Ji Bo Sûriyê Pêvajoyeke Nû Dest Pê Dike?

sheyhmus-ozengin

Şeyhmus Özzengin

Sibeha 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an, ajansên nûçeyên cîhanê bi manşetên “Li Sûriyê rejîma Esed hilweşiya” hejîyan. Ji wê rojê û vir ve nêzî neh meh derbas bûn û Sûriye ket nav demeke tijî nezelalî, pevçûn, kuştin û bilindbûna aktorên nû. Hêzên bi pêşengiya Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ), Şamê bi dest xistin û rêveberiyeke de facto ava kirin. Serokê wan Ahmed el-Şaraa (bi navê din Colanî), bi hevalbendiya komên çekdar ên din, kabîneyeke demkî ava kir. Lê belê ev avahiya nû, di demeke kurt de bû sedema şîdeteke nedîtî û bêîstîqrarîyê. Kuştinên li dijî kêmneteweyan, zextên navneteweyî û redkirina daxwazên etnîkî, paşeroja Sûriyê dîsa kirin mijara nîqaşê.

Di nav vê tevliheviyê de, navên mîna generalê berê yê rejîmê Manaf Tlass, wekî alternatîfên nû derketin holê. Gelo ev pêşveçûn û guftûgoyên li ser Sûrîyeyê, nîşana destpêka pêvajoyeke nû ne?

Hilweşîna rejîma Esed bi pêşketina bilez a HTŞê pêk hat! HTŞê, piştî ku Şam bi dest xist, Ahmed el-Şaraa wekî serokê de facto hat ragihand. Di destpêkê de rêveberiyê wêneyeke “nerm” nîşan da û bi komên terorîst ên din re hevalbendî kir, kabîneyek rêveberîyê bi tena serê xwe ava kir.

Lê belê ev pêvajo, ku mîna “bûkekê nû” dest pê kir, zû bi zû bû rûyeke xwînrêj.

Kêmasiya pereyan û piştgiriya navneteweyî ya sînordar, rêveberî tengav kir, lê welatên Kendavê yên mîna Erebistana û Siûdî ketin nav livê.

Wan soz dan ku dê sê meh mûçeyên memûran bidin û ji bo rakirina hin ambargoyên aborî hewl dan.Tirkiye, ji bo ku Sûriyê bike mandeya xwe û miletê Kurd li Sûriyê nebin xwedî statuyeke fermî, bi awayekî çalak rol girt. Piranîyêh van hêzên îslamîs ku di nav HTŞ de cîh girtine, di bin bandora Tirkîyeyê debûn. Tirkîye, ev hesab wek derfet, li ser saheya Sûrîyeyê ji xwe re bikartanî.

Bi taybetî di 11ê Adara 2025an de, peymana 7 xalî ya di navbera Mazlum Evdî (fermendarê SDFê) û Ahmed el-Şaraa de, bi karanîna kozên Tirkiyê û Abdullah Ocalan hate bidestxistin. Ev peyman, yekkirina hêzên kurdan bi artêşa Sûriyê re, mafên kêmneteweyan û agirbestê di nav xwe de dihewand.

Lê belê bersivên Dûrzî û pişt re Mûseyriyan (Elewî) ji pirsa “Sûriyeke çawa?” re, yên wekî “serxwebûn û statuya federal” dan, peymana di navbera Mazlum Abdi û Ahmed el-Şaraa betal kirin.

Fransa, ji bo avakirina “Sûriyeke nû” dest bi hewldanên dîplomatîk kir, lê Îsraîl bi hinceta ewlehiya sînoran zextê dike: “Ez destûr nadim ku rêxistineke terorîst a îslamî li sînorên min dewletê ava bike.”

Rêveberiya HTŞê, ku soza “Komara Erebî ya Navendî” dabû, di demeke kurt de bi barbarîyê reş bû. Armanca yekem Elewî (Mûseyrî) bûn. Di Adara 2025an de, li Lazqiyê û Tartûsê bi sedan sivîlên Elewî – bê cudahî jin, zarok – hatin kuştin. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirov a Sûriyê (SOHR) û Amnesty International, di van êrîşan de zêdetirî 1,500 kes hatin kuştin; gelek gund hatin şewitandin û talankirin. Her çiqa Şaraa, berpirsyariyê red kir jî, van bûyeran, ku wekî tolgirtin hatin binavkirin, bêkontrolbûna rêveberiya nû eşkere kir.

Peymana bi Mazlum Abdi ya di germaya van kuştinan de pêkhat, demkurtî rehetiyek peyda kir. Lê şîdet nesekinî. Di Tîrmeh-Tebaxa 2025an de, bajarê Suweyda (Sûmeyra) û derdora wê, ku Dûrzî lê bi piranî dijîn, bû hedef. Hêzên hikûmetê û milîsên girêdayî Bedeviyan êrîşî Dûrziyan kirin; bi sedan sivîl hatin kuştin, gund hatin şewitandin. SOHR, zêdetirî 1,000 kuştî rapor kir, dema ku Reuters û pisporên Neteweyên Yekbûyî (NY) îdiayên kuştinên bi plan, destavêtin û paqijiya etnîkî pejirandin.

Îsraîl, bi êrîşên esmanî destwerdan kir, kuştin rawestand û hêzên HTŞê neçar kir ku ji herêmê vekişin.

Van bûyeran ewlehîya kêmneteweyan anî rojevê carek din û ji bona qedera xwe nexin destê van hêzên terorîst, serî hildan. Dûrziyan li herêmên xwe serxwebûn ragihandin. Elewî jî dest bi parastina modela “federasyonê” kirin. Kurd hê jî bêdeng in; tişta ku dixwazin ne diyar e. Ew li dora têgehên wekî “Sûriyeke demokratîk a nenavendî” dizivirin, lê peymana yekkirina SDFê wekî gaveke pragmatîk tê dîtin.

Rexne û bertek, li ser rêveberiya Şaraa zêde dibin; civaka navneteweyî zexta parastina mafên kêmneteweyan zêde kir.

Manaf Tlass, Ji Rejîma Kevin Berbi Alternatîfeke Nû:

Di nav vê kaosê de, çapemeniya cîhanê kesayetiyeke nû derdixe pêş: Manaf Tlass.

Ev, nîşana lêgerîna serokatiyeke alternatîf e. Tlass, di Yekîneya Elît a Rejîma Esed, Parêzvanên Komarê de serheng bû, hevalê zaroktiya Beşar Esed û endamê îstîxbaratê bû. Bavê wî Mustafa Tlass, di dema Hafiz Esed (1972-2004) de Wezîrê Parastinê bû û ji malbateke bi hêz a Sunnî bû.

Di salên 1980yî de Tlass akademiya leşkerî qedand, bû berpirsê îstîxbaratê yê Tugaya 104an. Di şerê navxweyî yê 2011an de, li herêmên wekî Rastan û Dera hewl da bi muxalefetê re diyalogê deyne, ji bo serbestberdana girtiyan xebitî. Lê ji ber israra rejîmê ya li ser şîdetê, di Hezîrana 2012an de ji wezîfeyê hate dûrxistin û di Tîrmehê de bi 23 efseran re reviya Tirkiyê. Ev, wekî derbeyeke mezin a yekem li rejîmê, li Rojava hate pêşwazîkirin. Tlass, şîdeta li dijî sivîlan wekî “welat berbi dojehê dibe” binav kir û bi malbata xwe re li Parîsê bi cih bû.

Di 2025an de, piştî hilweşîna Esed, Tlass dîsa ket rojevê. Li DYE û Ewropayê, di hevdîtinên muxalefetê de ji bo veguherîneke demokratîk cih girt. Çavkaniyên wekî Arab Center Washington, ji ber têkiliyên wî yên bi Rûsyayê re, dibêjin ku dikare “roleke veguherînê” bilîze.

Di Îlona 2025an de, Tlass ragihand ku amade ye bi Şaraa re hêzê bike yek, lê li dijî normalîzebûna bi Îsraîlê derket û got “niha zû ye.”

Xala herî bilind, axaftina wî ya 13ê Îlona 2025an bû li Zanîngeha Sciences Po (bi vexwendina Civata Fransa-Lubnan). Tlass, Şaraa wekî “ pilingê kaxezî” binav kir. Ev, ji Fransayê re peyameke “Ez ji bo avakirina Sûriyeke nû namzet im” bû.

DYE, wî ji bo nûnertiya Sunnî û laîk wekî “rêveberê xwedî potansiyel” dibîne; welatên Kendavê (Erebistana Siûdî, BAE) wekî alternatîfeke li henber HTŞê piştgirî didin.

Lê rexneyên li ser Tlass, li ser paşeroja wî ya bi rejîmê re jî li alîyekî disekinin, her çend tê îdiakirin ku “destên wî bi xwînê nepişkirî ne.”

Paşerojeke Bêîstîqrar an Destpêkek Nû?

Sûriye, ji rejîma de facto ya HTŞê bigire heta qetlîamên kêmneteweyan, ji peymanên navneteweyî bigire heta lêgerîna serokên alternatîf, di nav gewriyeke mezin de ye. Navên wekî Tlass, bi modela xwe ya laîk û hembêzkirî hêvî didin jî, tengezarîyên etnîkî û destwerdanên derve (Tirkiye, Fransa, Îsraîl, DYE) pêvajoyê aloz dikin. Nediyariya kurdan, daxwaza serxwebûnê ya Dûrziyan û bangewaziya Elewiyan ji bo federasyonê, dewleteke navendî dijwar dike.

Piştgiriya Siûdî û sivikkirina ambargoyan, rehetiyeke aborî a demkî peyda dike jî, heta ku pirsgirêkên edaletê û mafên kêmneteweyan bi rêveberiyeke federal a saxlem neyên parastin, aştiyeke mayînde dûrî xeyalan e.

Ji bo Sûriyê pêvajoyeke nû dest pê dike?

Belkî; lê ev rê, rêyeke bi xwînê sorkirî ye. Paşeroj, bi hevsengiyên dîplomatîk û lihevhatina navxweyî ve girêdayî ye.