Artêşa Tirkiyê 9 çekdarên YPGê kuştin

Artêşa Tirkiyê di êrîşa xwe ya dawîn de li Rojava Kurdistanê, 9 çekdarên YPGê baskê leşkerî yê PKKê kirine armanc. Li gorî ajansa Anadoluyê, îro roja yekşeym 24 Mijdara 2024ê artêşa Tirkiyê êrîş li herêmên operasyonên Mertala Feratê û Kaniya Aştiyê li dijî YPGê û HSDê encam da ne, 9

Serokê CHPê: Meseleya qeyûman cezakirina gel e

Serokê CHPê Ozgur Ozel got, “Meseleya sereke ya tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên CHP û DEMê cezakirina gel e.” Serokê Partiya Gel a Komarî (CHP) Ozgur Ozel îro li bajarê Enqere yê Tirkiyeyê beşdarî Kongreya Giştî ya Weqfa Çanda Enedolê ya Haci Bektaş Velî bû û derbarê mijarên di rojevê

Mesrûr Barzanî û Davutoglu danûstandinan li ser peywendiyên Tirkiye û Herêma Kurdistanê dikin

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê danûstandinan li ser peywendiyên navbera Tirkiye û Herêma Kurdistanê û rewşa giştî ya vê dawiyê li Îraq û deverê dikin. Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 24.11.2024) pêşwaziya Serokê Partiya Paşerojê û Serokwezîrê Tirkiyeyê yê berê Ahmet Davutoglu kir.

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê: Dê ji Çiyayê Şengalê êrişî Îsraîlê bikin

Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê ji Rûdawê re got, “Metirsî heye ku hinek komên çekdar Çiyayê Şengalê ji bo êrişkirina ser Îsraîlê bi kar bînin.” Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo îro li ser pêşhatên dawî yên cîhan û Kurdistanê ji Rûdawê re axivî. Fermandarê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo ragihand: