p.language-links a { text-decoration: none; color: black; background-color: #e0e0e0; /* default gray */ padding: 4px 8px; border-radius: 0px; font-size: 13px; transition: background-color 0.3s; } p.language-links a:hover { background-color: #ca0000; color: white; } p.language-links a.active { background-color: #ca0000; /* active URL */ color: white; }
-
Beşa-1
Carna bêhişî li ser mirovî zal dibe, ango tişta ku mirov naxwaze bibêje tê gotin û ji devê mirovî derdikeve.
Yêk ji rêvebrên Partîya Karkerên Kurdistanê yê bi navê Mistefa Karasu li roja sêşemî 27/4/2021an di medyaya rêxistinê de, go ku li Îmraliyê siyaseta qirkirin û ji nav birina Kurdan tê meşandin.
Ev axaftin heqîqete, lê ne li gorî şîrovekirina Karasu, belku li gorî têgeha îstixbaratî û encama 20 salên ku ji hêla Partîya Karkerên Kurdistanê hatine encam dayîn û encam dayîna wan kiryara heqîqeta gotina Karasu tê diyar kirin.
Berî Abdula Ocalan serokê Partîya Karkerên Kurdistanê were desteser kirin, silogana vê partiyê serxwebûna Kurdistanê bû û paş ku hatîye desteser kirin, ev silogan hat guherandin bi mîla 180 pile û bû Biratîya Gelan.
Ev guherîna sitratejîk ji hêla Ocalan bû sedema qir kirina Kurdan li hemû perçeyên welat û bi teybet li Bakur û Rojhilata Kurdistanê, niha jî hewl tên dayîn ku li Başûr jî encam bidin.
Girîngitirîn kiryarên PKKê yên ku bûne sedem Kurd ber bi qir kirinê biçin:





