîyê ewilî bi serkirdeyên PKK ê yê weke Fatma Adir û Besê Erzincan re hevdîtin kir û got ku ” ew dixwaze birayê xwe bibîne”. wan nekarî xwişka Qeytan razî bikin û ev mijar birin ba Cemîl Bayik. Cemîl Bayik û komek endamên rêveberiyê bi Ferîde Qeytan re axivî. Cemîl Bayik got, “Heval Fuat şehîd bû, lê em ranagihînin, eger hûn weke malbata wî bixwazin hûn dikarin bi navê xwe ragihînîn”.
Li vir guman dest pê dike. Dewleta Tirk dizane ku Qeytan ne sax e, malbata wî jî dizane, pêkhate û rêveberiya PKK ê jî dizane, piraniya alîgirên PKK ê jî dizanin. Lê kes dernakeve û nabêje, ev kes çima û çawa mir, gora wî li kîve ye? dibe ku Qeytan dawiya jîna xwe hîs kirbû loma digot, “divê çawa bimirim?” divê hisê xwe de jî neheq nebû.
Elî Heydar Qeytan çawa hate dîn kirin?
Qeytan bi mehan berî ku bimire an jî were kuştin, di şikeftekê de hate hiştin, dest û serê xwe li keviran xist û giriya.
Bêyî ku çîroka jiyana wî ya di nava PKK ê de vebêje, mirov nikare bibêje ka Qeytan çima di wê şikeftê de di giriya. Qeytan di jiyana xwe ya 50 salî ya di nava PKK ê de şikestin û travmayên mezin dîtin. Her tim dihat tewanbarkirin, her tim jê dihat xwestin ku xwe ji nûve îspat bike. Elî Heydar Qeytan hêdî hêdî hate dîn kirin.
Elî Heydar Qeytan evîndarê Kesîre Yildirim (Fatma) hevjîna Ocalan bû. Lê Ocalan ew ji Elî Heyder Qeytan girt. Û her tim Ocalan, Qeytan şermezar dikir û digot, “pir çûye zora te ku jineke Elewî tu nebijêrtî.” Qeytan bi destûra PKK ê bi Cemîle Merkit (Seher)ê re zewicî. Ocalan vê carê jî Elî Heydar Qeytan ji ber têkiliyên wî yên bi hevjîna wî re kir hedef û xist bin zexteke deronî.
PKK; mirovan vediguherîne robot, lewra kesên di nava PKK ê de xwestek, hez, jêhatîbûn, paşeroj, malbat û pêşeroja xwe înkar dikin. Li vir li ser Qeytan jî ev şerê derûnî hate meşandin. Tişta ku Qeytan di jiyanê de herî zêde dixwest ew bû ku bibe xwedî zarok. Jina wî Cemîle (Seher) ducanî bû. Lê ji Qeytan re ev tişt hate gotin: “Mazlûm, Kemal di zindanê de li ber xwe didin, hûn difikirin ku dê jina we were vir, evîndarî bikin û pêşeroja xwe biafirînin, ev jî bêexlaqî ye”. Qeytan ji bo ku xwe ji bo Apo û PKK îspat bike ji her kesî zêdetir êrîşî hevjîna xwe Seherê kir. zaroka seherê hêj 7 mehî jiber çû. Qeytan ji bo ku xwe ji PKK ê re îspat bike, ev zarok li kempa Lolanê avêt sobeya daran de û şewitand. Û got “Ez ji gunehên xwe paqij bûm”.
Seher li Lolanê hat girtin û zulmekî giran lê hatin kirin. Qeytan li hevjîna xwe Seherê xwedî derneket û li kiryarên li ser wê hatîn sepandin mêze kir. Dizanibû ku tiştên li ser wê hatine gotin nerastin, lê Qeytan jî heman tişt dubare dikir. Dema Seherê dît ku zilamê ku pê re zewicî bûye yekî din, bûye dijmin, hêviya xwe winda kir û ji PKK ê veqetiya.
Qeytan yekem kes e ku dirûşma “Bijî Serok Apo” qêrî
Piştî bûyera Seherê êdî Fuat ne Fuat ê kevin bû. Dest ji nivîsandina helbestê berda, dev ji gotina rastiyê berda. Teslîmî PKK ê bû. JI bo ku xwe îspat bike êrîşî her tiştê ku PKK îşaret pê dida dikir.
Dizanî bû ku xeyala Ocalan ew e ku bibe serok ê yekane. Ji ber vê yekê di sala 1986 an de di 3 yemîn Kongreya PKK ê de cara yekem dirûşma “Bijî Serok Apo” wî avêt. Tevî vê yekê jî Qeytan di wê kongreyê de ji PKK ê hat qewitandin. Rêkirin Ewropayê, hat girtin, lê ew her tim li PKK ê vegeriya. Bi salan xizmeta PKK ê kir.
Gelo ma Şoreş zarokên xwe dixwe?
Qeytan xwe, malbata xwe, kesayeta xwe, xewn û xeyalê xwe û jêhatiya xwe qurbanî PKK ê kir. Wî ev yek ne di nav 4-5 salan de, lê hema hema di nîv sedsalê jîna xwe ya nava PKK ê de kir.
Dibêjin “Şoreş zarokên xwe dixwe” Wek ku ji çîroka Qeytan jî tê fêmkirin “Şoreş damezrînerên xwe jî dixwe”.
Di dawiya pêvajoyan ku Qeytan tê de derbas bûyî piştî sala 2010 an hem bi pirsgirêkên tenduristiyê hem jî bi pirsgirêkên psîkolojîk re têdikoşiya. Di saziyeke bêberhem saziyeke bi navê “Saziya Serokatiyê” desthilatdariya wî hate tune kirin, bandora wî ya siyasî di nava gel û rêxistinê de hate qedandin.
Piştre di sala 2014 an de şandin Rojava. Rabirdûya wî, bîrhatinên wî, bûyerên ku mecbûr mabû ku bike, mîna sîbera wî li pey wî diçûn. Qeytan ji bo ku van bîranînan ji bîr bike zêdetir wek Apocîyan tevdigeriya û zêdetir êrîşî kadroyan dikir. Lê êşa wî qet kêm nebû. Di demên dawî de ji sîstema li Rojava nerazî bû.
Di got ku Rojava wê di vê rewşê de winda bibe. Wî berê di perwerdeyan de di got “dewlet avakirin xerab e” lê li Rojava dît, ji bo komkirina desthilatdariyê divê kurd bibin dewlet. Tiştên ku wî digotin PKK bêzar dikir.
Cemîl Bayik ew vexwendibû cihê xwe li Merge Panê li Silêmaniyê. Bi wî re demek dirêj nîqaş kir û ji wî re hat gotin, “tu her çihê di çî yê rojevên nebaş çêdikî, te em xistîne rewşeke zehmet, êdî bes e, heqê te îdamkirin e, em ji te tiştekî hêvî nakin, tenê bêdeg birûne.
Qeytan aqilê xwe winda kir
Qeytan jî fêm kir ku dawî ya wî hatiye. Ji ber ku wî PKK nas dikir. Ew şandin şikefteke li devera Garê. Lê hundirê şikeftê hem tenduristî û hem jî psîkolojiya wî hê bêtir xirab kir. Qeytan weke dîna digerîya û digiriya. Êdî dermanên misekin ew rihet nedikir.
Qeytan, navê Seher ê, Mazlum Dogan û hevalên din digotin, û carna jî dijûn hinek serkirdeyên PKK ê re dikir.
PKK ditirsiya ku rewşa wî were bihîstin. Yekîneyek pasawanên Cemîl Bayik pêk dihat şandin şikeftê û xebatkarên din ji şikeftê hatin derxistin.
Qeytan mehkûmî mirinê kirin
Qeytan jiyana xwe ji bo PKK ê terxan kir. Bi rastî, tevahiya malbata wî bi wî re pêvajoyên bi êş û azar de derbas bûn. Lê PKK ê Qeytan şand wê şikeftê ku bimire. Derfeta PKK ê hebû ku Qeytan bişînin Rojava an jî Ewropa xwe derman bikira an jî li wir bijîya lê êdî jîna Qeytan ji bo PKK ê xeter bû. Qeytan weke “qutîya reş” a PKK ê bû. PKK ditirsîya ku ew vê Qutîya reş veke. Loma jî demildest dixestin bi şêwazekê ji Qeytan xelas bibin. Qeytan roj bi roj xerabtir dibû. Serê xwe li dîwarên şikeftê dixist û diqirî. Di dawiyê de Cemîl Bayik biryara infaza wî da.
Qeytan ne bi êrîşa dewleta Tirk, Qeytan bi guleya rêxistina ku wî damezrandî hate qetilkirin.
Salvegera 44 e mîn a PKK ê, damezrînerên PKK ê li ku ne?
PKK 44 sal berê wek partiyekê fermî hat damezrandin. Ev çend hefte ye xebatkar û medyaya PKK ê bi gotina “Em cejnê pîroz dikin” dîroka PKK ê pîroz dikin. Îdia dike ku ew rêxistineke edaletê, azadîyê û wijdanê ye. Wê demê pirs ev e; dema ku hûn dibêjin em bizavek wijdanê belav dikîn Çima we damezrînerê xwe kuşt? Yê damezrînerê xwe bikuje ew ê çawa edaletê bide civaka?
Qeytan hat kuştin. PKK ya ku 50 salan xebat û tekoşîna Qeytan îstîsmar kiriye, niha jî dersên wî yên berê li ser medyaya civakî belav dike û helbestên wî dixwîne. PKK miriyên xwe jî îstîsmar dike.
Gelek kadroyên PKK ê hene ku bi hesabekî basît ya wiha difikirin “Eger ez ji PKK ê derkevim ez ê bibim xayin, bimirim ezê bibim leheng”. Yên herî zêde divê ji jiyana Qeytan encaman derxîne kadroyên PKK ê bi xwe ne.
Qeytan ji xwe dipirsî “Ez çawa bimirim?”. Mixabin, ew bi awayê herî xirab mir. Niha navê Elî Heyder Qeytan jî di lîsteya PKK ê de ye ku dema pêwîst be wê mirina wî were eşkerekirin. Dema ku Cemîl Bayik, Duran Kalkan, Mirad Qerayilan û Mistefa Qerasû pêwîst dît wê bi du peyvan mirina damezrînerê xwe eşker bikin.
Divê kesek derkeve û pirtûkekê binvîsîne ku navê wê bibe: “Trajediya jiyan û mirinê ya Elî Heyder Qeytan”.