Ocalan: Don Kîşotê Rojhilata navîn an mîmarê xeyaleke siyasî?

Abdullah Ocalan, zilamê ku xwe wekî “rêberê neteweyên bindest” bi nav dike, bi salane li Gireva Îmraliyê qaşo di zindanê de dimîne, lê belê di xeyal xwe de mijûlî afirandina senaryoyekêye da ku cîhanê rizgar bike, belê, kesê ku heyanî niha nekariye xwe rizgar bike, hewl dide cîhanê bi tevahî rizgar bike. Lê pirsa rastîn eve; “gelo Ocalan ramanwerê azadiyêye, an tenê Don Kîşoteke ku şûrê xwe di bayê biyabana siyaseta Rojhilata Navîn de dihejîne?
Xeyalvanek bi cilên şoreşê
Ocalan behsa “Demokrasiya Gelan” û “azadiya jinan” dike, lê tomarên pratîkî yên tevgera wî tiştekî din dibêjin: makîneyeke îdolojîk a dîspilînkirî û leşkerî ku azadiyê bi îtaetê dipîve. Bi zimanekî tijî ji slogan, wî îdealîzm veguherand dogmatîzmê û xewna azadiyê bi şiklê mezhebeke Nîv-Olî firot ku tê de ramanê ciyê xwe daye baweriyeke kore.
Şovaliyeyê ku aşxane weke dijmin didît
Wekî Don Kîşot, Ocalan jî li hember dijminên xeyalî rawestiya. Lê vê carê, aşên bayê yên wî mirovên rastîn bûn, ciwanên ku ji bo azadiya Kurdistanê tevlî refên PKK’ê bûn, di şerekî bêdawî de hatin qurbanî kirin. Ocalan şer kir lê ne ji bo azadiyê, belku ji bo nivîsandina mîtolojîyekê ku ew bi xwe di navenda wê de bû. Dema ew behsa “Neteweyeke Demokratîk” dike, ew bi rastî behsa kesatiya xwe ya çêkirî ya mîtolojîk dike; behsa rêberekê dike ku divê her û her di dilê tevgerê de bimîne, her çend cîhan biguhere jî.
Fîlozof an pêxemberê xwe-îlankirî?
Di nivîsên xwe de, Ocalan xwe wekî fîlozofekê ku ji Marks, feminism û Teolojiyê îlham girtiye pêşkêş dike. Lê di pratîkê de, ev tevlihevî bûye formeke xeternak a Mîstîkîzma siyasî, cihê ku rexne û pirs qedexe ne û tenê “xwendina rasta ramana rêber” rêpîdaîye. Tevgera di bin siya wî de li şûna civatek azad, avahiyek Nîv-Olî afirand ku tê de wefadarî û dilsoziya ji boy serok ji fikirînê girîngtire.
Paradoksa di navbera pênûs û guleyê de
Ocalan di zindanê de behsa aştiyê dike, lê mîrata wî hîn jî bi çekên li meydanan tê destnîşankirin. Ew behsa evîna mirovahiyê dike, lê bi hezaran kes di bin siya îdeolojiya wî de mirine. Ew behsa demokrasiyê dike, lê her rexneyek li ser wî di nav PKK’ê de wekî xiyanet û îsyan tê dîtin. Nakokiya di navbera gotin û kirinên wî de ew kiriye kesayetek ku pêtir ji wê yekê ku bibe “rêberê rizgariyê” bibe “fîlozofê nakokiyê”.
Efsaneya ku dê hilweşe
Di dawiyê de, em dibêjin Ocalan Don Kîşotê rojhilata navîne, miroveke ku dixwest dîrokê ji nû ve binivîse, lê di nav qerebalixa xeyala xwe de winda bû. Li şûna ku rastiya tevlihev a herêmê fam bike, ew veguherand cihê xewna xwe ya kesane. Û mîna Don Kîşot, di dawiyê de ne dijmin têk bir û ne jî cîhan xelas kir, wî bi tenê nifşek ji alîgirên xwe bi sozek vala ber bi mirinê şand.
Dibe ku Ocalan dixwest bibe şovaliyeyê edaletê, lê dîrok dê wî bêtir wekî mizgînvanekî newestiyayî yê xewnek bêwate bi bîr bîne. Xewnek ku ji hundir ve hilweşiya her çend qîriya jî.
Bi kurtasî Ocalan ev 50 salin xîyanetê li Kurd û Kurdistanê dike, rêya siyasîya 50 salî ya Ocalan ne “Rêbertî” bû, lê gerînek bi îxanet bû; rêyek bû ku li şûna azadiyê, bi dehan nifşên kurdan avêt nav agir. Rêya Ocalan, rêyek bû ku hêviyên kurdan daqurtandin û pêşeroja kurdan dîl girt.