Sala 2025 bi saya hewldanên Serok Barzanî dengê lingê Bihara Kurdî hat bihîstin

Bi Bihara Erebî re sîstema siyasî ya damezrandî li Rojhilata Navîn kefte nav kaosê de. Kurdan ji bo derketina ji vê kaosê gelek ked û qûrbanî dan. Xaka Kurdan hatin dagirkirin, bajarên me hatin bombebarankirin û bi hezaran mirovên me ji cih û warên xwe koçber bûn.

Di sala 2024 an de, hilweşandina rejîma Esed hevsengiya hêzê li Rojhilata Navîn guherand. Şert û merc afirîn ku Rojava jî mîna Başûrê Kurdistanê bo avakirina desthilatekî Kûrdistanî mecal çêbû. Van mercan rê dan ku Bihara Kurdî bi ezameta xwe ya mezin ve derkeve holê. Û di navenda Bihara Kurdî de îradeyek bi biryar, têkoşînek demdirêj û rêberiya dîrokî heye: yanî Serok Mesûd Barzani heye. Di seranserê sala 2025 an de, Serok Barzanî gelek hewldanên eşkere û veşartî ji bo avakirina Bihara Kurdî pêk anî, Rojava xist navenda van hemî hewldanan. Di 16 ê Çile de, wî ev pêvajo bi pêşwazîkirina Mazlum Abdî û şandeya Rojava ya pê re li Hewlêrê dest pê kir. Ji wê demê ve, serok Barzanî têkoşîneke piralî ji bo Sûriyeke nenavendî bêyî Esed, ji bo misogerkirina destûrî ya mafên Kurdan û ji bo berdewamiya hebûna HSD ê wekî hevgirtî da destpêkirin.

Serok hemû têkilî û destkeftiyên dîplomatîk ên eşkere û veşartî yên tevgera Barzanî li Rojhilata Navîn ji bo Rojava seferber kir.

Wek nimûne, daxuyaniya serok ya di bersiva gefên eşîrên Ereb ên li dijî Rojava de “Ger ew êrîşî Rojava bikin, ez û Pêşmerge dê biçin Qamîşloyê. Rojava dê tu carî bi tenê nemîne” – yek ji van pêgavan bû. her wiha deriyê gelek têkiliyên nû ji bo Rojava vekir. Û bi vexwendina Mazlum Ebdî bo foruma MEPS 2025 li Duhokê,

Bersivek bû layenên siyasî ku dixwestin Ehmet Şara populer bikin û Mazlûm paşguh bike, wan derfet da Mazlûm ku bangawazîyekê bide Cîhanê. Ev pêgavên bû raya giştî vekirî bûn. Di rastiyê de, piştgiriyek pir mezintir di kûrahiya dilê xwe de hebû. Ger Mazlum Ebdi û rêveberiya Rojava îro li hember zextên Ocalan, dewleta Tirk û çavkaniyên din paşve gav navêjin, ji ber ew dizanîn ku Serok Barzani li pişt wan e.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bi destpêşxeriya Serok Barzani, ne tenê ji bo Rojava lê di heman demê de ji bo Kurdên li Bakurê Kurdistanê nefes bistînin di pêvajoya çareserîyê de, roleke mezin lîst.

Her çend di bin zexteke mezin de bû jî, tevgera Barzani, hêza damezrîner a Herêma Kurdistanê, û serokê wê Serok Mesûd Barzanî, deriyê rêyeke hevpar ê serkeftinê ji bo Kurdan vekir.

Rexmê êrîş û bêrêzîyên PKK ê jî, hem rasterast û hem jî bi rêya Rojava, dîsa jî wî hemî hêza xwe bû serkeftina Rojava terxankir.

Mesela yekîtiya Kurdan, ku bi rêya gotinên popûler, peyvên teorîk û li ser nivîsên giştî hatiye nîqaşkirin, ji aliyê Serok Barzanî ve bi gavên sade, rasterast û biryardar hatiye bicîhanîn.

Sedema hemû êrîşên li dijî Serok piştî serdana wî ya li Cizîra Botan ev e ku Serok Barzanî mifteya yekîtiya Kurdan vekir, henasek teze da Rojava, pêşî li perçiqandina wê girt û deriyê Bihara Kurdan vekir.

Belê, di sala 2025 de dengê lingên Bihara Kurdan hat bihîstin, û ev şiyarbûna hevpar a gelê Kurd e, ku Serok Mesud Barzanî pêşengiya wê dike.

Pustên heman beş