Ji asîmlasyonê berbi entegrasyonê ve!!!

Bûbê Eser
Dema ku welatê me Kurdistana şêrîn bi peymana Lozanê kirin çar perçe û her perçeyek diyarî dewleteke dagirker ya kurdan kirin. Ji wan xwestin ku ew jî Kurdan asîmle bikin. Ji bona ku Kurd ziman, dîrok û adetên xwe jî bîr bike. Miletê Kurd jî weke gelek kêmneteweyan ji holê rabe.
Li ser vî asasî hatibû li hevkirin. Ji bona wê jî dagirkerên me bi hemî hêzên xwe ji bona vê armancê li dij kurdan şerê aman û nemanê destpêkirin. Kêm zêde li her çar perçan tevger û şerê dagirkeran ya li hember kurdan wek hev bûn.
Piştî damezrandina komara tirkiyê ku divê wan jî ew şert û mercên peymana lozanê pêk bianiyana, dest bi şerê kurdan kirin. Çi medotên xerab hebûn anîn serê kurdan.
Ji bona kurd ziman û adetên xwe ji bîr bikin çiqasî zordarî, wêranî, komkujî û talanî hebû li ser serê kurdan pêk anîn. Pêk anîn, lê fêmkirin ku dê nikaribin bi şer, kuştin û wêraniyê kurdan tune bikin. Zimanê wan nehêle û adetên wan bi wan bide ji bîr kirin.
Piştî ku hin lêkolînên dûr û dirêj yên arşîvên Dewleta Osmanî û dewletên cîhanî, karbidestên tirk bi saya hin dewletêm mezin, xwestin ku kurdan bi kurdan bide kuştin û kurd xwe bi xwe hevdu asîmle bikin.
Li ser vê biryarê pkk ya xwe damezrandin. Di şerê wan ê bi salan pkk çi anî serê gelê kurd, êdî tê zanîn. Lê dîsa weke karbidestên tirk dixwest kurd asîmle nebûn. Her çiqasî di gelek warande bi ser jî ketin lê hertişt ne weke ku wan dixwest bû.
Loma jî piştî şerê qirêj û dirêj ku Kurdistan wêran kirin. Bi milyonan kurd koçberî nava bajarê tirkan kirin. Bi vê jî xwestin ku cografiya Kurdistanê biguherin. Bêjin: ”Êdî Kurd û tirk brane ji ber ku zêdeyî deh milyonan kurd di nava tirkan de dijîn. Ji hev veqetandina vana zehmet e”. Ji xwe ji niha de gelek aqilmendên tirk û hin kurd vê tînin zimên.
Êdî dema şerê çekdarî jî qediya bû. Loma ew şerê pkk ya ku zerar dida dewletên mezin jî. Lewra wan ji tirkan xwestin ku pkk ya wan, şerê xwe rawestine û li tirkiya xwe vegerin.
Her weha jî bû. Lê ma wê dagirkerên me bi vê bihatana ser. Helbet na. Li ser gotina dijminê kurd Bahçelî pkk çekên xwe danîn. Ji ber ku wan û dewletê li hev kiribûn ku divê êdî ew ji dema asîmlasyonê derbasî etregasyon bibin.
Yanî êdî kurd weke nav bihêlin lê ruhiyeta wan, bawerî û dilsoziya wan ya kurdperwer ji wan bigirin. Loma xwestin bi slogana ”Kurd û tirk birane”. Destpê kirin. Li gor vê jî amadekariyan dikin ku êdî kurdan entegreyî tirkan bikin. Bi gotineke din kurdan nehêlin. Ev jî projeyeke pêncî sed salên din e.
Ev kar bi her awayî li ser destê DEMa ku Evdila û Dewletê bi hevre damezrandibûn, tê meşandin. Meşandina vê jî dê ji cih û warên kurdan yên pîroz de bê destpêkirin ku ew hêjayî nemînin. Weke çawa çekdanîna xwe li wê şkefta pîroz, ya bi navê Cesenayê ku li nahiya Sûrdaşa girêdayê bajarê Silêmanî yê ku cihê parastin û berxwedana kurdan bû, danîn ku wir bê qîmet bikin.
Niha jî li ser gora Ehmedexê Xanî û wê hê gelek cihên pîroz yên kurdan bi dirûşmaya yekitiyê civîn û meşan li dar bixin. Ev yektiya ew dibêjin. Tunekirina kurdan ango entegrasoyana kurdan e ku kurd weke xwe nemînin.
Lê hezar mixabin ku li hember vê projeya dewletê û Evdila partiyên me yên ji xwe re dibêjin em kurdistanî ne, nikarin bi hevre temsîleke kurdistanî derxin da ku pêşî li van plan û projeyên Evdila û dewletê bê girtin.
Heger ev projeya pkk û dewletê ku niha li ser destê DEMê tê meşandin neyê dîtin û rexnekirin dê heta çend salan kurd nemînin. Heger li dij vê projeya nû ya dewletê û Evdila kurd bê deng bimînin dê kurd biqedin.
Niha partiya wan DEM bi vî karê xwe yê nû ku wê civîn, meş û xwe pêşandanên entegrasonê li wan deran pêk bînin ku wan ji rûmet û hêjayiyên wan dûr bixwe. Ango nirxên kurdan bê nirx bikin da ku êdî kurd bi rehetî tirkbûnê bipejirînin.
Bi rastî rojên gelek xeter li pêşberî kurdên bakurê Kurdistanê ne. Lê mixabin herkes vê dibîne. Ji bona pêşî li vê jî bê girtin, nikarin bi hevre temsîleke kurdistanî damezrînin an naxwazin pêkbînin. Ji ber ku hin partiyên ji xwe re dibêjin: ”Em Kurdistanî ne”. Hêviya wan hê di DEM ê de heye ku rojekê ew jî bibin parlemen an serokê şarederiyeke Kurdistanê.
Aha ev e ku ya ruhiyeta kurdistanê ji dilê kurdan dikşîne û kurdan berbi tirkbûnê ve didafîne. Heger ew daxwaz ji dilê hin rêvebir û serokên partiyan dûr bibe ango derkeve aha wê demê em ê jî weke kurd bighêjin armanc û daxwazên xwe…