PJAK piştî 7 salan karmendê xwe Îqbal Muradî yê ku ji aliyê Îranê ve hatibû kuştin bi bîr anî. Gelo PKK siyaseta xwe ya li hember Îranê diguhere?

PJAK piştî 7 salan karmendê xwe Îqbal Muradî yê ku ji aliyê Îranê ve hatibû kuştin bi bîr anî. Gelo PKK siyaseta xwe ya li hember Îranê diguhere?

Îqbal Muradî, welatparêzekî Kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê bû, ew di şeva 17 ê Tîrmeha 2018an de li navçeya Pênciwîn a Silêmaniyê ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû qetilkirin. Cenazeyê Muradî di 18 ê Gulanê de hatiye dîtin. PKK û rêxistina Rojhilatê Kurdistanê PJAK ê raporek kurt li ser roja yekem a kuştina Muradî weşandin, lê piştre qet behsa vê mijarê nekir. Lêbelê, di sala 2025an de, 7 sal piştî kuştina Muradî, PJAK ê Muradî bi bîr anî û peyamek bîranînê weşand. Peyama PJAK ê ya di 17 ê Gulanê de wiha bû: “Di 17 ê Tîrmeha 2018an de, hêzên kirêkirî yên rejîma Îranê bi awayekî hovane û xiyanetkarî hevrêyê me berpirsê Komeleya Mafên Mirovan a Kurdistanê, welatparêz û dostê partiya me Îqbal Muradî, qetilkir. Careke din, li ser navê Hevserokatiya me, hevalên me, hemû dostên me û gelê me yê welatparêz, em vê êrîşê bi tundî şermezar dikin.”

Ji bilî PJAK ê, dezgehên medyayî yên PKK ê, bi taybetî dezgehên wan yên Îngilîzî Û Tirkî dosyeya Îqbal Muradî vakirine û weke mijareke germ li ser kar dikin. Ev yek pirsekê derdixe holê: gelo siyaseta PKK ê ya li hember Îranê tê guhertin?

Bûyera Îqbal Muradî çi ye?

Muradî, ji bajarê Merîwan ê Rojhilatê Kurdistanê ye, xwedî dîrokeke tekoşînê bû û leşkerekî pilebilind ê Pêşmerge bû. Piştî salên 2000an, ew bi PKK ê re wekî endamekî milîs ê PJAK ê li Herêma Merîwan dixebitî. Muradî, ku di sala 2005an de li bajarê Pênciwîn ê Herêma Kurdistanê bi cih bibû, hem bi qaçaxçîtiya li ser sînor û hem jî bi nûnertiya PJAK û PKK ê di hat nasîn.

Her wiha tê ragihandin ku Îqbal Muradî bi PJAK ê re, bi taybetî piştî ku PJAK û PKK ê di Şerê Qendîlê yê 2011an de lûtkeyên xwe yên Qendîlê radestî Îranê kirin, tengezarî dîtiye û helwesta PJAK ê ya li hember Îranê rexne kiriye.

Muradî diyar kir ku ew agirbesta PJAK ê ya bi Îranê re xelet dibîne û piştre bi PJAK ê re tengezarî dîtiye û heta hewl daye ku têkiliyên xwe yên rêxistinî qut bike.

Tê ragihandin ku ji ber helwesta Muradî, ew ji civînên Pênciwîn ên PJAK ê hatiye derxistin û ji aliyê PJAK ê ve gef lê hatine kirin. Tişta balkêş ewe ku di heman demê de ku Îqbal Muradî û malbata wî PJAK rexne dikir, Îqbal Muradî ji aliyê dewleta Îranê ve hatiye qetilkirin. Çend meh şûnda, kurê Îqbal Muradî, Zanyar Muradî, û biraziyê wî, Loqman Muradî, di 7 ê Îlona 2018an de hatine sêdaredan. Serdema ku ev hemû bûyer tê qewimîn, ew serdeme ku berpirsên PKK ê li Urmiye û Tehranê dijiyan û çekdarên PJAK û Îranê di çeperên Îranê de di nava hev de diman. Baweriyeke berbelav heye ku rexneyên malbata Muradî yên li ser PJAK ê di armanckirina malbata Muradî de xwedî roleke sereke ye.

Ji bo demek dirêj, nemaze piştî qetilkirina Muradî, PJAK ê di medya ya xwe de behsa malbata Îqbal Muradî nekir. Bîranîna Îqbal Muradî ya îsal ji aliyê medyaya PJAK û PKK ê ve, ku hewl dan ligel pevçûnên Îran-Îsraîlê dixwazin dîsa dakevin qadê. Ev bîranîn, xuya ye ku bi vê pêvajoya nû ve girêdayî ye.

Têkiliyên Îran ê û PKK ê ber bi kî ve diçe?

Têkiliyên di navbera PKK û Îranê de ber bi alîyeke nû ve diçin. ji nû ve dîzaynkirina PKK ê ji aliyê Ocalan ve li gorî berjewendiyên dewleta Tirkiyeyê, di navbera Îran û PKK ê de bo sebebê alozîyan. Piştî sala 2011 an, PKK di projeya Hîlala Şîe ya dewleta Îranê de li Rojhilata Navîn hate erkdarkirin û li gorî polîtîkayên Îranê xwe li Sûriye û Başûrê Kurdistanê bi cih kir.

Rêxistina Rojhilatê Kurdistanê ya PKK ê, PJAK jî li gorî peymana Îran û PKK ê hate dîzaynkirin û agirbestek bi Îranê re ragihand.

Ji wê demê ve, PJAK 1-2 km dûrî baregehên Îranê li deverên wekî Qendîl, Pênciwîn û Asosê bi cih bûye, li ser sînor li gorî berjewendiyên Îranê tevdigere. PJAK ê rê nedaye ku tu rêxistineke din yên Kurdistanî nêzîkî sînor bibe û li gelek deveran êrîşî Pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê kiriye.

Niha, bi rewşa guherî ya PKK ê ve girêdayî, xuya ye PKK dibe ku PJAK ê jî ji nû ve aktîf bike. Tê pêşbînî kirin ku PKK, ku xwe fesih kiriye, di serdema nû de gelek endam û serbazên xwe di nav PJAK ê de bi cih bike.