ŞASIWAR BI FERMANA “ÎRANÊ, EHLULHEQ Û HIZBULLA” DIXWAZE REWŞÊ ALOZ BIKE

Di beşa yekemîn yê vê babetê de, pêgeha “Darka Mazî” tenê kurtiyek li ser Şasiwar Ebdulwahid behis kir, kanê ev kes kî ye û çawa weke medyakar û siyasetmedar û serok hizib derketiye, lê belê di beşa duyemîn de, bersiva van pirsên li serî diyar kirî hene.
BIRYARA DERXISTINA HÊZÊN AMERÎKÎ, RETKIRINA KURDAN Û HOŞDARIYÊN ÎRANÊ
Weke karvedan li ser kuştina Qasim Suleymanî ku li 3/1/2020an li nêzî balefirxaneya navdewletî ya Bexdayê ji aliyê Amerîkayê ve hatibû kuştin, Parilmena Îraqê li 5/1/2020an anku bi du rojan paş wê bûyerê, civîneke neasayî saz kir û têde bi tevaya dengên parilmenterên Şî’e, biryara derxistina hêzên Amerîkî û yên Hevpeymanêtiya Navdewletî ji xaka Îraqê pejirand, parilmenterên Kurd yên piraniya Kwalisyonan li gel rêjeyeke herî zor ya parilmenterên Sunne baykota civînê kirin û deng ji bo nedan.
Paş biryarê, serkirdatiya Herêma Başûrê Kurdistanê bi taybet Nêçîrvan Barzanî serokê Herêma Başûr û Mesrûr Barzanî Serokwezîrê Hikûmeta Başûr, helwestên xwe yên dij diyar kirin û ev biryara Parilmena Îraqê bi biryareke şaş wesf kirin.
Komara Îslamî ya Îranê li vir û bi sedema baykot kirina Kurdan û helwestên serkirdatiya wê li ser biryara derxistina hêzên Amerîkî, biryarê dide bi her awayekî derbekê li Hikûmeta Başûr bide, bi gotineke din: “Îranê jêr bi jêr kar kir ku Hikûmeta Başûr te’wîyza wê baykot kirinê bide”.
DESTPÊKA PÎLANA TÊKDANA REWŞA HERÊMA BAŞÛR
Weke me amaje kirî, paş kuştina Qasim Suleymanî, Îranê xwest bi her awayekî derbekê li Hikûmeta Başûrê Kurdistanê bide, li vir Îranê ferman ji bo mîlîşiyayên xwe yên li Îraqê şand ku rêyeka munasib bibînin, mîlîşiyayan her rast pena ji bo “Sirwe Ebdulwahid” ya xuşka Şasiwar birin, wan baş fam dikir ku “Sirwe û birayê wê Şasiwar” dûrî xeta Kurdayetiyê ne, dijberên Hikûmeta Başûrin û dîrokeke pir qirêj ya hemû core bê rewştiyekê di rasta netewe û niştîmanê xwe de hene.
CIVÎNA SIRWE EBDULWAHID Û FERMANDARÊ SIPAYÊ PASDARAN
Li naverasta meha 1 ya îsalê, anku bi heftiyekê paş biryara parilmena Îraqê ya derxistina hêzên Amerîkî, piledarekî herî beriz yê Sipayê Pasdarên Îranê bi navê “Hecî û kodnavê Ebo Fatîme”, li Bexdayê li gel Sirwe Ebdulwahidê civiya.
Di vê civînê de, her yek ji:
1- Heyder El Sa’idî/ berpirsê melefa abûrî ya Esaîb Ehlulheq ewa Qeys Xez’elî seroktiya wê dike û ciyê baweriya Qeys Xez’elî ye.
2- Yusif El Nasirî/ berpirsê têkiliyên tevgera Nuceba ya girêday Heşda Şebî.
3- Mihemed Samir Se’îd / berpirsê têkiliyên giştî yên Hizbulla ya Îraqî.
Di amadebûn û di civînê de nîqaşa xala sereke kirin, ew jî danana bernameyekî ji bo lawaz kirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê û ti rêkeke munasib heye rewşa hundir ya Herêma Başûr pê were têkdan.
Di civînê de lihevhatin hat kirin heger bikarin evê erkê bi rêya “Şasiwar Ebdulwahid” bikin û ev girop anku “Îran, Esaîb Ehlulheq, tevgera Nuceba û Hizbulla ya Îraqî” hemû cure piştgiriyekê ji bo Şasiwar bikin heya ku bibe kesekê berniyas li Başûrê Kurdistanê, ev piştgirî jî ji rûyê pereyan û bazirganî û her ti alavekî pêwîst be.
Belê paş civînê, “Sirwe” tê Silêmaniyê û li gel Şasiwar di cive, Şasiwar razî dibe vê erkê werbigre, lê belê li beranber 3 daxwaziyan, daxwaziyên Şasiwar ev bûn:
1- Roleka sereke di Îraqa pêşerojê de hebe.
2- Derfetên bazirganiyê li gel Îranê pêtir ji bo werin çêkirin.
3- Heger pîlanê sernegrit, giropa mafyayê qerên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ku 51 milyon dolarin û li ser wî ne, pêşve bidin.
Sirwe careke din paş vê civînê tê Bexdayê û peyama Şasiwar ji bo giropê tîne.
CIVÎNA ÇAVÎ LAND: SIRWE Û GIROP LI GEL ŞASIWAR CIVIYAN JI BO KU EVÊ PÎLANÊ BI CÎ BIKE
Paş girop li ser daxwaziyên Şasiwar Ebdulwahid razî dibe, bo cara duyemîn “Sirwe” tê Silêmaniyê, lê ev car nûnerên aliyên ku li Bexda civiya bûn di gel de ne, “Sirwe” dixwaze ku bi balefiê herin Silêmaniyê, lê wan ret kir û pêşniyaz kirin bi erebeyan herine baregeha Heşda Şebî li Kerkûkê û ji Kerkûkê bi hevre bi rêka erebeyên “Sirwayê” herine Silêmaniyê û armanc jî ji vê pêşniyazê ew bû heya ku ti kesî agahî ji çûna wan nebe û li balefirxaneya Silêmaniyê nekevin bin kontirola balefirxaneyê, ji ber ku dibe saziyên hewalgîriya Hikûmeta Başûr bizanin ku ew hatine Silêmaniyê û di encam de ev girop li gor wê sînaryoyê tên Silêmaniyê û li Çavî Land bi amadebûna nûnerê kunsilê Îranê, li gel Şasiwar Ebdulwahid di cive.
Di civînê de pîlan ji bo Şasiwar tê şîrove kirin, Şasiwar her rast razî dibe û bijilî xweş kirina rêkê û daxwaziyên li serî amaje kirî, Şasiwar dibêje ku wî girifteke din jî heye, ew jî Yekîtya Niştîmaniya Kurdistanê ye.
Di bersiva wî de, nûnerê kunsilê Îranê dibêje: “Ji bo bi cî kirina pîlanê, wan sînaryo ji bo YNKê berhev kirine û ew sînaryo wê çêkirina pirisgirêk û giriftan be di nav serkirdatiya wê de, heya beşekê giropa hevalên wan (Giropa 16î Oktoberê) bikarin karê xwe bikin, yanî li vir eşkere dibe ku giropa 16î Oktoberê jî bûne çend beşek di nava xwe de, her wiha sînaryo jî ji bo têkdana rewşê li navbera Hewlêrê û Silêmaniyê hene”.
Belê sînaryoyê paş çend rojekan destpêkir, bijilî diristbûna aloziyê li navbera endamên polîtbîroya YNKê, dîmenên Sêksî yên Şêx Ce’fer Şêx Mistefa di gel keçekê hatin parve kirin.
Beşeka giropa 16î Oktoberê jî soza xwe ji bo kunsilê Îranê bi cî anîn û wan kirîza xazê bi rêya “Polat Şêx Cengî” birayê Lahor Şêx cengî bi destê Mehmûd Sengawî çêkir, heya ku xaz ji bo Silêmaniyê û Hewlêrê û Dihokê neyê şandin û Şasiwar bikare vê kirîzê digel kêmiya xizmetguzariyên karebê û avê bi derfet ji bo xwe bibîne û bikare li xemên gelê hejar suwar bibe.
Armanca Komara Îslamiya Îranê ji vê pîlanê lawaz kirina Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ye, bi taybet paş nerazîbûna xwe li ser biryara derxistina hêzên Amerîkî li Îraqê diyar kirî û armanca Şasiwar ya sereke ewe ku pirojeya rîformê têk bide yan leng bike, lê belê ya rast Îran dixwaze niha bi her awayekî be, Hikûmeta Başûr bê hêz bike, bi taybet paş pirojeya rîformê ku ketiye di warê bi cî kirinê de.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê ku ev rapor berhev kiriye, ji zarê kesekê nêzî Şasiwar veguhastine ku Şasiwar li rojên rabûrî, wate berî kirîza xazê dest pê bike, gotiye hinek aliyên siyasî û hejmareke parilmenteran, ew wê banga xwenpêşandanan bike û ji bo têkdana rewşê, ew wê Herêma Başûr weke Meydana Tehrîr lê bike.
[mpc_alert preset=”mpc_preset_24″ icon=”eti eti_link” icon_color=”#ffffff” icon_size=”30″ icon_background_color=”#ce4041″ icon_padding_divider=”true” icon_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” font_preset=”mpc_preset_13″ font_color=”#ffffff” font_size=”20″ font_transform=”none” font_align=”center” content_padding_divider=”true” content_padding_css=”padding-top:25px;padding-right:25px;padding-bottom:25px;padding-left:25px;” background_type=”gradient” background_gradient=”#d14945||#910000||0;100||90||linear” border_divider=”true” border_css=”border-top:0px;border-right:0px;border-bottom:3px;border-left:0px;border-color:#bc3a5d;border-style:solid;border-radius:5px;” padding_divider=”true” margin_divider=”true”]
Ji bo xwendina beşa yekemîn vir kilîk bike
[/mpc_alert]




