PKK li Helebceyê tunelan dikole

PKK bicihkirina hêzên xwe li ser sînorê bi Rojhilatê Kurdistanê re didomîne. Çekdarên PKKê, yên ku li nêzî hin gundên Helebceyê kamp ava kirine, nahêlin gundî bikevin ser erdê xwe û jê derkevin.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê niştecihên herêmî ve hatine dayîn, tê ragihandin ku PKK li seranserê sînorê ku ji Helebceyê heta Rojhilatê Kurdistanê dirêj dibe, xendek û bîran dikole. Tê ragihandin ku hêzên PKKê di çarçoveya operasyonên xwe yên kolandina xendekan de, li ser erdê nêzîkî gundê Boyin ê li Helebceyê teqîn pêk anîne û bîr kolane. Gundî diyar dikin ku gihîştina axa wan tê astengkirin û ketin û derketina ji gund ji aliyê hêzên PKKê ve tê kontrolkirin.
Di daxuyaniyên xwe de, niştecihên gundê Boyin behsa bihîstina dengê teqînan li herêmê kirin, destnîşan kirin ku axa wan bê destûr tê bikaranîn, û diyar kirin ku destûr nayê dayîn ew bigihîjin erdên xwe.
Li gorî agahiyên ku ji gundiyan hatine wergirtin, di rewşên asayî de, ji bo parastina çavkaniyên ava binê erdê, li herêmê kolandina bîran qedexe ye. Piştî gilî û gazincên gundiyan, efserên parastina jîngehê yên Pêşmergeyan gihîştin herêmê da ku hêzên PKKê hişyar bikin. Lêbelê, li gorî gundiyan, çekdarên PKKê nehiştin ku hêza Pêşmergeyan bikeve herêmê.
Di demên dawî de, gelek rapor ji herêmê derketine holê ku nîşan didin PKK’ê hêzên xwe yên ku ji herêmên Rojava û Behdînan vekişandibûn, ji nû ve li herêma sînorê Rojhelat bi cih kirine. Tê ragihandin ku PKK’ê ev hêz di bin navê PJAK’ê de li herêmê bi cih kirine û hewl dide ku avahiyeke mîna ya li Rojava ava bike. Wekî din, tê îdiakirin ku endamên PKK’ê li herêmên di bin kontrola rêxistinên din ên Rojhelat de çalak in.