ABDULAH OCALAN NE XAÎN E!

Bûbê Eser
Niha di nava kurdan de bi awayekî veKirî û eşkere, tê gotin ku Ocalan xiyanet bi kurdan re kirî ye! Ez qet û qet ne li gel vê gotinê me. Xiyanet!!! Ew e ku kes û sexsiyetên ji nîjada xwe be, ji ber berjewendî an hin hêrsa xwe, xiyanetê bi gelê xwe re dikin e.
Em bi rehetî dikarin bêjin ku di dîroka gelê kurd de, bi destên hin kurdan xiyanet li gelê kurd hatiye kirin û ev hê jî berewam e. Loma jî divê em xiyanetê xweşik û bi maneya wê bi kar bînin da ku kê heta niha xiyanet li gelê xwe kirine nas bikin.
Ji ber vê ye ku ez tu caran nabêjim û divê kurd jî nebêjin ku Evdila xiyanet li gelê kurd kirî ye. Ew bi xwe kurd e, ne kurd e cihê munaqeşê ye. Ji ber ew bi xwe jî dibêje: ”Dayika min tirk e”. Dîsa em dizanin ku bavê wî yê kurd zorî li diya wî kirî ye.
Dema ku ew jî mezin dibe û fêr dibe ku bavê wî zordarî li diya wî ya tirk kiriye. Êdî ew di sexsiyeta bavê xwe de dibe dijminê nijada bavê xwe.
Lê piştre karmendê dewleta kûr wî nas dikin, dibînin ku kîna kurdan di dilê wî de weke ciyayê Agiriyê ye. Tînin ba xwe, wî li gor wê kîna wî ya li hember kurdan perwerde dikin. Piştî perwerdeyê jî ji bona bikaribe rehetir tola diya xwe di sexsiyeta bavê xwe ê kurd, ji kurdan hilîne, ji dewletê dixwazî ku ji bona wî îmkanan bixuliqînin da ku ew di sexsiyeta bavê xwe de hemî kurdan tune bike.
Ji roja ku Evdila dest avêt karê rêxistiniyê, armanc û hedefa wî ew bû ku bi saya wê rêxistina dewletê jê re damezrandibû, tola diya xwe ji kurdan hilîne. Ne tenê ev. Hingê ew kîn di dilê wî de mezin bû bû, xwest hemî kurdan tune bike.
Ji xwe dewlet jî li kesayetekî weha digeriya ku li ser destê qaşo yekî kurd, tevgerên kurdistanê têk bibe. Piştî ku bi her awayî bawerî pê anîn ku êdî ew ê tu zerarê nede dewleta tirk. Ji bona têkbirina tevgerên kurdistanî, eşîr û malbatên mezin, axa û serokeşîretên kurdan tune bike, dest bi îmkanan bo wî amade bike kirin, da ku ew jî dest bi karê kuştina kurdan bike, jê re partiya pkk damezrandin.
Şoreşger û welatparêzin wê demê (1965-1980) nezan bûn. Zilm û zordariya leşkerên tirkan ku li gundî û xelkê kurd dikirin bi çavên xwe didîtin. Li hember vê xwestin tevger an partiyên xwe damezrînin û tekoşîna gelê xwe bidin. Lê dagirker berî wan tevgeriyan…
Dema dagirkerên me û zilamên dewleta kûr Evdila dîtin. Wan bi lez û bez ew bi rêxistinî kirin û çend zilamên xwe jî danîn ba wî. Ji bona wî partiya ku bikaribe kurdan tune bike û kurdistanê wêran bike, jê re ava kirin. Çi îmkan û pêdiviyê wî hebû, hemî temîn kirin ku ew rehet karê tunebûna kurdan di bin kontrola dewletê de bike.
Di destpêkê de bi sirûştin , (silogan) mezin ku wê herçar perçê kurdistanê xelas bike, propaganada kir. Lê li vir bala kesan û partiyan welatparêzan, nekişand ku ew dibêje em ê herçar perçên kurdistanê xelas bikin. Ev ne azadkirin, ji kokê de xelaskirina kurdan bû.
Lê piştî ku bi saya tekoşîna Barzaniyan ya sed salan ku başûrê Kurdistanê azad kirin. Plana dewletê ya ku wê li ser destê Evdila Kurdistan xelas bikira têk çû. Ango başûrê kurdistanê ji destê PKK û dewletê derket. Di rojhilata Kurdistanê de jî nebûn hêz û qawet. Loma jî hemî xebatên xwe ya ji bona valakirina erda kurdistanê û koçberkirin û tunebûna kurdan xistin bakur û rojavayê kurdistanê.
Wêranî û koçberiya li Rojavayê Kurdistanê kirin, ne kêmî ya bakurê Kurdistanê bû. Lê dîsa jî ew projeya dewletê ji bona Evdila pêşkêş kiribûn ku Kurdistanê têk bibin, weke wan xwest pêk nehat. Loma jî ji nûde li bakurê kurdistanê vegeriyan ku wir bi temamê têk bibin.
Li gor vê jî dewletê û Evdila bi hevre partiyek legal damezrandin ku piştî şerê çekdarî kurdan di nava vê partiyê de bimehînin ango kurdan weke kurd nehêlin. Loma jî Kemalîzm bi kurdên xwe şêrîn kir. Hêdî hêdî ew jehra Kemalîzmê di nava endamên xwe de belav kir û bi wan da qebûlkirinê. Serokatiya partiyê jî dane Kemalîstên Kurd û tirk.
Tiştên ku îro diqewime, li ser destê yekî ku diya wî tirk û ew jî xwe weke tirkekî esil dibîne, pêk tê. Loma divê em nebêjin Evdila xaîne an xaîntî bi kurdan kirî ye. Ji ber ku dijminê miletê te nabe xaîn. Ew dijmine û ji bona te ji holê rake kar dike.
Baweriya min ew e ku Evdila ji endam û serkirdên (kadroyên) xwe hemiyan durustir e. Ji ber ku wî ji roja roj de ji kurdan hez nekirî ye. Tinaz û henekê xwe bi kurdan û pêşevanên wan kirî ye. Kurd kêm dîtine û dibîne. Lê weke ew dibêje, kurdan ew ango ev fêm nekirin.
Lê hê jî em rabin bêjin Evdila xîyanet bi kurdan re kirî ye şaş e. Camêr weke tirkekî ji bona kurdan tune bike, çi jê hatiye li gel xalanên xwe kirî û gotiye. Gotinên wî bikolin hûnê bibînin di hemiyan de tunebûna kurdan heye. Wî rojekê ji kurdan hez nekirî ye. Lê mixabin hin kurdan tim ew weke serok û rêberê xwe dîtine…
Evdila weke tirkekî karê xwe kirî ye û erka xwe aniye cih. Li serokatiyên hemî partiyên bi ser pkk vene binêrin, hûnê weke berpirsên ewil tirkan bibînin. Li partiya wan ya DEMa niha binerin wê bi dîtin ku kîne yên wê bi rêve dibirin û dibin.
Ji ber vê dibêjim: Evdila ne xaîne û îxanet bi kurdan re nekirî y e. Camêr erkdar bûye ku kurdan tune bike, lê kurdan ew fêm nekirine. Ji xwe wî tim gotiye û dibêje: ”Kurd min fêm nakin”. Gelo ev tê çi watayê. Ji ber vê ez dibêjim êdî wî fêm bikin ku ew ne kurd e. Tirkekî dijminê miletê kurd e.
Têbinî: Heger hûn dixwazin bibin xwedî agahdariyên berfireh, li ser Evdila û malbata wî, Romana min ya bi navê SAPO bixwînin agahdariyên berfireh di vir de hene…