Li alîkî Tirkbûn li aliyê din neyekbûn

Analîzeke kurt li ser PKK

Bûbê Eser

Em weke kurdên ji welatê xwe hez dikin û dixwazin ji bona azadî û rehetiya wî kevirekî bidin ser kevirekî, tim behsa Lozana dudan dikin. Ev jî tiştekî di cih de ye ku ji bona Lozaneke din, bi serê kurdan de neyê.

Lê bi qasî ez tê gihiştime û min jê fêmkiriye ew e ku me weke miletekê kurd, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd ji peymana Lozana tişt  fêm nekirine. Loma jî ji bona Lozaneke dudan neyê serê kurdan, divê em  ya ewil baş fêr bibin.

Heger me Lozane ewil fêmkiribana, di nava vî sed salî de wê kurdan yekitiyeke xwe amade kjribana da ku weke dîwarekê pola li hember Lozana dudan rawestiyabana. Lê hezar mixabin ev di nava kurdan de tune ye.

Tune ye dibêjim ji ber ku miletek û partiyên siyasî bi hêz û qawetên xwe dikarin li hember xeterên bêne serî wî û gelê wî rawestin. Heger mirov ne bi hêz û qawet be, mirovê bibe xwarina dewletên dagirker.

Wê dagirikerên me bi her awayî lê bixebitin da ku bikaribin ji nava miletê ku wî kiriye koloniya xwe zilam û pêgirtin xwe derxin da ku dema roja wê hat, dê wan li hember miletê wan û li gor berjewendiyên xwe bi kar bînin.

Berî ku peymana Lozanê pêk bê Atatirk û aqilmendên tirkan bi bajar û kolanên kurdistanê ketin ku bikaribin hin axa û sêxên mezin li ser navê kurd û tirk brayê hev yên misilmanên, petde bikin. Ji ber vê divê ew bi hevre li hember ne misilmanan tekoşînê bidin. Wan ji welatê xwe derxin ûhwd.

Bi vê yekê bi serketin û hin ji axa, beg û şêxên mezin yên kurdan kirin alîgirên xwe. Bi wan dane zanîn û ezberkirin ku tirk û kurd brayê hev yên misilman in. Loma jî tekoşîna wan ya bi hevre li dij xaçperestan di xêra wan de ye.

Heta gelek caran mînaka Seleyadîn Eyyubiyê Kurd didan ku ew weke kurdekî çawa ji bona firehbûn û parastina dinî îslamê li hember xaçperestan rawestiyabû, dianîn zimên. Bi vê kar û xapandinê di peymana Lozanê de bi ser ketin. Kurdistan hate perçekirin. Piştî wê jî Axa û sêxên kurdan darvekirin. Wêranî û koçberiyeke mezin anîn serê kurdan.

Gotin: Ev welat, ev ax ya tirkan e. Yên li ser vê axê dijîn tirk in. Herkesên xwe tirk nebînin wê bêne kuştin û malên wan di serserê wande bê hilweşandin. Di vî welatê tirkan de tenê erkekî kesên xwe kurd dibînin heye, ew jî ew e ku ji tirkan re xulamtiyê bikin. Yên vê jî qebûl nekin ji holê radibin.

Ev a zêdeyî sed salan e ku tekoşîna kurdan jî li hember vê zilma Kemalîstan ranewestiya. Lê dema ku Kemalîstan fêm kirin, dê nikaribin bi kuştin û wêraniyê kurdan biqedînin. Ew gotina kurdan ya navdar ku dibêjin: ”Kurmê darê ne ji darê be, dar narize”.

Her weha piştî 1965an ji bona wê gotinê bi cih bikin. Kar û xebatên bê westan kirin. Kesekî dayika wî tirk û bavê wî kurdekî zilm û tade li diya wî ya tirk dikir, peyde kirin. Wî jî di şexsiyeta bavê xwe de ji roja rojda dest avêt dijminatiya kurdan

Dema ku dewletê ew peyde kir. Kêfxweş bûn ku wan kesekî diya wî tirk û bavê wî yê kurd ku tadê li diya wî dike ku ew jî ji ber wê zilma bavê xwe bû dijminê miletê kurd. Ji bona kurdan yox û dox (tune) bike soz da karbidestên dewletê ku çi ji destê wî bê dê texsîr neke.

Çîroka vê dirêj e. Ev bi firehî di romana min ya bi navê SAPO de hatiye nivîsên û îzahkirin. Ê dayika wî tirk li ser zilma bavê wî zilm li diya wî dikir, bû dijminekî miletê kurd ku daxwaza wî ji ya dewletê jî bi xoftir derket.

Dewletê jî çi ji destê wan hat texsîr nekirin. Pere, hêz û qawet danê ku wî bikin serokê kurdan. Karbidestên dewletê 30 salan li ser destên zana, bîrevir û psikologên xwe xebat kirin. Di encamê de partiya li ser navê kurdan damezrandin, li ser destê wî kurd kuştin û welatê wan wêran kirin.

Îroj jî ew kar berdewam e. Lê bi rengekî din, bi taqtîkek din. Yanî piştî kuştin û wêraniya kurdan, îro dibêjin tirk û kurd bran in. Ê bavê wî ne diyar bû ku kî ye û dayika wî tirk ku tirkan ew kirin serokê kurdan jî tiştekî naxwaze.

Projeyan sed salan dixwazin bi vî rengî dawî lê bînin. Heger li bakurê kurdistanê yekitî û bi hevrekarina kurdan û partiyên wan di bin sîwaneke neteweyî de pêk neyê, proje dewletê wê li ser destê Evdila û partiya wî û ya dewletê ku bi hevre damezrandibûn, DEM ê bi serkev e. Li ser navê bratiya tirk û kurdan dê kurdan tune bikin.