Rûmeta Kurdan

Ocalan-Kurd-Turk-info

Simko Ebdulezîz

Ji me Kurdan re dibêjin, dev ji netewa xwe berdin û tevlî mirovahiyê bin. Ev gotin bi xwe wê yekê dighîne ku ger Kurd netew bin, nabin mirov û ger Kurd mirov bin wate divê netewe nebin.

Gelo çewa dibe Kurd dev ji netewa xwe berdin heya ku ew weke mirov bên naskirin? Ev ti exlaqeke tu pêş ku birîndarekî tedawî bikî, ji wî bixwazî daxwaza lêborînê bike? Gelo ma qey mirovatî di koka xwe de asmîlasyon e, yan jî hestkirina bi hebûna kesên beranber e?

Martin Buber dibêje, “pîwendîya durist di nava mirovan de li ser hêma ez û tu hatiye avakirin, ne li ser hêma ez û ewê din. Ger ew te weke Kurd qebûl neke, te weke mijareke çandî bizanibe, di wê demê de bera ku netewbûna te bidze, mirovayetîya te di dize.

 Di cîhana postkolonyal de, Kurd weke mînakeke zindî ya helawîstî û bê dewlet û bê destûr û leşker û bê nûneratî tê naskirin. Lê belê, dema Kurd daxwaza yek ji wan binemayan dikin, bi şofînîzim û faşîzim û kevneşopiyê tên sûçbarkirin.

Fîlsofê kenedî “Charles Taylor” dibêje, “şûnas ne tenê hesteke di naxê mirov de belku danpêdaneke giştî ye. Bi awayekî berdewam înkarkirina girûpekê dibe cureyek ji tund û tûjiyê, yan jî baştire em bêjin, dibe pêkanîna sembolîk ya sîstematîk.

Çewa Kurd dikarin bangewazîya mirovatiyê bikin dema mirovayetî bi xwe li ser nexşe û ziman û sazîyan tê înkarkirin??

Pirojeyê Ocalan rastî paradokseke kujek hatiye, dema daxwaza derbasbûna dewletê dike bêy ku dewlet danpêdanê li ser tiştekî jê re bike, daxwaza dawî anîna neteweyê dike pêş ke neteweyê mafên xwe bi dest xisitbn. Ocalan daxwaza biratîya gelan dike bêy ku gelê din daxwaza lêborînê ji qetlîam û derdeseriyên anîn serê gelê din bike, eve ne felsefe, belku gotareke ne exlaqî û bombekirî ye.

Silavo jîjek dibêje, “xirabtirîn cureyê zalbûnê eve ku kesek te îqna bike tu bi xwe koletiyê bi navê pêşketinê hilbijêrî. Ev ew tişte ku di gotara “modernîzma demokratîk” de tê dîtin, di vê gotarê de dev ji xewna netewbûnê berdan dibe qaremantî ne wek îxanet.

Fîlosof Martin Heidegger di şîrovekirina hebûna rasteqîne de, berawrdekê dike di nêvbera “tu bi xwe bibî xwe” û “tu bibî bonewerek nenas di nava xwe de”. Kurd di nava pirojeya Ocalan de pêwîste bibin mirovên abstrak anku , ne wek bibe Kurdek yan neteweyek xwedî maf. Lê belê, çewa mirov dikare bibe mirov, eger xwedî nav û ziman û dîrok nebe û ew bi xwe nekare paşeroja xwe darêje?

Gelo ma dibe em vê yekê hemûyê bi siloganên bi hev re jiyanê û gelên demokratîk, bêy hebûna garantiyê kurt bikin?

 Pir girînge ku cudabûn hebe di nêvbera “mirovatiya azadîxwaz” û “mirovayetiya abstrak”. Mirovayetiya abstrak ew mirovayetiye ku ji dest dayîna taybetmendiyan dibe merca sereke ji boy ber bi cîhanê bûnê ve çûyînê. Pirojeya Ocalan dikeve çarçoveya mirovên abstrak de.

Niha dewleta Tirk dibêje, hûn weke mirov bi xêr bihên, lê nabe hûn Kurd bin, anku nabe hûn zimanê xwe yê taybet û şûnas û nûnertiya netewî û xwedî axa taybet bi xwe ve bin, bi tenê we maf heye xwedî çand bin. Lê belê weke yek ji fîlsofan dibêje, “ger hûn xwedî zevî nebin, hûn xwedî dengê xwe jî nabin.”

Pustên heman beş