Serdana Îmraliyê; dengoyeka medyayî yan civîneke bi mebsit hatiye veşartin?

Mazloum-Ocalan-ilham-info

Hevseroka dayreya pêwendyên derveya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmed radgihîne ku wan tu hevdîtinek bi Ocalan nekirîye û ihtîmala hevdîtinek wiha hêjan çênebûye.

Di 12ê Gulanê da, Darka Mazî nûçeyek bi sernavê “Ma Mezlûm Ebdî çûye Îmraliyê? Rastî çiye?” weşand. Ev nûçe her çende di medyaya Kurdî da pirr nehatbe nîqaşkirin jî, lê di medyaya Tirkiyê da bû sedema nîqaşan.

Di nûçeya Darka Mazî da ku bingeha wê çavkaniyên pêbawer û gring in, hatbû gotin ku Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmed serdana Îmraliyê kirine û bi Ocalan re civiyane.

Hin dezgehên medyayê ev nûçe li gorî rojevên xwe yên siyasî şîrove kirin, hinekên din jî îdîa kirin ku nûçe ne raste.

Îro roja sêşemî 19 Gulana 2026ê hevseroka dayreya pêwendiyên derve ya Rêveberîya Xweser Îlham Ehmedê bi rêya hesabê xwe yê X ê daxuyaniyek belav kir.

Îlham Ehmedê di daxuyaniya xwe de anî zman: “di rojên dawî de nûçeyek belav bûye ku em li Îmraliyê bi Abdullah Ocalan re civiyane û me hevdîtin kiriye”.

Her wiha got: “Em ji raya giştî re diyar dikin ku ev nûçe bi tu awayî ne raste. Ti hevdîtin çênebûye û ihtîmala hevdîtinekê jî tune.”

Nûçeya hevdîtina Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê ya bi Ocalan re di medyaya Tirkiyê de bi awayekî berfereh belavbû û bû cîhê nîqaşê.

Darka Mazî li şeva derbasbûyî jî mijarek berfereh derbarê serdana Mezlûm Ebdî û Îlham Ehmedê ya Îmraliyê parvekir û sedemên bi veşartî hêlana mijara hevdîtinê aşkere kirbûn.

Der barê nûçeya Darka Mazî ya bi manşêta “Mazlum Ebdî çûye Îmraliyê” daxuyanî da. …