Gelê Rojava niha baca îstismara darayî ya PKKê dide.

Zêdebûna dawî ya rêjeya xizanî û bihayên sotemenî û elektrîkê li Rojavayê Kurdistanê dibe sedema nerazîbûneke berfireh. Qutbûna elektrîkê, nebûna xizmetguzariyan, nebaşiya tenduristiyê, nebûna binesaziya têrker, bilindbûna bihayên kelûpelan û bêkarî li Rojava kaosê diafirîne. Zêdebûna dawî ya xwepêşandanên gel pêwîstî bi nirxandina polîtîkayên ku di 15 salên borî de hatine bicîhkirin dike. Rêveberiya Xweser a Rojava vê rewşê bi “pevçûnên berdewam” ve girêdide.
Ev hincet dibe ku ji bo deverên wekî Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Spî rast be. Lêbelê, bajarên wekî Qamîşlo, Tirbesiye, Hesekê, Dêrik û Amûdê rasterast ji şerê çekdarî bandor nebûn ji bilî êrîşên El Nusra yên di 2012 an de. Her wiha îdîa hene ku hemî dahat diçe bo mezaxtiyên şer. Ev rewşa giştî bi tevahî rave nake, ji ber ku pevçûn û lêçûnên QSDê piştî 2014 an êdî ji hêla budceya Rojava ve nehatin nixumandin. Piştî 2014an, hemî lêçûnên-xercên QSDê ji hêla hêzên Koalîsyonê ve, bi taybetî Emerîka û Fransa, hatin dabînkirin. Meaş, amûr û pêdiviyên lojîstîkî yên QSDê jî ji aliyê van hêzan ve dihatin dabînkirin. Heta lêçûnên birîndarên di nav QSDê de, tevî niştegerîya li Ewropayê, ji aliyê van hêzan ve dihatin kirin, ne ji aliyê rêveberiya Rojava ve. Ji ber vê yekê, nîşandana pevçûnan wekî sedemek ji bo ravekirina rewşa kaosa heyî têrê nake.
Wekî din, Rojava heta sala 2026 an ji derbasbûnên sînor, bazirganiya çekan, bîrên petrolê û bacê dahatiyek têrker û girîng hebû. Gelek rêxistinan jî piştgiriya bijîşkî, civakî û lojîstîkî ji Rojava re dişand. Rêxistinên mîna Heyva Sor, şaxê Ewropayê yê PKKê, gelek kampanyayên alîkariyê yên mezin ji bo Rojava pêk anîn. Rêxistina PKKê ya li Ewropayê jî salane kampanyayan bi dirûşmeya “Piştgiriya Rojava ji hemû welatiyan” bace distand. Van kampanyayan bi mîlyonan Euro dahat di hate komkirin. Wekî din, ji 2012 heta 2024 an, rejîma Esed bi berdewamî mûçeyên karmendên sivîl û mamosteyan li Rojava re rêdikir, û her weha ard da nanpêjxaneyan û dabînkirina xwarinên bi navê “temûn” belav kir. Bi kurtasî, lêçûnên Rojava her gav ji aliyê hêzên din ve dihatin dabînkirin, lê dahat ji rêveberiya Rojava re dima. Niha, bi xwezayî, pirsên wekî “Ev dahat çû ku derê? Niha dahatê berhevkirî li ku ye?” di rojevê de ne.
Di xwepêşandanên dawî yên li Rojava de, gotina sayîq taksiyê, “we di got emê we bikin siwîsra, sîstema kantona dê me bikin cihê herî azad û dewlemend ê cîhanê, lê zihniyeta we Rojava veguherandiye Somaliyê,” ev serzenîş rastiyekê nîşan dide. Mirov dikare bêje ku gotgotkên îdeolojîk li Rojava – wekî kanton, xweseriya demokratîk, pergala ne-dewletî û pergala komunal – gel ji berê bêtir feqîr kiriye. Gelo çima ev yek qewimî?
Îstîsmara PKKê ya darayî û desteserkirina dewlemendiya kombûyî li Rojava…
Pratîka Rêveberiya Xweser a Rojava di bingeh de pratîkek e ku ji hêla PKKê bixwe ve tê bicîh kirin, ne pergalek aîdî gelê Rojava ye. Ji ber vê yekê, ravekirina encamên pratîkî ne bi Rêveberiya Xweser a Rojava ve lê bi Evdila Ocalan û PKK ya xwe hilweşandî ve rasterast girêdaye.
Ji salên 1980 an vir ve, PKK hebûna xwe bi rêya propagandayê û pergalek aborî ya li ser bingeha bac û zorê li her deverê ku dixebite parastiye. Yanî, dema ku drûşim û peyvên îdeolojîk li ser rûyê erdê bûn, wê bi dizî ve pergalek aborî ava kir.
Heman tişt li Rojava jî qewimî. Piştî ku PKKê di sala 2012 an de bajar girtin, endamên komîteya xwe ya darayî şandin Rojava. Vê komîteya darayî bi tevahî dahatên Rojava kontrol dikir. Heta kesayetiyên mîna Mazlûm Ebdî, ku di rêveberiya xweser de kesayetên girîng bûn, tenê dikarîbûn fonên ku ji hêla vê komîteya darayî ve dihatin dayîn xerc bikin.
Komîteyê bi giranî dahatên petrolê, dahatên derbasbûna sînor û bacên gomrikê yên li ser kelûpelên ku diçûn deverên DAÎŞ û El-Nusra berhev dikir. Wekî din, vê komîteyê hemî çalakiyên xwe li Rojava, di nav de qaçaxçîtiya çekan û şûştina pere reş, pêk di anî. Beşek girîng ji fon û alîkariyên ku ji HSDê re dihatin dayîn jî diçûn vê komîteya darayî. Bi kurtasî, dahatên Rojava diçûn xezîneya PKKê.
Bê guman, alîkariyên navxweyî û navdewletî jî hebûn.
Çi bi alîkariyên Heyva Sor hat?
Heyva Sor ji sala 2012 an heta 2026 an gelek kampanyayên alîkariyê lidar xist.
Kanûna Pêşîn a 2012 an – Kampanyaya Alîkariya Awarte ji bo Rojava
2013 – Kampanyaya Alîkariya Efrîn û Kobanî
2014 – Kampanyaya Berxwedan û Seferberiya Kobanî
2015 – Alîkariya Ji Nû Ve Avakirina Kobanî û Penaberan
2016–2018 – Kampanyayên Tenduristiyê û Piştgiriya Penaberan
2019 – Kampanyaya Alîkariya Awarte piştî “Operasyona çiqê Zeytûnê” ya Tirkiyê li Rojava
2020 – Kampanyaya Covid-19 û cîhazên henasedanê
2023 – Alîkariya Piştî Erdhejê ji bo Rojava û Kurdistanê
2026 – Kampanyaya Seferberiya Giştî ji bo Rojava
Kojmê alîkariyê ya ku di van kampanyayan de hatî berhevkirin qet bi awayekî zelal ji raya giştî re nehat pêşkêş kirin. Car caran, alîkariyên ji rêxistinên Ewropî digihîştin gel, di nav de derman, cil, pêlîstok ji bo zarokan û kelûpelên destê duyemîn. Lêbelê, alîkariya Heyva Sor a Rojava bû amûrek ku ji hêla PKKê ve ji bo şûştina pereyên reş û veguhastinê tê bikar anîn.
Û heta niha jî, ev alîkarî tenê ji bo propagandaya medyayê tê bikar anîn.
Rastî ev e, tenê rêxistina ku bi rastî alîkarî da Rojava, bi taybetî jî ji bo Efrîn, û rasterast gihand malbatan, Weqfa Xêrxwaziya Barzanî bû. PKKê û medyaya wê, her çend alîkariya xelkê bi xwe nekir jî, bi berdewamî alîkariya Weqfa Xêrxwaziya Barzanî jî reş kirin.
Îro, gel bi wêraniyeke mezin re rû bi rû ye, di serî de li Efrîn, her wiha li Serê Kaniye, Gire Spî, Eşrefiye û Şêx Maksud. Û her çend PKKê ji çavkaniyên darayî û alîkariyên Rojava bi mîlyonan dolar dahat werdigire jî, ji xezîneya xwe quruşek jî nedaye van kesan. Yanî, ji bo PKKê, Rojava ne tenê wekî çavkaniyek propagandaya girîng, bicihkirina kadroyan û dabînkirina çekan bû, lê di heman demê de wekî xezîneyek aborî û darayî jî hat bikar anîn.
Ev siyaseta PKKê di wêrankirina ku îro li Rojava tê dîtin de roleke mezin lîst.
Li gel vê rewşê kaosê jî, PKKê îdîakirin ku “paradigmayek û sîstemek mînak ji bo tevahiya cîhanê” li Rojava tê damezrandin.
“Siyaseta rizgarkirina cîhanê” ya Avdila Ocalan
Rojava ji bo PKKê jî bû amûrek propagandaya îdeolojîk û siyasî. Paradigmaya “demokratîk, ekolojîk, azadiya cinsîyetê” qaşo li Rojava dihat jiyîn, û sîstemek ne-dewletî, ji bo Rojhilata Navîn, dihat avakirin.
Gotinên “Konfederalîzma Demokratîk” ên anarşîstê Emerîkî Murray Bookchin mîna kevir li ser milên gelê Rojava, xizanî, bê nasnameyî bi xwe re anî. tenê ji ber ku Kurd in, rastî komkujiyan hatin. Niha, rêveberiya Rojava îdîa dike ku “Sosyalîzma Komunalîst” a Ocalan ava kiriye.
Li gel propagandaya mezin a ku paradîgmaya Ocalan di werimîne û wê wekî çareseriya hemî pirsgirêkan pêşkêş dike. Lê belê ev gotgotkên Ocalan di ilme sîyasî û komalayetî de çi wateyek bû nîne berûvajî ev sîstema ku PKKe qala wê dike bingehê hemî kêşeya ne û bi xwe pirsgirêkan diafirîne.
Bacaya rêveberiyê li ser gel tê sepandin…
Li Rojava, pergala Rêveberiya Xweser tê zanîn di aliyên xwe yên xuya û nexuya hê jî berdewam dike. Bi sedan kadro û sazî hîn jî dixebitin. Lêbelê, ji ber ku petrol û deriyên sînor bi peymana 28 ê Çile radestî dewleta Sûriyê hatin kirin, rêveberî ji ber nebûna dahata berê nikare xwe fînanse bike. Ev valahiya dahatê bi kêmkirina elektrîkê, zêdebûna bihayê sotemeniyê, zêdebûna îcazedana karsaziyê û bacên nerasterast ên ku li ser gel têne sepandin, tê dagirtin. Bi kurt û kurmancî, ji aliyekî ve rêveberiya Şamê, û ji aliyê din ve Rêveberiya Rojava barê lêçûnên xwe kiriye ser milên xelkê Rojava. Ji ber vê yekê, rewş her ku diçe wêrankartir dibe.
Di mawê 15 salan a Rojava de, kur û keçên Kurdan bi mêrxasî li ber xwe dan, û Kurdan piştgirî dan vê berxwedana mezin. Mixabin, ev piştgirî veguherî çavkaniyek ku PKKe bi awayekî xweperest ji bo berjewendiya xwe, ne ji bo azadî û aramîya Rojava, bikar anî. Pevçûnên çêbûyî û hestîyarîya welatparêz ên Kurdan rê li ber dîtina vê rastiya PKKê girtin. Îro, encamên vê pratîka PKKê bi zelalî têne dîtin.