Hilbijartinên dewra 6 emîn a Parlamentoya Iraqê bi dawî bûn. Rewşa partiyên Kurdî wiha ye:
PDK gihîşt armanca xwe ya 1 milyon dengan û ji wê derbas bû, PDK’ê serkeftinek mezin di hilbijartinê de bi dest xist. Li hemû bajarên Kurdan rêjeya dengên xwe zêde kir. Heta kotaya ji bo Xiristiyan, Êzidî û Kurdên Feylî jî bi dest xist. Serkeftina PDK’ê tê vê wateyê:
1- Kurd piştgiriya helwesta PDK’ê ya li dijî kiryarên Hikûmeta Federal a Iraqê dikin.
2- Kurd piştgiriyê didin sîyaseta PDK’ê a di nav civaka Kurd de.
3- Kurdan hikûmeta 9 emîn a bi serokatiya Mesrûr Barzanî û şêwazê rêveberiya wî, kiryar û xizmetên wê xelat kirin.
4- Ne tenê Kurd, lê di heman demê de Kurdên Feylî, Xiristiyan, Êzdî û pêkhateyên din ên civaka Kurdistanê – piştgiriyê didin sîyaseta PDK’ê.
5- Li herêmekê ku piranî Erebên Sunnî lê dijîn, PDK’ê rêza yekemîn bi dest xist, ev nîşan dide ku gelê Iraqê jî piştgiriyê dide helwesta PDK’ê.
Rewş ji bo YNK’ê pir cûda ye. Her çiqasî ku YNK’ê propagandayeke berfireh kir û wekî duyemîn partiya herî mezin derket holê jî, lê siyaseta YNK’ê zarbekî mezin xwar. Beriya hilbijartinan, YNK’ê hewl da ku Lahûr Cengî ji holê rake û serokên du partiyê din zîndanî kirin da ku rêjeya dengên xwe zêde bike. Heta li keleha xwe ya Silêmaniyê jî, YNK’ê 17,000 deng kêm kirin, û li Duhok, Hewlêr û Kerkûkê jî 70,000 deng kêmkirin.
YNK’ê Li Duhokê ji dengderên xwe xwest dengê xwe bidin namzetekî girêdayî Heşdî Şebî, lê layengir û rêxistina YNK’ê li Duhok ê bertekekek tûnd nîşan da. Rêxistin ji hev belav bû.
Ev hemû tê vê wateyê:
1- Kurd siyaset û helwesta giştî ya YNK’ê li hember Kurdan qebûl nakin.
2- Kurd helwesta YNK’ê li hember dewleta Iraqê û têkiliyên wê bi Heşdî Şebî re qebûl nakin.
3- Siyasetên YNK’ê yên li Kerkûkê ji 16 ê Cotmeha 2017 an vir ve û siyaseta wê ya hilbijartina parêzgar rexmê nerazîbûna Kurdan, li Kerkûkê bûye sedema wêrankarîyê.
4- Kurdan siyaseta Bafil Talabanî di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de astengkirina avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê qebûl nekirine.
Ev rewşa piştî hilbijartinê ya PDK’ê û YNK’ê ye. Lêbelê, pevçûna rastîn dê piştî vê yekê dest pê bike.
Ji Bihara Erebî vir ve, YNK’e ne li gorî berjewendiyên Kurdan û Herêma Kurdistanê tevgeriyaye. Di vê dehsalê de xesarek mezin daye Herêma Kurdistanê. Divê YNK’e rêzê li helwesta raya giştî di hilbijartinan de bigire û siyaseta xwe biguherîne.
Yekem tiştê ku dive YNK’e di van hilbijartinan de bike eve ku dev ji têkbirina pêvajoya avakirina hikûmeta Herêma Kurdistanê berde. Divê YNK’e bi daxwazên maqûl tevlî hikûmetê bibe.
Her wiha di serî de berpirsiyarê windakirina kursiyên Kurdan li Kerkûkê YNK’e ye. PDK’e ji sala 2017 an vir ve li derveyî Kerkûkê ye. Lêbelê, piştî heft salan li Kerkûkê û piştî heşt salan li Germiyanê ofîsek vekir. Heta di hilbijartinên parêzgariyê de jî, YNK’e bi awayekî yekalî tevgeriya, rê li ber Ereban vekir ku di burokrasiya Kerkûkê de cihekî girîng bi dest bixin. Niha dem hatiye ku dawî li van hemû kiryarên xerab bîne. Divê YNK’e avakirina stratejiyeke hevbeş a Kurdan ji bo Kerkûkê qebûl bike.
Ger YNK hewl bide ku bi tevgerîna bi hêzên Heşdî Şebî re, bi îdiaya ku hêzên Heşdî Şebî di hilbijartinan de xurt bûne, êrîşeke nû li dijî PDK’ê bide destpêkirin, ev dê xiyanet mezin be.
Divê Bafil Talabanî û eqilmendên wî dev ji hewlên wêrankirin û şewitandina Kurdistanê berdin.