Rapora hevdîtina Îmraliyê hat parvekirin: Ocalan dîsa dijatiya xeta Barzanî kir

Agahiyên nû yên ji hevdîtina Abdullah Ocalan a 28ê Nîsana 2026an nîşan didin ku di navbera “Xeta Îmraliyê“ û “Xeta Barzanî“ de şerekî kûr ê îdeolojîk û polîtîk derketiye holê. Ocalan di vê hevdîtinê de ne tenê li ser rewşa xwe ya tenduristiyê, her weha li ser stratejiya nû ya Kurdan a li Rojhilata Navîn nirxandinên radîkal kirine.
Ocalan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser neştergeriya çavê xwe û diyar kir ku ev yek dê bibe sedem ku dîtina wî %20 baştir bibe. Wî ev rewş wekî nimûneyekê bi kar anî û destnîşan kir ku ew êdî di nava “mij û dumanê” de namîne; hem di warê fîzîkî de hem jî di warê siyasî de qonaxeke nû ya “çavvekirî” dest pê dike.
Mijara herî berfireh û tund a hevdîtinê, dijberiya Ocalan a li hemberî PDKê û malbata Barzanî bû. Ocalan rasterast li dijî rêbaza Barzanî ku daxwaza statuyeke serbixwe ji bo Kurdan dike sekinî û ragihand: “Barzanî dixwest sîstemeke wekî Hewlêrê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê (Rojavayê Kurdistanê) ava bike, lê min rê li ber vê hewildana wî girt.”
Ocalan îdîa kir ku Mesûd Barzanî bi piştgiriya Amerîka û Îsraîlê hewl daye li Rojava sîstemeke mîna ya Hewlêrê ava bike. Ocalan got: “Min ev plan dît û min midaxele kir. Min ji Mazlûm Ebdî re got ku ev xefikek e û divê ew xwe jê vekişînin.” Li gorî Ocalan, ev hewildan bi armanca tasfiyekirina xeta wî hatiye kirin.
Ocalan behsa serdana Barzanî ya li sînorê Cizîrê jî kir û diyar kir ku ev ne serdaneke asayî bû. Wî got ku Barzanî bi nîşandana hêza xwe ya çekdarî xwestiye peyama “Ev der milkê min e” bide Îmraliyê. Ocalan li ser vê yekê got: “Nefreta min niha gihîştiye xala şikestinê.”
Ocalan ji bo veşartina xayîntiya xwe û rewakirina îdeolojiya xwe ya dije-Kurdistanî, xeta Barzanî wekî “eşîrî, malbatî û desthilatdar” pênase kir. Wî destnîşan kir ku ew çil sal in li dijî vê zîhniyetê şer dike û piştî ku pêvajoya bi dewletê re bi encam bibe, ew ê têkoşîneke hêj mezintir li dijî vê xetê bide destpêkirin.
Ocalan di raporê de li dijî daxwazên “federasyon” û “serxwebûnê” jî sekinî. Wî kesên wekî Kemal Burkay û Îbrahîm Guçlu rexne kirin û diyar kir ku neteweperestiya Kurd a klasîk xizmeta berjewendiyên hêzên derve dike. Ocalan bi awayekî fermî ragihand ku armanca wî ne parçekirina sînoran e, lê belê “entegrebûna bi Komara Tirkiyeyê re” li ser bingeha mafên demokratîk e.
Ocalan bi zimanekî pir fermî û biryardar got: “Min rêxistin bêçek kir û hilweşand.” Wî ragihand ku dema şerê çekdarî bi dawî bûye û Qendîl niha di nava valahiyekê de ye. Ocalan rexne li rêveberiya Qendîlê girt ku ew nikarin xwe bi “paradîgmaya nû” re biguncînin û tenê ew dikare rê li ber guherîneke mezin vebike.
Ocalan di derbarê Selahattîn Demîrtaş û Partiya DEMê de jî peyamên hişk dan. Wî diyar kir ku tu kes nikare li derveyî îradeya wî polîtîkayê bimeşîne. Ocalan destnîşan kir ku heger kesek bixwaze di vê pêvajoyê de cih bigire, divê bi temamî li gorî telîmatên wî tevbigere, yan na ew ê “dengê wan bibirre.”
Ocalan di dawiya raporê de diyar kir ku ew li ser “planeke çareseriyê ya demkî” dixebite. Ev plan daxwaz dike ku dewlet di nava salek û nîvan de çarçoveyeke yasayî amade bike. Ocalan got: “Heger ev nebe, ez ê vekişim.” Ocalan bi vê daxuyaniyê xeta xwe ya dawîn diyar kir ku ew jî ev e: “Teslîmbûn û entegrasyona bi dewleta Tirkiyeyê re.”