Di 27 ê Mijdarê de êrişerke mezin li ser saha gaza Kor Mor hat kirin. Kor Mor di navbera salên 2022 û 2025 an de 11 caran rastî êrîşan hatiye.
Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî (IEA) sedsala 21 an wekî “Serdema Zêrîn a Gazê” dinirxîne. Ev tê vê wateyê ku hêzên serwerîya gazê dikin di cîhanê de dikarin çarenûsa xwe biguherînin. Ji ber vê yekê, divê êrîşa Kor Mor bi berfirehî weke dosyayek were lêkolîn kirin.
Çima zevîyên gaza Kor Mor girîngin?
Herêma Kurdistanê li derveyî herêmên ku di bin madeya 140 an de, pênc zeviyên gazê yên girîng hene. Kor Mor ya herî mezin û behremdar e.
Bi projeya berfirehkirina KM250 zeviya gaza sirûştî ya Kor Mor, ew ê bikaribe rojane 865 milyon fît kûp gaza sirûştî hilberîne. Ev tê vê wateyê ku, digel zeviyên din ên gazê yên Herêma Kurdistanê, hilberîna giştî dê rojane 1 milyon fît kûp gaz be. Ev asta hilberînê zeviya Kor Mor dike yek ji mezintirîn projeyên gazê li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê, ku dikare bi projeyên wekî Khazzan li Omanê, Zohr li Misrê, û Leviathan li Deryaya Spî re were berawirdkirin.
Mezinahiya muazzam ya gaza Kor Mor bi awayeke bingehîn rewşa enerjiyê ya Herêma Kurdistanê û vîzyona wê ya ji bo Rojhilata Navîn diguherîne.
Kî ji gaza Kurdistanê û Kor Mor nîgeran e?
Ji ber vê yekê, hem welatên ku ji gazê sûd werdigirin û hem jî yên ku fobiya wan ji Kurdistanê heye, Kor Mor û gaza Kurdistanê ji nêz ve dişopînin.
Iraq yek ji wan welatan e ku potansiyela enerjiyê ya Herêma Kurdistanê wekî gefa herî mezin li ser xwe dibîne.
Li gorî daneyên OPEC û Enstîtuya Enerjiyê, Herêma Kurdistanê rojane ji Iraqê bêtir enerjiyê hildiberîne. Kurdistan bi tenê di 18 salan bihorî de di bikaranîna amûrên nûjen di hilberîna gazê de ji Iraqê derbas bûye.
Li şûna kirîna gaz û elektrîkê ji Kurdan, rejîma şîe ya Iraqê dixwaze jêderên dahatê Kurdan dagir bike û gaza Kurdan desteser bike.
Veguhestina DAIŞ ê bo ser Kurdistanê, bicihkirina PKK ê li Kerkûk, Germiyan û Şingalê ji aliyê Îran û Iraqê ve, dijminatiya YNK ê li hember Hewlêrê û êrîşên têkildarî mûçe-budçeyê yên ji ber vê yekê, hemî beşek ji plana desteserkirina potansiyela enerjiyê ya Kurdistanê ne.
Serinca li ser dema êrîşa Kor Mor çi ye?
Dema êrîşa Kor Mor pir manîdare. Bi rêzê re…:
1-Di 11 ê Mijdarê de hilbijartinên parlemanê Iraqê hatin lidarxistin. Lîstika Iraqê di van hilbijartinan ew bû ku dengan bi PDK ê bide berzekirin û YNK bihêz bike ku bikaribe wezareta navxweyî ya Herêma Kurdistanê bidest bixe. Lêbelê, ew plan biserneket.
YNK’eya, ku Iraqê dixwest wekî hespê Trova bikar bîne û di Wezareta Navxweyî ya girîng a stratejîk de bicîh bike, lê YNK’ê deng winda kirin. PDK’e bû partiya yekem.
2- Di 19 ê Mijdarê de, Fermandarê Giştî yê HSD ê Mezlûm Ebdî beşdarî civîna MEPS2025 ya li Duhokê bû. Ev yek bû wesîle bo yekîtiya Kurdan û hem jî rola stratejik a PDK ê di qadê de sîiasî-Dîplomasî de nîşan da.
3- Di 26 ê Mijdarê de, Iraqê ragihand ku “erka hevpeymaniya navneteweyî bi dawî bûye.”
Êrîşa li ser Kor Mor, piştî van sê bûyerên girîng, ne tesaduf bû. Bi mebesta gefxwarin û astengkirina pêşkeftinên Herêma Kurdistanê bû.
Kê li Kor Mor xist?
Dema ku mirov li van hemû pêşketinan binêre, eşkere ye ku kê êrişî Kor Mor kirîye.
Şermezarkirina êrîşên Kor Mor ji aliyê dewleta Iraqê û rêberên Şîe ve tenê taktîk e. Helwesta wan durû ye. Berpirsiyarê sereke yê vê êrîşê ew in. Komên çekdar ên girêdayî rejîma Şîe ya Iraqê ev êrîş pêk anîn. Nûnerê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê li Iraqê, Savaya, bal kişand ser “komên çekdar” ên Iraqê.
Her çend ev rewş ewqas eşkere be jî, hin dezgehên medyayê hewl didin ku rewşê bi nûçeyên “Tirkiye êrîş kir, Tirkmenan êrîş kir” tevlihev bikin. Her çend hêzên Tirkmen êrîş kiribin jî, ew jî mîna Rayan Kildanî, hêzên ser bi Heşda Şebî ve ne.
Rola YNK’ê di êrîşan de çi ye?
YNK ji salên 1960 an vir ve li kêleka dewleta Iraqê li dijî PDK’ê tevgerîya ye. Bafil Talabanî heman siyasetê bi awayekî hîn metirsîdartir didomîne. Di bangeşeya xwe ya hilbijartinê ya 11 ê Mijdarê de, Bafil gef xwarin û got; “Gaz li bin desthilata me da ye, em ê wê vemirînin, em ê wê jinav bibîn” Û hevkarên wî yên stratejîk ev emrê wî pêkanî û êrişî saha enerjîyê ya Kor mor kir.
Di sala 2012 an de, endamê Polîtburoya YNK ê Adil Murad ji Serokwezîrê wê demê yê Iraqê Nûrî Malikî re got, “Mûçeyan bibirin, xelk dê li dijî rêveberiya Hewlêrê rapere, û hûnê bibînin ka PDK’e çawa tê ser rê…” Bafil Talabanî dibêje, “Gazê bibirin, elektrîk dê qud bibe, û Hewlêr dê teslîmî Bexdayê bibe.” Û bi vê siyasetê, Serokkomariya Iraqê û hin wezaretan ji Herêma Kurdistanê dixwaze.
YNK hem bi awayekî objektîf û hem jî bi awayekî subjektîf li cephê hêzên êrişî zevîyên gaza Kor-Mor kirî de cih digire.
Di êrişa li ser saha Kor-Mor destê Şîeyên Iraqê, Îran û hevkarên wan YNK ê tê da ye.